DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

09:20 27/9/2016
 
Xwendekar dê pişta xwe ji polîtîkayên AKP'ê bizivirînin
Endamên DEV-LÎS'ê diyar kirin ku li dibistanan propaganda AKP û DAÎŞ'ê tê kirin û dê li dijî van polîtîkayên AKP'ê kampanya "Pişta xwe bizivirîne" dest pê bikin.
14:18 25/9/2016
 
Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê hat îlankirin
Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê avakirina meclîsa xwe îlan kir.
14:03 01/9/2016
 
Ciwanên SGDF'î greva birçîbûnê bi dawî kirin
6 jê endamên SGDF'ê 11 kesên li Îzmir û Balikesîrê ji ber pêkanînên OHAL'ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin.
09:12 12/8/2016
 
‘Em bi ruhê 15'ê Tebaxê tecrîda li ser Rêbertiyê bişkînin'
Piştî hewldana derbeyê, fikarên der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zêde dibin, ciwanên kurd bertekên xwe dan nîşan û diyar kirin ku di salvegera pêngava 15'ê Tebaxê de ji bo tecrîd bê şkandin, bi rûhê 15'ê Tebaxê biherikin qadan.
12:01 11/8/2016
 
Ciwanên HDP'ê yên Dîlokê meclisa xwe ava dikin
Ciwanên HDP'ê yên Dîlokê di nava salekî de bi sedan hevalên wan hatin girtin, ji bo nûve avakirinê kampanyaya meclis û rêxistinkirinê dan destpê kirin.
09:09 22/7/2016
 
Li dijî OHAL'ê parastina rewa
Rêxistinên ciwanan ên Îzmirê hewldana darbeya leşkerî û OHAL nirxandin û diyar kirin ku ew dê li dijî vê rewşê ciwanên şoreşger li kolanan bi rêxistin bikin û parastina rewa pêş bixin.
23:13 11/6/2016
 
Ciwan nexistin Cizîrê
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên ji bo avakiran Cizîrê ji bajarên Tirkiyeyê hatin Cizîrê nexistin nava bajar.
09:26 09/6/2016
 
Dê tu xeyal nîvco nemîne!
Kampanyaya ku ji aliyê endamên SGDF'ê ya "Rêwiyên xeyalê di riya edaletê de ne ji bo Pirsûsê milyonek îmze" ji bo dîtina kiryarên qatlîama Pirsûsê li her derê Tirkeyeyê belav dibe. Li Edene û Mêrsînê endamên SGDF û ESP'ê yên ku kolan bi kolan, derî bi derî digerin wiha gotin: "Em wekî hevrêyên 33 rêwiyên xeyalê li Amarayê bi xeyalên ku nîvco mane ve bi gotina xwe ya 'Dê tu xeyal nîvco nemîne' ve li kolanan, dibistanan, kargehan, li taxan, li qadan lêgerîna edalatê bidomînin."
09:05 07/6/2016
 
‘Em dê di avakirina Kurdistanê de pêşengiyê bikin'
Meclîsa Ciwanên HDP'ê dê di 10'ê Hezîranê de bi hişyariya "Ji Geziyê ber bi Cizirê em jiyanê ava bikin" biçin Kurdistanê bi bi gelê Kurdistanê re berxwedanê mezin bikin. Endamê Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Mêrsînê Derviş Ozan Ersoy, diyar kir ku wan çawa ji Gezî heta Kobanê rista jiyanê hûna, dê li Kurdistanê jî pêşengiyê bikin. Endamê Kollektifê Cemre Berivan Gurses, jî anî ziman ku ew dê her dem li cem gelê kurd cih bigirin.
09:19 26/5/2016
 
Ciwan dê bi ruhê Gaziyê Cizîrê înşa bikin
Di salvegera Berxwedana Geziyê de ciwanên ku pêşengên berxwedanê bûn dê bi banga Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve bi ruhê Geziyê diçin Cizîrê ji nû ve înşa bikin. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ridvan Ozturk bang li ciwanan kir û xwest bi ruhê berxwedana Geziyê bi ruhê berxwedana Cizîrê re bikin yek û tevlî xebatên înşayê yên li Cizîrê bibin.
11:57 25/5/2016
 
Ciwan: Em di 1'ê hezîranê li Cizîrê bin
DEM-GENÇ û Jinên Ciwan Demokratîk û Azad (ODGK) bang li tevahya zanîngeh û ciwanên çepgir û sosyalîst kir ku ji bo ji nûve avakirinê di 1'ê hezîranê de li Cizîrê bin.
09:15 05/5/2016
 
Ciwanan: Denîzan 44 sal berê banga têkoşîna hevpar a gelan kirin
Ji vir û 44 sal berê dema pêşengên şoreşger ên nifşê 68'an Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ber bi sêdarê ve dimeşiyan qêrîna wan a dawî "Bijî biratiya gelan û bijî sosyalîzm bû." Ciwanan diyar kir ku Denîzan 44 sal berê banga têkoşîna hevpar a gelan kirine û gotin ji her demê zêdetir pêdivî bi serxwebûn û sosyalîzmê heye.
15:25 30/3/2016
 
ODGK: Bi berxwedana jinê ber bi Amarayê ve
ODGK'iyên ku ji bo Meşa Amarayê bang li jinan kirin, diyarin kir ku ew dê bi deng, reng û berxwedana bi hezaran jinên ciwan ber bi Amarayê ve biherikin.
14:29 18/3/2016
 
Ciwanên HDP'î dê bi meclîsê xebatên xwe bimeşînin
Ciwanên HDP'ê ku hefteya borî li Enqereyê kongreya xwe pêk anîn, encamnameya xwe aşkere kirin. Ciwanan diyar kirin ku ciwanên xwedî feraseta azadîparêz, wekhevparêz, demokrat, ekolojîst dê di bin meclîse de xebaten xwe bimeşînin bi modela meclîsê xwe bi rêxistin bikin.
10:08 18/2/2016
 
'Divê zarokên Geziyê û yên xendekan dest bidin hevûdu'
Ciwanên endamên Halkevlerî destnîşan kirin ku hikumeta AKP'ê dixwaze bi polîtîkayên tevkujiyê tirsê di civakê de pêş bixe û gotin "Ji bo faşîzma Qesrê were hilweşandin divê zarokên Geziyê û zarokên xendekan dest bidin hevûdu û di eniyeke hevpar de bigihin hev."
10:07 13/2/2016
 
'Divê ciwanên kurd jî wekî ciwanên Pontusî ji leşkeriyî fîrar bikin'
Ciwanê Pontusî Sînan Firat Koymen diyar kir ku gerîlayên Pontus ên di 1920'an de xwe birêxistin kirin jî weke gerîlayên PKK'ê ji bo li hemberî dagirkeriyê axa xwe biparêzin çek hilgirtin û wiha got: "Ciwanên Pontusî ji bo teslîmî qatilên xwe nebin neçûn leşkeriyê û an jî ji leşkeriyê firar kirin û tevlî yekîneyên gerîla yên Pontus bûn. Îro li Kurdistanê jî şerekî gel heye. Ciwanên kurd ên diçin leşkeriyê li ser erdnîgariya xwe li hemberî gelê xwe şer dikin."
11:08 17/1/2016
 
Xwendekarên Xerpêtê xwerêveberî silav kirin
Komeleya Xwendakarên Azad a Zanîngeha Firatê (FOODER) ji bo şermezarkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwedîlêderketina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin şahî li dar xist.
10:09 11/1/2016
 
Jinên ODGK'î: YPS-JIN li hemberî qirkirina jinê hate avakirin
Jinên ODGK'î diyar kirin ku dewlet tehamulî pêşengiya jina Kurd nake û ji ber vê yekê bi zanebûn qetil dike. Jinên ciwan gotin ku YPS-JIN li hemberî qirkirina jinê hatiye avakirin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî parastina cewherî ya li Kurdistanê bibin.
10:04 10/1/2016
 
'Em ê bi ODGK'ê ve tevli pêvajoya xwerêveberiyê bibin'
Jinên ciwan bi kongreya xwe ya pêkanîn ve di bin banê ODGK'ê de hatin cem hev. Jinên ciwan diyar kirin ku dê bi meclîsên jinên ciwan ên bên avakirin ve beşên xwerêveberiyê ji bo ku bê înşakirin têkoşîneke aktîf bimeşînin, bi rêxistinbûna xwe ve li dijî qatlîamên dewletê derkevin.
10:01 07/1/2016
 
Ciwanên Îzmîrê: Li pêşiya me du rê hene
Ciwanên Îzmîrê Yekîneyên Parastina Sivîl ên li Kurdistanê li hemberî terora dewletê hate avakirin silav kir. Ciwan diyar kirin ku li ber ciwanên rojavayê Tirkiyeyê jî du rê hene, an dê tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin an jî de her derê veguherînin Kurdistanê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN