DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

14:49 26/5/2015
 
Jinên ciwan standa ‘Xwedî derkeve’ vekirin
Meclîsa Jinên Ciwan Dem-Genç’ê di çarçoveya hamleya “Xwedî derkeve” de li Enqereyê belavokên naveroka wan jinên azad vedibêje belav dikin û polîtîkayên HDP’ê yên jinê ji gel re vedibêjin.
09:31 25/5/2015
 
Başaran: Em ê hişmendiya AKP'ê ya takekesî hilweşînin
Jinên ciwan ên DEM-GENÇ'ê ya Êlihê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve de" li navçeya Sasona Êlihê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de namzeta HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku bi ruhê berxwedana Kobanê, Şengalê û Mexmûrê ew ê hişmendiya AKP'ê ya takekesî di 7'ê hezîranê de hilweşînin.
09:51 21/5/2015
 
Ji ciwanên Rihayê konsera 'Xwedî Derkeve'
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Harranê (HODER) di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” ya ku bi dirûşma “Li ax, av, enerjî, xweza, ziman û çanda xwe xwedî derkeve” de konser li dar xistin. Namzeda HDP'ê û Dayika Aştiyê Hedlê Ogûr got ku bi hezaran ciwanên wan şehîd ketin û êdî dem dema azadiya hemû gelên mazlûm û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
09:14 19/5/2015
 
Li Colemêrgê bi def û zirneyê çalakiyên 'Xwedî Derkeve'
Li Colemêrgê endamên CODER’ê di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” de paqijiya hawirdorê kirin û bi beşdariya sedan xwendekaran konsera li darxistin û banga xwedîderketina HDP’ê kirin.
09:10 18/5/2015
 
Ciwan dê bi DEM-GENC'ê rihê DEV-GENC'ê vejiyînin
DEM-GENÇ ku hêviya xwe ji ruhê tevgera ciwanan a navdar DEV-GENC'ê digire, amadekariyan dike ku bibe tevgera sêwan a ciwanên Tirkiye û Kurdistanê.
11:13 16/5/2015
 
'Em dê bi rihê DEM-GENÇ'ê bendan hilweşînin'
Endamên DEM-GENÇ'ê yên Amedê bi dirûşmeya "Em dê rihê DEM-GEÇ'ê bendan hilweşînin" dê li Qada Batikentê konserê li dar bixe. Nûnerê DEM-GENÇ'ê Serdar Dûndar diyar kir ku hilbijartina 7'ê hezîranê nêzik dibe û ji ber wê yêkê pirsgirêkan derdixin û dixwazin provokasyonan pêk bînin.
09:22 14/5/2015
 
Pêngava 'Xwedî derkeve' li Uşakê jî hat destpêkirin
Meclîsên Ciwanan ên HDP, DBP'ê û DEM-GENÇ'ê bi şîara "Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, çand û pêşeroja xwe derkeve" pêngava "Xwedî derkeve" dabû destpêkirin li Uşakê jî starta wê hat dayîn. Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê diyar kirin ku heta ku en pêngav bigihêje armanca xwe û li hemberî polîtîkayên koldariyê ew ê bi ruhê serhildanê li ber xwe bidin.
09:17 14/5/2015
 
Esnafên Dêrsimê: Kî pêşeroja xwe difikire dengên xwe bidin HDP'ê
Esnafên Dêrsimê der barê xebatên hilbijrtinê yên HDP'ê de nêrînên xwe anîn ziman. Esnafan diyar kirin ku HDP dê azadî, aştî û demokrasiyê bîne vî welatî û ji bo ev yek pêk were divê her kes dengê bide HDP'ê.
11:39 08/5/2015
 
Li Wanê şahiya 'Xwedî derkeve'
Li Artemêtanê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan ên HDP, DBP'ê û aktîvîstên DEM-GENÇ'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve' de meşeya meşaleyî pêk anîn û şahî li dar xist.
09:21 06/5/2015
 
