DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

11:08 29/10/2016
 
Rojnameger Çoban nayê derman kirin
Li Girtîgeha Jina ya Tarsusê 3 jinên girtî hatin derpkirin û belavkara Azadiya Welat Şîrîn Çoban ku nexweşe û nikare xwarinê bixwe nayê dermankirin.
11:07 29/10/2016
 
NY: Bila Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan bide
Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyanî dan û xwestin Tirkiye hurmetê ji mafên mirovan re bigire û li hemberî mafên mirovan rêzdar be.
10:53 29/10/2016
 
Jinên astengiyên polîsan şikandin: Em dê li qadan bin - HATE NÛKIRIN
Endamên KJA'yê li gel êrîşên polîsan ji bo binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata şermezar bikin daketin qadan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kirin ku heta hevalên me serbest bên berdan dê li qadan bin.
10:48 29/10/2016
 
Komkujiya Roboskî şermezar kirin doz li wan vebû
Ji 70 xwendekarên Zanîngeha Înonu yên Komkujiya Roboskê şermezar kirin, der barê 44 kesan de doz hat vekirin.
10:32 29/10/2016
 
Ji rojavayê Mûsilê jî operasyon hat destpêkirin
Heşd El Şeebî dest bi operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê kir.
10:22 29/10/2016
 
Qeyûm bi zorê dixwaze Esnafên Cizîrê alê li dikanan bixin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, Qeyûm zorê li esnafan dike ku ala tirk bi dikanên xwe veke û gefan li esnafan dixwe.
10:15 29/10/2016
 
Îşkence li girtiyê nexweş kirin
Girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmirê sewqî Girtîgeha Şakranê kirin rastî îşkenceya leşker û gardiyanan hat.
10:07 29/10/2016
 
Gundekî din jî hat rizgarkirin
Li herêma Şehbayê gundekî din hate rizgarkirin.
10:05 29/10/2016
 
Bi hinceta 'cih tuneye' 4 meh in di hucreyê de tê girtin
Girtiyê bi navê Şervan Yilmaz ê li Girtîgehat Tîpa L a Antalyayê tê girtin bi hinceta ku li girtîgehê cih tuneye 4 meh in di hucreyê de tê girtin.
09:47 29/10/2016
 
'Em destûr nadin qeyûm tayînî şaredaiyê bikin'
Gelê Kurd bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dan û diyar kirin dê xwedî li şeredariya xwe derdikevin.
09:14 29/10/2016
 
Li Edeneyê serdegirtinên malan
Li Edeneyê di serdegirtinên malan de zarok jî di nav de gelke kes hatin binçavkirin.
09:13 29/10/2016
 
10 meh in rapora înfazê nadin malbatan
Di ser înfaza 12 endamên HPG'ê re re10 meh derbas bûn. Lê heta niha tu lêpirsîn nehatiye amadekirin. Li gel ku raporên otopsiyê hatin amadekirin jî raporê nadin malbat û parêzeran.
09:11 29/10/2016
 
3 caran hatin koçberkirin, axa xwe neterikandin
Welatiyên Şirnexê ku 3 car in ji ber zordariya dewletê koçber dibin li gel her cureyê êrişan jî axa xwe naterikînin û li wargeha ku ji bo kurdên êzidî hatibû çêkirin li ber xwe didin.
09:11 29/10/2016
 
Girtiyê di hucreyê de 53 roj in di grevê de ye
Girtiyê bi navê Hanîfî Kuzu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne û ev 2 salin di hucreya yek kesî de tê girtin di dijî pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê ev 53 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kuzu banga hestiyariyê li raya giştî kir.
09:10 29/10/2016
 
Piştî Foçayê li Çandarliyê skandala ava qirêj
Piştî Foçayê niha jî derket holê ku li taxa Çandarliyê ya Dîkiliyê ava qirêj a ku nehatiye parzinkirin berdidin nava deryayê
09:09 29/10/2016
 
Şaredariyên AKP'ê xwezayê talan dikin
Baxçeyên Paşabagî yê sal 12 meh çandinî û çotkarî lê tê kirin, ji aliyê şaredariye ve tê astengkirin. Serokê Teşkîlata Parastina Mal ên Cotkara û Avdaniya Paşabaxi Adnan Felhan diyar kir ku şaredarî destûr nade welatî li baxçeyan çotkariyê bikin.
09:09 29/10/2016
 
Jinên rojnameger banga bilinkirina têkoşînê kirin
Jinên rojnameger ên li Îzmîrê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê dan û banga bilinkirina têkoşînê li hemû kesî kirin.
09:08 29/10/2016
 
Buchner: Ocalan dikare di 6 mehan de çareser bike
Endamê Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Alman Klaus Buchner, da zanîn ku Tirkiye dikare bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji şerê ku ji ber polîtîkayên AKP'ê tê jiyîn xilas bibe lê hikûmeta AKP'ê ji vê re ne amade ye.
09:07 29/10/2016
 
Ji bermahiyên şer dîmenên jiyanê
Li gundên ser sînorê navbera Hatay û Sûriyê ku 5 salin şer didome, welatiyên herêmê ligel şerê dijwar têkoşîna jiyanê didin û di bin şer de debara xwe dikin.
09:07 29/10/2016
 
Parlamentera Îngîlîz: Tirkiye serbijêr ve diçe
Parlamentera Partiya Kesk a Îngîltereyê û endama Parlamentoya Ewropayê Julie Ward diyar kir ku hevdîtinên wan ên li Amed û Mêrdînê gelek tişt nîşanî wan dane û Tirkiye di serdema modern de paşketinek mezin jiyan dike.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN