DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

11:38 11/10/2016
 
Alîgirên Komursporê: Belê em xayînê welat in!
Alîgirên Komursporê ya Zonguldakê yên ji bo musabaqayê hatin Amedê û ji bo vê jî wekî "xayîn" hatin îlankirin, piştre peyama serokê alîgiran a "Belê em xayînên welat in" a li ser çapemeya civakî eleqeyekî mezin dît.
17:17 30/9/2016
 
Ji bo Amedsporê qedexeya negirtina aligîrên wê
Ji bo maçên deplasmanê, qedexeya negirtina alîgirên Amed Sportîfê dubare xwe da der.
09:16 20/8/2016
 
Amed dibe bajarê sporê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi razemeniya tesîsên sporê ve ji bo hezaran kesan derfetên sporê diafirîne. Midûrê Şaxa Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Îsmaîl Degîrmencî li der barê xizmetên ku li bajar nêzî hezar û 500 zarok û ewqas jî mezin ji van derfetan sûdê werdigirin de axivî diyar kir ku ew alîkariyê didin tîryakêşa û pirsgirêka obezîteyê dijîn û di heman demê de xwedî li kulubên amator jî derdikevin, di meha îlonê de jî dê hîmê hewza avjeniyê ya olîmpîk bavêjin.
16:04 27/7/2016
 
Parola Amedsporê 'şampiyonî' ye
Yek ji tîmên fûtbolê yê serkeftî Amedspor, ji bo serdema nû li qampa Kartepeya Kocaeliyê amadekariyên xwe didomîne. Berpirsiyarê Şûbeya Fûtbolê ya Amedsporê Farûk Erol diyar kir ku hindik maye amadekariyên wan bi dawî bibin û dest nîşan kir ku armanca wan bes şampîyonî ye.
14:22 22/7/2016
 
Amedspor bi lîstikvanê xwe yî berê re peyman îmze kir
Amedspor a ku dê di Koma Spî ya Lîga '2'yemîn a Super Totoyê de li ber xwe bide, bi lîstikvanê xwe yî stoperî yê berê Kamîl Îçer re, bo salekê peyman îmze kir.
10:52 12/6/2016
 
Ji bo aştiyê daketin Çemê Mûnzûrê
Werzîşvanê ku raftîngê dikin vê carê ji bo aştiyê daketin Çemê Munzûrê. Werzîşvanan diyar kir ku li dijî înadê we bêran li avê dixin.
09:43 20/5/2016
 
Li Trîbunan çanda şoreşgerî pêş dixin
Tîma Amedsporê ya ji ber hemû astengiyan jî lîg di rêza 8'emîn de bi dawî kir û tevahiya demê tîma herî zêde bû sedema nîqaşan, her wiha bi alîgirên xwe jî bû rojevên sereke. Komên Barîkat û Mor Barîkat, dan zanîn di qadên fitbolê de jî wan bayê faşîzmê berteref kiriye û ruh û çanda şoreşgerî ya li Kurdistanê di nava xwe de hewandiye.
12:12 25/4/2016
 
Amedspor: Yê me dike hedef TFF bi xwe ye
Duh piştî Amedspor, Ankaragucusporê têk bir, alîgirên Ankaragucusporê êrîşî Hevserokê Quluba Amedsporê û rêveberên wê kirin û di vê êrîşê de 6 kes hatin derbkirin. Sekreterê Giştî yê Amedsporê Nesîh Aktepe diyar kir ku ew erîşên ku li ser wan pêk tên şermezar dikin û ew ji aliyê TFF'ê jî wek hedef tên girtin.
11:32 19/4/2016
 
Tûrnûvaya Arîn Mîrxan dest pê kir
Duyemîn Tûrnûvaya Sporê ya Arîn Mîrxan a ji aliyê Şaredariya Licê vê tê lidarxistin, dest pê kir.
11:15 18/4/2016
 
Atletên jin ên Belediyespora Kayapinarê madalyayan berhev dikin
Atletên jin ên Belediyespora Kayapinarê, piştî serkeftinên xwe yî Şampiyonaya Balkanê ya li Komara Çekê, vê carê jî di pêşbirkên li Yûnanîstanê de sê madalya wergirtin.
10:01 14/3/2016
 
Serkeftina Wan Belediyespor dê bersiva êrîşan bide
Pêlên nijadperest ên ji ber polîtîkayên şer weke hemû qadên jiyanê bandor li ser xebatên sportîf jî dike û yek ji tîmên futbolê yên sereke yên herêmê Wan Belediyespor jî li bajarên Tirkiyeyê rastî êrîşan tên. Rêvebir û lîstikvanên tîmê anîn ziman ku helwest û daxuyaniyên TFF, çapemeniya tirk û siyasetmedaran rê li ber van êrîşan vedike û dê serkeftina tîmê bersiva êrîşan bide.
10:04 15/2/2016
 
'Eger me bigota bila zarok bimirin emê rastî cezayê bihatana?'
Futbolvanên tîma jinan a Amedsporê bertek nîşanî biryara federasyonê ku Amedsporê sewqî PFDK'ê kiribû dan û anîn ziman ku ew ji ber navê Amedsporê rastî tundî û êrîşên nijadperest tên. Futbolvana tîmê Bêrîtan Gultekîn jî ji ber biryara cezayê vê pirsê kir: "Eger Amedspor pankarta 'Bila zarok bimirin, neyên maçê' vekira dê federasyon car din Amedsporê sewqî PFDK'ê bikira?"
10:24 14/2/2016
 
Barîqat û Mor Barîqat: Çiqas ceza dixwazin bila bidin...
Komên alîgir ên Amedsporê Barîqat û Mor Barîqat li hemberî sewqkirina lijneya dîsîplînê ya Amedsporê ji ber pankarta "Bila zarok nemirin bên maçê" nerazîbûn nîşan dan. Ji Barîqatê Bîlal Akkalu diyar kir ku ew ê vî gotinê li her derê bi kar bînin, ji Mor Barîqatê Jiyan Gunay jî bi gotina "Em dibêjin bila zarok nemirin û em ê bibêjin jî. Çiqas ceza dixwazin bila bidin" nerazîbûna xwe anî ziman.
16:30 09/2/2016
 
Piştî gola 3'yan polîsan êrîşî alîgirên Amedsporê kirin
Di maça Amedspor-Fenerbahçeyê de dema Amedspor 3-2 ket pêşiyê, polîsan êrîşê alîgirên Amedsporê yên li derveyî stadê kir.
15:04 08/2/2016
 
Alîgirên Amedsporê: Trîbun qedexe ye lê emê li dora stadê bin
Alîgirên Amedsporê ku sibê dê nikaribin li stadê maça Amedspor û Fenerbahçe temaşe bikin, bang li gelê Amedê kirin ku werin derdora stadê û li dora Amedsporê bibin yek.
20:03 06/2/2016
 
Amûrên Amedsporê ku hatibûn desteserkirin radestî wan hat kirin
Di rojên borî de polîsan avêtibû ser tesîsên Amedsporê û 2 harddîsk flaşek wan desteser kiribûn radestî klubê hat kirin.
14:29 03/2/2016
 
Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî: Bila şer raweste, mirov nemirin
Lîstikvanê serkeftî yê Amedsporê Denîz Nakî ji ber ku peyama “Bijî azadî” weşand, wî sewqê PFDK’ê kirin. Nakî berdek nîşanê êrîşê nîjadperestî da û got “Bila şer raweste û mirov neyên qetilkirin”. Hevseroka Kuluba Amedsporê Şevîn Zorlu jî anî zina ku Amedspor sembola aştî û biratiyê ye û got heta nêzîkatiyên dewletê neyê guhertin dê hewldanên lîncê jî berdewam bike.
18:24 08/11/2015
 
Tîma Jinan a Amedsporê 3-1 qezanç kir
Tîma futbolê ya jinan Amedspor a di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze di lîstika li hemberî Elazig Bordo Atletîk Spor de 3-1 qezenc kir.
09:07 23/7/2015
 
Tîma jinan a Amedsporê dê biçe Almanyayê
Tima jinan a Amedsporê îro wê ji bo piştevaniyê biçe Almanya û li wir bi tîma şaredariya Hannoverê ya bi navê SG 74 re têkeve kampê. Endamê Lijneya Rêvebariya Amedsporê Dîlan Yumlu da zanîn ku 3 jê rêveber bi tevahî 14 kes biçin kampê û wiha got: "Ji bo ku di nava herdu tîman de pirek bê çêkirin em ê biçin kampê. Armanca me hevpariya futbolê ye"
11:32 10/7/2015
 
Meşa Gelîyê Godernê di 25'ê tîrmehê de ye
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi şîara "Bi xwezayê re bibe yek, bi sporê re azad bibe" 4'emîn Meşa Xwezayê di 25'ê tîrmehê de li Geliyê Godernê bide destpêkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN