DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

11:01 30/10/2016
 
DÎHA nayê bêdengkirin
Weşana DÎHA’yê jî bi Biryarnameyê Hikûmê Qanûnî hat girtin. Lê çawa ku DÎHA mîna duh li hemberî hemû êrîş, astengî, binçavkirin, girtin û bêdengiya bêdeng nebûye, wê îro jî li hemberî KHK’ê bêdeng nebin. Dê DÎHA tu caran ji rastiya tawîz nede.
10:43 30/10/2016
 
Binpêkirina mafan li Girtîgeha Êlihê zêde dibin
Li Girtîgeha Tipa M a Êlihê piştî darbeya 15'ê sibatê û şûnde girtîgeh duqat tije bûn. Prz. Îlyas Tarim, diyar kir ku li girtîgeha ku kapasiteya wê 300 girtî bin niha 661 girtî dimînin. Tarim, anî ziman ku hemû rojnameyên muxalîf hatine qedexekirin.
09:47 30/10/2016
 
Qeyûm dijminê jina ye
Qeyûmên tayînî şaredariyên navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêtan û Erdîşê yê Wanê hatin kirin, xebatên jinan rawestandin.
09:40 30/10/2016
 
Îrmez: Ger Katar niha jiyan bike ev mûcîzeyek e
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ser rewşa Belkiz Katar a ku ji aliyê leşkeran ve bi giranî hatî birîndarkirin got dema ku Katar xwarin dida zarokên xwe gule lê ketiye û jiyankirina wê wek mûcîzeyekê ye.
09:37 30/10/2016
 
Ji kesên ku sivîlên bêkaxez qetil dikin hesab nayê pirsîn!
Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku, lêpirsînên têkildarî sivîlên ku dema ji ber şerê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn û hatin qetilkirin, ji sedî 99’ên wan bi biryara devjêberdana şopanê bi encam bûne û dest nîşan kir ku, li sînorên ku bi her awayî piştevaniya çekdarî û lojîstîkî ji bo selefiyan tê berpêşkirin, bi awayekî hêsan sivîlên bêkaxez tên qetilkirin.
09:35 30/10/2016
 
Girtîgeh texrîbatên dijwar li kesayetiya zarokan peyda dikin!
Derûnasan balê kişand ser zêdebûna hejmara zarokên ku bi operasyonê qirkirinê li gel dayikên xwe di girtîgehê de dimînin û dest nîşan kirin ku, girtîgeh texrîbatên dijwar li kesayetiya zarokan peyda dikin.
09:25 30/10/2016
 
Kêl bi kêl aştiyê dihûnin
Tora Tevna Piştevaniyê ya ji bo bajarên li Kurdistanê hatin xerakirin bi şîara "Kêl bi kêl em aştiyê dihûnin" derketin rê, her ku diçe mezn dibe. Tevna piştevaniyê, berhemên ku bi dest xistine dê di meha mijdarê de li bajarên Kurdistanê belav bike.
09:24 30/10/2016
 
Dê HES'ê dîrokê di bin avê de bihêlin
Dê bi HES'a ku tê plankirin li gundê Sêgedîka Xozatê bê çekirin hem gund hem jî dêra dîrokî ya li gund di bin avê de bihêlin
22:08 29/10/2016
 
DÎHA bi biryara KHK’ê hat girtin
Ji hikûmetê li dijî çapemeniyê derbeyeke din. Hikûmet bi Biryarnameya di Hikmên Qanûnan de ajansame DÎHA, JINHA, Rojnameya Ozgur Gundemê, Azadiya Welat û Yuksekova Haber jî di nav de, weşana gelek ajansan girt.
20:55 29/10/2016
 
Leşkeran ciwanekî bi îşkenceyê binçavkirin
Li Silopiyayê leşkeran ciwanê bi navê Celîl Bordogan derb kirin û ew binçavkirin.
20:43 29/10/2016
 
Li Cizîrê polîsan li wesayîta sivîl xist û reviya
Li Cizîrê polîsan bi wesayîta zirxî li wesayîta parqkirî xistin û pişt re ji cihê buyerê reviyan.
20:41 29/10/2016
 
Di ziyaretên mal bi mal de banga daxuyaniyê hat kirin
Wekîlên HDP’ê Çaglar Demîrel, Ahmet Yildirim û Mizgîn Irgat mal bi mal û esnaf bi esnaf geriyan û gel vexwendin daxuyaniya giştî ya ku dê sibê pêk bê. Welatî û esnafan got “Em ê bi zar û zêçên xwe xwedî li vîna xwe derkevin.”
20:30 29/10/2016
 
Li Şirnexê binçavkirina Kişanak û Anli hat şermezarkirin
Li Şirnexê binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hat şermezar kirin.
19:22 29/10/2016
 
Polîsan Şaredariya Yenîşehîrê jî xist hedefa xwe
Polîs çûn Miduriyeta Makîna Îkmala Şaredariya Yenîşehîra Amedê û dîmen û wêneyên hemû maşîneyên kar kişand û girtek da îmzakirin.
19:14 29/10/2016
 
Dê îfadeya Kişanak û Anli bê girtin
Parêzeran diyar kirin ku dê îfadeya Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di saetên êvarî de îfade bidin.
18:22 29/10/2016
 
Rêveberên DBP'ê banga tevlêbûna çalakiya sibê kirin
Nûnerên DBP'ê yên Amedê ji bo çalakiyê sibê bang li gêlên Amedê kirin û xwestin sibê gel ji bo îradeyên xwe li qadan bin.
18:05 29/10/2016
 
Parlamenterên HDP’ê esnafên Sûrê ziyaret kirin
Parlementerên HDP’ê li navçeya Surê ya Amedê esnaf ziyaret kirin.
17:19 29/10/2016
 
HDP'ê ji bo qutkirina înternetê li dozgeriyê gilî kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û wekilên HDP'ê yên herêmê ji ber li heremê înternet qut bûye bi hevre li dozgeriya komarê ya Amedê gilî kirin.
15:55 29/10/2016
 
CRA’yê binçavkirina xebatkarên Azadiya Welat şermezar kir
Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo 3 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat yên li Qoserê bi navê Ayşe Dogrû, Erdal Kaymaz û Ahmet Abdûrrahman yên ku roja berê li Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.
15:17 29/10/2016
 
Parêzeran bi Kişanak re hevdîtin kirin
Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 5 rojan bi muweka xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzeran diyar kirin ku Kişanak silavên xwe ji hemû kesî re şandine.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN