11:37 07/6/2015 |
|
Piştî dengdayîn dest pê kir ji bo dengê xwe bidin AKP'ê gef li welatiyan dixwin, cerdevan çek bi kar tînin, HDP'î tên kêrkirin û li ser sindoqan û ev yek ewlehiya hilbijartinê ya Rihayê dixe xetereyê. Ev binpêkirina mafan di bin kontrol û desteka hêzên dewletê ve yê kirin.
|
10:50 07/6/2015 |
|
Li Tirkiyeyê ji saet 08.00’an vir ve hilbijêr diçin ser sandoqan bikaranîna dengan li bajarên herêmê bi binpêkirinên mafan ve dest pê kir. Li bajaroka Sungu ya bi ser navçeya Haskoyê namzetê AKP’ê Abdulselam Er ê ku li dibistana seretayî ya Hurriyetê dengê xwe bi kar tîne bi cerdevanan ve hate û muşahît û parêzeran nahêlê dibistanê, li gundê Gelîntepa ya navçeya Bongîlanê jî hate gotin ku cerdean bêyî nasname dengên xwe bi kar tînin.
|
09:50 07/6/2015 |
|
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo diyarkirina serdema 25'emîn a parlamentoyê bikaranîna dengan seat di 08.00'an de dest pê kir. Dengdayîn seat di 17.00'an de dê bi dawî bibe.
|
15:43 06/6/2015 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanî manşetên çapemeniya AKP'ê yên piştî êrîşa bombeyî weşandibûn da. Demîrtaş 7'ê hezîranê gel dê biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin û wiha axivî: "Gelê me dê biçin ser sindoqan xwedî li vîn û dengên xwe derkevin. Ji bo em ji vê belayê xilas bibin em seatan dihejmêrin."
|
11:45 06/6/2015 |
|
Li Wanê ji bo mitîna HDP’ê dest pê bike çend seat mane û gelek ber bi qadê ve diherike û gel amadekariya êrîşa bombeyi ya li hemberî mitînga Amedê şermezar bikin dike. HDP bi mitînga xwe ya fînalê bi dirûşme û dowîzan ji gelê Amedê re silav dişine.
|
10:47 06/6/2015 |
|
HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de, dê mîtînga fînalê li bajarê Wanê ku wekî dilê Serhedê tê zanîn pêk bîne. HDP, li Wanê armanc dike ku herî kêm 6 wekîlan bişîne meclîsê û mîtînga herî girseyi û bi coş pêk bîne.
|
19:36 05/6/2015 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuskekdag li Colemêrgê di mitîngê de axivî û diyar kir ku hêzên demokrasiyê ji Tirkiyeyê re gelek dibînin hêzên tarî û kontra xistin dewreyê û wiha got: "Hevalê me Oge bi guleyên hêzên tarî hate qetilkirin. Digotin, 'Ew diaxivin AKP dike' Em diaxivin AKP zindî dişewitîne. Hemû welatî dibîne. Hemû Tirkiyeyê dît ku dê çibikin. Ala îtîraf kir hemû welat û hilbijartinê dinamît dikin."
|
17:15 05/6/2015 |
|
Li Cizîrê di çerçoveya xebatên hilbijartinê de HDP'ê bi konvoyekê çûn serdana welatiyên li gundên di navbera Cizîr û Silopî dijîn.
|
16:56 05/6/2015 |
|
Gelê Amedê ji çar aliyan bi silogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev. Gel ji tax û navçeyên Amedê wekî lehiyê diherike qada mîtîngê û tevlêbûn zêde dibe. Li qada mîtîngê pankarta "Kendine ayix ol Tayyip" bal kişand ser xwe. Dîsa dowîzên Erdogan rexne dikin hatin rakirin. Ji niha de girseyek bêhempa li qadê kom bûn.
|
16:47 05/6/2015 |
|
Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz xebatên xwe yê hilbijartinê ku 2 roj jê re mane bênavber didomînin.
|
16:22 05/6/2015 |
|
Mitînga HDP'ê ya Colemêrgê li taxa Merzanê bi tevlîbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Li bajar hemû kes ber bi qadê ve herikî û navenda bajar valabûn. Li qadê dirûşmeyên bilind dibin li çiyayên Colemêrgê deng vedidin.
|
15:52 05/6/2015 |
|
Li Mêrsîn, Îzmîr, Agirî, Wan û Îdîrê êrîşên li dijî HDP'ê û herî dawî qetilkirina Hamdullah Oge ya li Kanîreşê bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.
|
13:24 05/6/2015 |
|
Nûnera Buroya Aştiya Navneteweyî ya Îtalyayê Fulgîda Barattonî Xelatê Aştiyê yê Navneteweyî yê 2015'an da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş, di merasîmê de axivî û balkişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Di civaka 120 salin rûyê me nekeniya de em dijîn û em dixwazin ji vê hilbijartinê aştiyê derbixin. Em behsa aştiya tenê çek bêdengbûyîn nakin. Helbet divê çek bêdeng bibin lê li cihê biçîbûn û xizanî heyî aştî çênabe. Em di vê hilbijartinê de dixwazin bi tememî aştiyekê derbixin."
|
12:06 05/6/2015 |
|
Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê ya ku bi êrîşên nîjadperestên AKP'î gelek kes birîndar bûn, taxa Mahallebaşiya piraniya wê kurd lê dijîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
|
11:53 05/6/2015 |
|
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bang li her kesî kir ku li li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekparêzî piştevaniya HDP'ê bikin û dengê xwe bidin HDP'ê.
|
10:58 05/6/2015 |
|
Namzetên HDP’ê yên Çankiriyê Huseyîn Karataş û Selfînaz Goçmez ji roja ku ji bo xebatên hilbijartinê hatine Çankiriyê heta niha di bin pêkûtiyan de xebatên xwe didomînin û herî dawî di 1992’yan de piştî serdema SHP’ê ango piştî 23 salan yekem namzetên çepgir û sosyalîst ên ku li vir xebatê didim meşandin in. Çankiriya ku 132 hezar hilbijjêr hene yek ji bajarên Anatolyaya Navîn a ku tê texmînkirin ku HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de suprîz bike û dengên xwe zêde bike ye.
|
09:34 05/6/2015 |
|
Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê (PZK) ji bo hilbijartina 7’ê hezîranê piştgiriya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.
|
09:10 05/6/2015 |
|
Komek endam û nûnerên YNK'ê ji bo piştevaniya HDP'ê hatin bakurê Kurdistanê û bi HDP'ê re xebatên hilbijartinê dimeşînin. Endamê Lijneya Rêvebera YNK ya Duhokê Xebat Zêbarî got ku hilbijartina 7'ê hezîranê şansek mezin xistiye destê gelan û anî ziman ku serkeftina HDP'ê wê bibe nehatina dîktatoran. Endama Lijneya Rêvebera YNK a Silemaniyê Baxan Jaafar jî got ku li ser sînor partiyek kurd hewl daye vê xebata wan asteng bike.
|
09:09 05/6/2015 |
|
Ji bo parastina dengan û pêşîya hîleyên hilbijartinê bê girtin, nêzî 60 hezar welatiyên dildar platforma bi navê "Deng û Jiwêdetir" (Oy ve Otesî) ava kirin. Armanca platformê ew e ku ewlehîya hilbijartinê bi hezaran kesên dildar biparêze.
|
09:08 05/6/2015 |
|
Saziyên Sivîl ên Civakî yên Amedê dan diyar kirin ku zimanê ku AKP bi kartîne dibe sedemê êrîşên li hember HDP'yê û ev êrîş dibin sedem ku gel ji ewlehiya hilbijartinê bawer neke. Sekreterê ÎHD a Amedê Abdusselam Înceoren anî ziman ku sedemê êrîşên li hember HDP'ê bikaranîna zimanê cudakare. Berdevkê Demî yê Şaxa KESK'ê yê Amedê Cemîl Akar jî diyar kir ku ji bo baweriya gel bi hilbijartinê bê, êrîşkar kî dibin bila bibin divê ji beriya hilbijartinê bên tespîtkirin û cezakirin. Ji ber ku bêbaweriya gel gihiştiye asta herî jor.
|