Li Cizîrê ciwan di şahiyekê hatin cem hev
Li Cizîrê endamên DEM-GENÇ'ê di çerçoveya pêngava 'Xwedî derkeve' de şahiyek li dar xist.
21:52 05/5/2015
 
Ciwan li ax, av û enerjiya xwe xwedî derdikevin
Meclisa ciwanên DBP'ê û DEMGENÇ'ê ya Êlihê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de şahiyek li dar xist. Di şahiyê de banga xwedî derketinê av, ax û enerjiyê hat kirin.
15:41 30/4/2015
 
Ciwanên Dêrsimê çêkirina bendav û HES'an şermezar kirin
Meclîsa Ciwanên DBP’ê ya Dêrsimê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" meş li dar xist û çêkirina bendav û HES'an şermezar kirin.
09:07 22/4/2015
 
Ji hemleya 'Xwedî Derkeve' ber bi federasyona ciwanan
Êdî ciwanên kurd di bin sîwana Federasyona Ciwanên a Demokratîk (DEM-GENÇ) kom bibin û xebatên xwe gav bi gav pêş bixin. Ciwanên Rihayê hemleya "Xwedî Derkeve" nirxandin û gotin ku dê li hemû deverên Kurdistanê çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanê bi navê Îlîmdar Karataş da zanîn ku pergala kapîtalîst û mêtingera her derên Kurdîstanê zirarê dide xwezayê, civakê û xirab dike.
10:33 21/4/2015
 
Hamle heya bigihîje armanca xwe dê bidome
Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBP'ê Şahîn Dundar di der barê hemleya "Xwedî Derkeve" ya li dijî polîtîkayên dewletê yên talankirina xwezaya Kurdistanê û dejenerekirina ciwanan de dane destpêkirin axivî û diyar kir ku pêngava wan daye destpêkirin heta bigihîje armanca xwe dê bidome.
11:53 20/4/2015
 
DEM-GENÇ'ê li Kocaeliyê şahî li dar xist
Federasyona Ciwanan a Demokratik a Kocaelî (DEM-GENÇ) li Qada Newrozê ya navçeya Daricayê ya Kocaeliyê bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî li dar xist.
22:22 19/4/2015
 
Yuksek: AKP ji ber, ji hêzê jiyana nû ditirse provokasyona pêk tîne
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek di konsera ciwanan de axivî û anî ziman ku AKP ji ber, ji hêzê jiyana nû ditirse provakasyona pêk tînê, divê kes neyin provakosyona û wiha got: "Em ê di 7 hezirane de ser bikevin."
13:19 19/4/2015
 
Konferansa Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Çewlîkê dest pê kir
Konferansa Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Çewlîkê ya berî Konferansa Ciwanan a li Amedê ya bajar dest pê kir.
14:35 17/4/2015
 
Li Stenbolê konsera ciwanan
Rêxistinên ciwanan bi dirûşmeya "Ciwanên rêxistinkirî beri bi şoreşê ve dimeşin" dê di 19'ê nîsanê de li navçeya Bakirkoy a Stenbolê konserekê li dar dixin.
16:36 16/4/2015
 
Ciwanan çalakiya xwe ya nobetê bi dawî kir
Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Mêrdîn û Êlih di 13'ê nîsanê de li hemberî bendav û talana xwezayê çalakî dabûn destpêkirin û bi hinceta "Ji provokasyonan zemîn nedin" dawî ji çalakiya xwe anîn.
16:26 13/4/2015
 
Ciwanan ji bo av û xwezayê dest bi nobetê kirin
Meclîsa Ciwanan û Meclîsa Jinên Ciwan ên DBP'ê li hemberî HES û bendavên xwezayê talan dikin hamleya "Xwedî derkeve" meş li dar xistin û nêzî Bendava Ilisuyê dest bi çalakiya nobetê kirin. Ciwanên dest bi nobetê kirin diyar kirin ku ew dê heya dawî xwedî li xweza û ava xwe derbikevin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN