DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

11:34 29/10/2016
 
'Santralên termîkê dê hevsengiya avhewayê xera bike'
Berpirsiyarê Kampanya Enerjî û Avhnewayê ya Greenpeace Reşit Elçin, diyar kir ku santrala termîkê ya Komurlu tenduristiya derdorê û hevsengiya hewayê xera dike.
09:08 25/10/2016
 
Ji Çemê Seyhanê çop diherike!
Her du qerexên Çemê Seyhanê ji ber çop û molozên hatine rijandin, veguheriye çopgehê. Endamê Komleya Ekolojiyê Yaşar Gokoglû yê li dijî qirêjkirina çem bertek nîşan de, bangî rayedaran kir da peywira xwe bi cih bînin.
15:11 22/10/2016
 
Parêzvanên xwezayê madeya 80'an dibin AYM'ê
Parêzvanên xwezayê yên derbarê madeye 80'an a ku rê li ber talankirina xwezayê vedike de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê madeya 80'an bibin Dadgeha Qanûna Bingehîn.
09:21 19/10/2016
 
Qirêjiya diçe çemê Menderesê 1.5 milyon masî kuşt
Di 3 salên dawî de ji ber ava qirêj diçe ser Çemê Menderesa Mesin 1.5 milyon masî hatin kuştin. Ekolojîstan bang li rayedaran kir ku hestiyar tev bigerin.
09:04 18/10/2016
 
Deltaya Goksuyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm diyar kir ku, ji ber çêkirina bendav û HES’yên li ser Çemê Goksûyê, Delltaya Goksûyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye û xwest dmeildest tevdîr bên girtin.
09:25 17/10/2016
 
Masiyên Dîcleyê dimirin
Ji ber Robarê Dîcleyê yê ku di demên dawî der qirêjbûna wê zêde bûye, kom bi kom mirina masiyan fikaran çêdike.
09:12 17/10/2016
 
Li Foçayê ava qirêj diherike behrê
ÎZSU ku beriya niha bi talanên xwe yên xweza û çandê ketibû rojevê, derket holê ku niha jî li Yenî Foçayê di bin navê tesîsa parzînandinê de ava qirêj ber dide behrê. Welatiyên herêmê jî li hemberî qirêjiya li peravên behrê bi bertekin.
09:17 16/10/2016
 
HES'ê gund di bin avê de hişt
Projeya HES'ê ku bi biryara "Îstimlaka lezgîn" li ser Çemê Porsukê hat avakirin gundên herêmê di bin avê de hiştin. Welatiyan diyar kirin ku hemû zeviyên çandiniyê yên bi bereket tev di bin avêde man û şîrketa ku heqê wan nedaye wan gef li wan xwar.
09:08 16/10/2016
 
Sulava Harbiye ziwa dibe
Sulava Harbiye ku di cîhanê de navdar e û wargeha turîzmê ye ji ber projeya şaredariya Hatayê ya bendav û rêyan ziwa dibe.
09:05 15/10/2016
 
Berên dawî yên demsalê, reng didin dezgehan
Li Erdîşê mahsulên dawî yên payîzê li gel rengdayîna dezgehan, dilê mirovam dibijînin xwe.
09:28 13/10/2016
 
Li Furmayê komun û jiyana ekolojîk tê înşakirin
Li Çewlîka Furmayê Bozkoy a Karaburunê li hemberî sîstema heyî wekî alternatîf jiyanekî kolektîf tê înşakirin.
09:17 13/10/2016
 
Fabrîkaya çîmentoyê jehrê dipeşikîne hawirdorê
Li Sîlîfkeya Mêrsînê Fabrîkaya Çîmentoyê ya Medcemê ya ji aliyê Eren Holdîngê ve hat avakirin, jehrê dipeşikîne hawirdorê.
11:12 12/10/2016
 
Dê li dijî santrala Nukleerê heta dawî têkoşîn
Derdorparêz û ekolojîstan bertek nîşanî pêşkêşkirina Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya Rûsya û lihevkirina Erdogan û Pûtîn dan. Parazvanên derdorê û nûnerên saziyên civakî diyar kirin ku ew dê heta dawî dijî avakirina santrala Nukleerê tebikoşin.
09:15 12/10/2016
 
Bîra dîrokî ya Rihayê niha veguheriya çopgehê
Li navçeya navendî Halîliyeya Rihayê bîra dîrokê Bîra Dêwteştê, terkî çarenûsa xwe hatiye kirin. Bîra ku berê hawirdora wê bi bax û baxçe bûn, niha di nav gumletên betonî de veguheriya sergoyan.
09:11 11/10/2016
 
Wezîrê Enerjiyê dixwaze bi pêşnûmayê baxçeyên zeytûnan tune bike
Wezareta Zanistî, Sanayî û Teknolojiyê bi armanca fabriqeyan di nava zeviyên zeytûnan de ava bike amadekariyên "Pêşnûmeya Pakêta Reforma Hilberîneriyê" dike û dixwaze bi zagonan rê li pêş talankirina xwezayê veke. Rençberên zeytûnan bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin vê pêşnûmayê.
09:12 08/10/2016
 
Li girê bê parêzvan ma, nêçirvanên defîneyan wî dikolin!
Li Wanê girê dîrokî yê ji serdema Ûrartûyan mayî, piştî arkeologên di bin banê Wezareta Turîzm û Çandê de navber dan xebatên xwe, gir bê parêzvan hiştin û çûn. Piştî vê nêçirvanên defîneyan ketin dewrê û dest bi kolandina gir kirin.
09:15 06/10/2016
 
Şaredariya AKP’î Girava Axdamarê kiriye sergo
Derket holê ku Şaredariya AKP’î ya Gevaşê, qada li peravên Gola Wanê 15 sal in wek qada çop û gemarê bi kar tîne. Ev sergo û çopgeh li gel dîmeneke xerab, ji bo tenduristiya giyaneweran jî talûkeyê dide der.
11:01 21/9/2016
 
Fabrîqeya Beton ji zeviyên Fisteqan baştir e!
Li Rihayê 5 hezar dolim zeviya fisteqan bi hinceta "zevî li şûna fisteqan ji bo betonê baştir e" ji bo fabrîqeya Çîmento ya LÎMAK'e tehsis kirin.
09:05 21/9/2016
 
Berxwedêra Cerattepe Zeyno: Em ê têkoşînê mezin bikin
Berxwedêra Cerattepeyê ya li dijî madenê de bi granî birîndar bibû Zeyno Bayramoglu, da zanîn heke dadgeh biryara xweya betal kirinê biguhere, ew dê bi berxwedaneke hêj mezintir vegerin.
09:09 18/9/2016
 
Şaredariya AKP'î perav kir sergo
Şaredariya Westanê ya AKP'î bi hinceta ku "zêde lêçûn naçe" peravê gola Wanê wekî ku kireya sergo.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN