DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

09:13 20/7/2016
 
Kanên xîz û micir jiyan li gund herimand
Li gundê Zîro yê Agiriyê li ser navê Sanaya Organîzê 3 hezar û 600 dolim zevî xistin xizmeta şîrketên kaanan. Kayê gund Abdullah Arslan, diyar kir ku kaanên xîz û micir ên hatin vekirin jiyana gundiyan herimand û ekolojî tev talan kir.
09:10 18/7/2016
 
Welatî mesrefên xwe jî dernaxin
Ji ber zêdehiya baranê cotkarên Agiriyê îsal derengî dest bi dirûna genim kirin, ji ber ku buhayê kayê kêm e patoscî gund bi gund digerin û ji ber buhayê mazotê gelekî tengezar in.
10:39 10/7/2016
 
Tûrîst tune be ziman bê xêr e
Rêberê turîstan Bariş Şengezer ku bi 4 zimanên biyanî dizane, diyar kir ku 22 salin di sektora turîzmê de dixebite, ew qas salek xerab nedîtiye. Şengezer, ji ber tunebûna turîstan ji kar hat avêtin û niha li dikanê dinere.
09:05 08/7/2016
 
Ji ber şerê li Kurdistanê 20 esnafên Rihayê kepeng girtin
Serokê Komeleya Esnafên Pêlîstokên Elektronik a Pazaja Japon Mehmet Toprak, diyar kir ku ji ber şerê heyî esnaf nikarin pereyên çekan bidin û ji ber pereyê çekên wan nayê dayîn ew îflas dikin û wiha got: "Ji ber şerê li Kurdistanê ji 100 esnafên Pazaja Japon 20 esnafan deriyê dikanên xwe girtin.
16:27 04/7/2016
 
Esnafên Rihayê: Her sal xwezî bi par
Esnafên Rihayê yê îsal ji danûstandina cejnê bifikar in, diyar kirin ku piştî komkujiya Pirsûsê bi konsepta şerî re kar hema bêje ji sedî 50 ketiye û wiha gotin, "Her sal xwezî bi par."
10:24 04/7/2016
 
Qedexe esnafên Cizîrê dixe zahmetiyan
Li navçeya Cizîrê ku hêj qedexeya derketina kolanan a şevê berdewam dikin, esnaf zor û zahmetayin dijîn. Esnafên Cizîrê diyar kirin ku girtina Deriyê Xabûrê zerake mezin dide debara wan û dixwazin bi van qedexeyan esnafan mohtacî xwe bikin.
09:03 03/7/2016
 
Tûrîstên Tirkiye diçin derve
Îsal ji ber ku gelek bombe li Tirkiye teqîyan û gelek komkujî pêk hatin tûrîst nayên Tirkiye. Li aliyê din turîstên Tirkiye jî diçin dervê Tirkiye. Ji ber ku cejna remezanê 9 rojin turîstên Tirkiye dê biçin derve.
09:12 02/7/2016
 
Esnaf bi krîza aborî cejnê pêşwazî dikin
Krîza aborî ya esnaf aniye ber îflasê nêzî cejne jî rûyên esnafan nekenand. Beriya cejnê divê sûk bi liv û teger bûya lê ji rojên din cudatir nîne. Esnafên Enqereyê wiha gotin: "Şekirê ku em bi 5 TL'î difiroşin jî mirov nikarin bikirin. Dema herî xirab a 10 salên dawî ye. Karê wêdetir derdê me roj derbaskirin e."
09:05 01/7/2016
 
Li Wêranşarê dema şelengo ye
Demsala palehiya şelengo ya ku tenê li navçeya Wêranşerê tê hilberadin şeklê wî yekî zebeş tehma wî jî wekî hiyar e hat. Gurbet Erbekler a ku bi şelengoyên li ber mala xwe çandiye debara malbata xwe dike diyar kir ku ji ber ku di selete, tirşî û caciqê de tê bikaranîn li herêmê eleqeyeke mezin ji bo şelengo heye.
09:06 30/6/2016
 
Dewletê 50 milyon zirar da dikandarên Geverê
Li navçeya Geverê ji ber êrîşên hêzên dewletê sedî 90’î dikandaran zêdetirî 50 milyon zirar dîtin. Serokê Odeya Dikandarên Geverê Îrfan Sari da zanîn ku ji ber êrîşan gelek dikandaran darabeyên xwe anîn xwarê û banga “Heke em di nav piştgiriyek xurt de nebin em ê ji derba ji şer zêdetir bixwin” kir.
09:08 21/6/2016
 
Di 6 mehan de zêdetirî 250 esnafên Sûrê îflas kirin - HATE NÛKIRIN
Di 6 mehan de li Sûrê zêdetirî 250 esnafan ji ber polîtîkayên şer îflas kirin. Esnaf Fadlî Şahîn diyar kir ku eger wisa biçe ji ber bankan krêdî nade û ew jî nikarin deynê xwe bidin îflas dikin. Serokê Lijneya Rêveberiya Yekîneyên Odeyên Esnaf û Sanatkarên Amedê Alîcan Ebedinoglu jî xwest bank krêdî bidin esnafan.
09:06 19/6/2016
 
'Em dest ji koçerî û sewalên xwe bernadin'
Koçerên herêma Wanê bertek nîşanî "Herêmên Ewlehiya Taybet" ku hatine xedexekirin dan û diyar kirin her çendî zozan û mêrgên wan bên qedexekirin jî dest ji koçerî û sewalên xwe bernadin.
09:01 19/6/2016
 
Rûyê esnafan di rojiyê de jî nekeniya
Esnafê Sûka Kemeralti ya Îzmîrê di rojiyê de jî tiştên ku hêvî dikir nedît. Esnafên ku ji ber kar tuneye hatiye ber îflasê diyar kirin ku tu caran sûka dîrokî evqas bêdeng nebû.
09:05 17/6/2016
 
Sûkên dîrokî ji ber nehatina turîstan vala man
Herêmên dîrokê yên Amedê ku her sal bi hatina tûrîstên xwecîhî û biyanî kûçe û kolan tije dibûn, îsal ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê tûrîzim qediya. Navendên tûrîstîk ên bajêr ji ber nehatina tûrîstan di krîzê de ne.
09:23 14/6/2016
 
Li warê şaristanê Mêrdînê turîzm ber bi tûne bûnê ve diçe
Bi şerê îxtidara AKP’ê re, turîzma li Tirkiyê daket bin rêjeya ji sedî 42'an. Di pêvajoya çareseriyê de turîzma Mêrdînê ku ji sedî 90 bû daket ji sedî 10’an. Xwediyê Otela Marîdîn Abdullah Demîr destnîşan kir ku turîzm çavkaniya aborî ya Mêrdînê ya herî giringe û baweriya wan di çareseriya bi masê de ye.
09:02 13/6/2016
 
'Em bûne qurbanê polîtîkayên şaş ên AKP'ê'
Fatureya krîza di navbera Tirkiya û Rûsyayê ji esnafan re tê derxistin. Li Antalyaya ku krîz herî zêde bandorê lê dike yek jî sektora kîrêkirin û firotina wesayîtan kir. Esnafê bi navê Mehmet Akîf Şîmşek diyar kir ku ew bûne qurbanên polîtîkayên şaş ên hikûmetê, hemû wesayît li ber deriyên dikanan mane.
09:01 13/6/2016
 
Esnafên Edeneyê: Her sal xwezî li par
Ji ber polîtîkayên hundir û derve yên hikûmeta AKP'ê rojên zehmet dijîn her sal bi hêviyên mezin li benda rojiyê bûn lê îsal tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Esnafên ku zehmetiyên mezin dijîn li gorî salên borî diyar kirin ku karên wan ne baş e, ji ber ku welatî nikarin bikirin tenê buhayên tiştan dipirsin.
09:03 12/6/2016
 
Şitilên nû bi axê re bûn yek
Welatiyên gundê Norkoxê ya Payîzavaya Wanê, ji bo mohtacî derve nebin, şitlên fêkiyên çandin û hewl didin çandiniya herêmê bi pêş bixin.
09:03 07/6/2016
 
Penaberê Sûrî rojê bi 5 tl dixebitin
Li gorî rapora Komeleya Pira Gelan, karkerên penaber bê ewle û kedek erzan dixebitin û keda wan tê xwarin. Karker bi erzanî û bê sîgorta dixebitin. Penaber Huriye Hasan ku ji Sûrî koçber bûye, diyar kir ku 3 rojin dixebite lê tenê heqê 3 rojan 15 TL stendiye.
09:05 02/6/2016
 
Karkerên demsalî bi keda erzan di çadiran de dijîn
Karkerên demsalî ku ji ber xizanî û betaliyê berê xwe didin bajarên herêma Çukurovayê, bi kedek erzan û di nava şert û mercên giran de dijîn. Karkerên ku di nava şertên bê tenduristi de dixebitin di çadirên naylon de dimînin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN