DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

09:34 30/10/2016
 
Hinarê Hîcazê li ser daran ma!
Li bajaroka Irganliyê cotkarên ku par kîloya hinarê Hîcazê 1,2 TL'î difirotin ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê îsal kîloya hinarê nikarin bi 60 quruşî jî bifiroşin. Bi hezaran ton hinar an li ser daran dimîne an jî dibe êma sewalan.
09:20 23/10/2016
 
20 ton sêv li qadan hat rijandin…
Li Çîvrîlê, cotkarên ku sala çûyî kîloya sêvên nejêkirî di navbera 1-1.5 TL’yî de difirotin, îsal ji ber polîtîkayên şer yên AKP’ê kîloya sêvan bi 50 qurişî jî nikarin bifiroşin. Cotkar ji ber nikarin sêvên xwe bifiroşin, wan dirijînin qadan û diyar kirin ku, ji ber qeyrana aborî wan dest bi jêkirina darê sêvan kiriye.
14:10 22/10/2016
 
Guven: Kurdistan ji ber dewlemendiya xwe rastî derstdirêjiyê tê
Yekîtiya Odeya Esnaf û Senetkaran û Şaredariya Bajaroka Gîrêsîran konferansa aboriyê pêk anî. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ji ber axa Kurdistanê gelek dewlemend e her dem hêzên dagirker desteser kiriye.
11:08 20/10/2016
 
Esnafên Cizîrê: Xurtkirina aboriyê bi aştiyê pêkane
Ji ber zext û êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Cizîrê didomin, esnaf di rewşek zehmet de ne. Esnafan diyar kirin ku hem keyfa gelê Cizîrê nexweşe hem jî êdî gel feqîre û wiha gotin: "Aboriya herêmê dikare bi siyaset bê xurtkirin ev jî di aştiyê re derbas dibe."
09:03 19/10/2016
 
Bêîstîkrariya civakî û aborî, dê bi xwe re siyasatek nû bîne
Di 93 salê Komara Tirkiyeyê û di serdemên 65 hikûmetên heta niha hatine avakirin de, dema mirov li rêjeyên mezinbûyîna aboriya wê û ji salên 80’yî heta niha li paydariya wê ya ji aboriya cîhanê girtiye dinihêre, dîmeneke kulek û çolax derdikeve pêşberî mirov.
09:01 19/10/2016
 
‘Polîtîkayên enerjiyê zerarê dide turîzmê'
Ji Îskenderûnê heta Antalyayê seranserên rûbaran HES tê avakirin û santralên Nukleerê tên çêkirin. HES û nukleerên tên avakirin zerarek mezin dide turîzmê. Kesê karê turîzmê dike Tevfik Ovacık, polîtîkayên AKP'ê yên enerjiyê rexne kir û diyar kir ev polîtîkayên enerjî û aboriyê zerarê dide turîzmê.
12:44 16/10/2016
 
Anli: Em dê bi xwe aboriya xwe ava bikin
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, diyar kir ku bi sed salan e li herema wan pergala rêveberiya xweser heye û ew dê bi piştevanî û şewirmendiya gelê herêmê aboriya xwe ava bikin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku ew dê bi Perspektifa Azadiya Jinê aboriya xwe ava bikin.
09:15 16/10/2016
 
Li Tirkiyeyê serav tê çandin, lê xubar şîn tê- ANALÎZ
Piştî Moody’s û S&P notê krediya Tirkiyeyê daxistin sewiyeya “çop”ê, niha hemû çav li benda nota Fîtch’ê ye. Aborînas û rexnegirên aboriyê diyar dikin ku, heke li Tirkiyeyê ji bo başkirina daneyên aboriyî, îstîkrara siyasî û polîtîk gav neyên avêtin, xuyaye dê Fîtch jî Tirkiyeyê daxe sewiyeya sergoyî û dê ber bi dawiya salê kaoseke dijwar xwe bide der.
09:06 16/10/2016
 
Demsala masiyan dest pê kir, lê eleqe tune
Îsal demsala neçîra masiyan dest pê kir, lê masiyên li ser dezehan nayên firotin û eleqeyê nabînin. Masîvanên Edeneyê gazinç kirin û diyar kirin ku masiyên wan isal nayên firotin.
09:05 16/10/2016
 
Aboriya Tirkiye ji kontrolê derket
Aborînasê rexnegir Mustafa Sonmez rewşa aboriya Tirkiye nirxand û diyar kir ku Aboriya Tirkiye ji kontrolê derketiye. Sonmez, anî ziman ku niha aboriya Tirkiye di destê çend kesan de ye û ev ji hemû çavkaniyên Tirkiye pêşkêşî sermayedarên navneteweyî dike.
09:05 15/10/2016
 
Li Êlihê 306 esnafan dareba girtin
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnafan a Êlihê Talat Kara diyar kir ku pêvajoya şer bandorekî neyînî li ser esnafan kiriye û di 3 mehên dawî de 306 esnafan derebayên xwe girtine.
09:03 15/10/2016
 
Cotkar: Garis û genim baş bû pembû zerar bû
Cotkarên gundên Şukirliya Bismilê diyar kirin ku îsal çandiniya genim û garis baş bû lê wan ji çandiniya pembû zerar dîtine.
15:56 12/10/2016
 
Piştî axaftina Serokwezîr li hemberî dolar, TL bû xwelî
Li Tirkiyeyê trenda dêrandina negatîf û bêqîmetbûyîna TL hîn jî didome. Piştî axaftina Serokwezîr Yildirim a têkildarî 'Pergala Serokatiyê', di navbera 2 saetan de dolar/TL teqlek li xwe xist û ji sedî 0.25 zêde bû.
09:22 12/10/2016
 
Turîzm di krîzê de ye
Esnafên Foça ya ku turîstên xwecihê eleqeyeke mizn nîşan didin ji ber şer û OHAL'ê hatine asta îflaskirinê. Esnafan nirxandina "Berê jî di dema Tansu Çîllerê de me heman tişt jiyan kiribî" kirin û tiştên ku diqewimin bi şer re girêdan.
09:12 12/10/2016
 
Polîtîkayên hikûmetê pişta hilberînerên lîmonan jî şikand
Lîmona ku her sal hilberîna wê kêm dibe, îsal jî rastî polîtîkaya hikûmetê ya ku disepîne hat.
09:17 11/10/2016
 
Turîzma Mêrdîn di krîzê de ye
Serokê Komeleya Otelvan û Turîzmê ya Mêrdînê Ozgur Azad Gungor, diyar kir ku ji ber "qedexeya derketina derve" û bûyeren dawî yên li Kurdistanê êdî turîzm di krîzê de ye. Gungor, anî ziman ku li Mêrdîn 16 otel hatin klîtkirin.
09:07 11/10/2016
 
Esnafê Bazîdê îflas dikin
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Leşker û polîs kolanên ku çûn û hatina wan pir zêde ne, bi blokên beton girtin. Ji ber ku leşker û polîsan rê bi betonan girt, çûn û hatin kêm bû û esnaf îsyan dikin.
09:06 11/10/2016
 
Êdî rençber nikarin çotkariyê bikin
Rençberên navçeya Saruhanli ya Manîsayê, diyar kirin ku îsal ji ber şer zerar kirin û hatina wan ji sedî 50 kêm bû. Rençberan, anîn ziman ku îsal zerar kirin û dê nikaribin sala bê çandinî û çotkariyê bikin. Rençberan, destnîşan kir ku lêçûna çandiniyê ji hatina berhem û mahsula wan zêdetir e.
09:24 10/10/2016
 
Serokê GUNGÎAD’ê Akbal: Teşwîqa herî mezin aştî ye
Serokê GUNGÎAD’ê Hakan Akbal, der barê encamên Şert û Mercên Dahat û Jiyanê yên herêmî de axivî, dest nîşan kir ku, dê tu razemendiyek di nêvengeke şerî de razemeniyê neke û wiha got: “Teşwîqa herî mezin aştî ye.”
09:05 09/10/2016
 
Ji ber nêçirê, buhayê masiyan ketiye!
Masîvanan diyar kir ku piştî qedexeya nêçira masiyan rabû, buhayê masiyan û firotina wan kêm bûye û li dijî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN