DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

09:24 30/10/2016
 
Di qatlîama Torunlar Centerê de patron tê parastin!
Parêzer Yildiz Îmrek rapora pêzan a ku têkîldarî Torunlar Centerê ya ku 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan nirxand bal kişand di navbera rapora yekemîn a dawiyê û got ku feraseta ku dest nade patron û rêveberan heye.
09:14 28/10/2016
 
Barê wan girane perê wan kême
Li Tirkiyeyê karkerên zarok her ku diçe hêjmara wan zêde dibe û li Herêman 3'yemîn a Sanayiya Denîzliyê hezar zarok di şert û mercên xirap de tên xebitandin. Karkerên zarok ên ku mecbûr dimînin barê giran rakin, diyar kirin ku ew bi pereyekî kên dixebitin.
09:02 25/10/2016
 
'Bi OHAL’ê re herî kêm 513 kaker jiyana xwe ji dest dan’
Nûnerê ÎSÎG’ê Mûrat Çakir diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê heta niha herî kêm 513 karker di encama cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane û dest nîşan kir ku, dê bi Pergala Emekdariya Şexsî û sererastkirinên zagonên Karkeriya Bikirê ku berhemên OHAL’ê ne, cinayetên karî zêde bibin.
09:23 23/10/2016
 
Pergala navbeynkariyê cotkar mahf kirin!
Cotkarên Odemîşê dest nîşan kirin ku, ew ji ber pergala navbeynkariyê bi îflasê re rû bi rû mane û gotin, divê şaredariya AKP’î sozê xwe yî çêkirina bazar sergirtî bi cih bîne.
09:23 22/10/2016
 
Gel dide ser hev, lê BES diçirpîne!
Di 1’ê çileya 2017’an de, dê bi beşdarîbûneke mecbûrî ya BES’ê re meaşê zêdeyî 13 milyon xebatkarî rastî “jêbirînê” bê. Xebatkarên ku ev pergal li wan tê ferzkirin, dê hem prîma emekdariyê bidin dewletê, hem jî dê para têkariyê/alîkariyê bidin BES’ê.
16:07 21/10/2016
 
Karkerê ket valahiya asansorê bi giranî birîndar bû
Karkerekî ku di înşata Erkaya ya li Karşiyakayê de dixebite ji ber kest valahiya asansorê bi giranî birîndar bû.
13:48 20/10/2016
 
Di 9 mehan de 76 karkerên koçber mirin
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora 9 mehan a 2016'an bi raya giştî re parve kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku di 9 mehan de herî kêm 76 karkerên koçber di qezayên kar de mirine. Karkeran heri zêde li Stenbol, Edene, Xarpêt, Konya, Riha û Antalya jiyana xwe ji dest dane.
09:22 20/10/2016
 
Keda zarokên di zeviyan de dixebitin tê xwarin
Li navçeya Westanê ya Wanê zarokên karker ên li zeviyên kartolan rojê bi 15-30 lîreyî dixebitin, diyar dikin ku keda wan tê xwarin.
10:41 18/10/2016
 
Berxwedana serokê sendîkayê di roja duyemîn de ye
Serok û Karkerê BOMÎ Group Murat Bostanci ku bi hinceta endamê DGD-Sen'ê ye ji kar hat avêtin, çalakiya xwe di roja duyemîn de berdewam dike.
13:43 17/10/2016
 
Karkerên Petrolê dest bi grevê kirin
Li Êlihê karkerên Sendîkaya Petrol Îşê, li hemberî taybetkirina TPAO'yê danek rojê dest ji kar berdan û dest bi grevê kirin.
12:35 17/10/2016
 
Betalî roj bi roj zêde dibe
Li gorî daneyên TUÎK'ê roj bi roj hêmara betaliya li Tirkiye zêde dibe. Li gorî daneyan hêjmara betalan 3 milyon û 324 hezar kes derbas kir
09:23 17/10/2016
 
Bi çêkirina berikan hem çanda xwe diparêzin hem jî debara xwe dikin
Jinên bajaroka Dêrgulê bi çêkirina berhemên weke berik, merşik, tûrik û çelteyan him çanda xwe diparêzin him jî debara mala xwe dikin.
15:36 15/10/2016
 
Kedkarên perwerdehiyê qedexe nas nekirin
Kedkarên Perwerdehiyê yên ku ji Wan, Amed, Îzmir, Stenbolê ber bi Enqereyê ve derketin rê, rastî gelek astengiyan hatin. Kedkarên perwerdehiyê û endamên KESK'ê astengî nas nekirin û li gel hemû astengiyan xwe gîhandin Enqeeyê. Bi hezaran kes li Kolana Sakarya kom bûn û dûrxistina dedkaran şermezar kirin. Kedkaran bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew astengiyan qebûl nakin.
15:07 14/10/2016
 
Kose: Peywira dewletê parastine ne qedexekirine
Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose bertek nîşanî qedeyexa walîtiya Enqereyê ya ji bo mîtînga wan da û diyar kir ku peywira dewletê parastine ne qedexekirine.
14:12 14/10/2016
 
Mîtînga KESK'ê hat qedexekirin
Walîtiya Enqereyê mîtînga KESK'ê ya ku dê li Qada Kolejê ye Enqereyê bê lidarxistin qedexe kir.
09:09 14/10/2016
 
Kedkarên tenduristiyê: Dê Pergala Serokatiyê bibe dîktatorî
Kedkarên tenduristiyê li dijî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên Pergala Serokatiyê bertek nîşan dan. Kedkaran diyar kir ku ew dê li dijî vê pergalê rawestin û wiha gotin: “Dê Pergala Serokatiyê ber bi dîktatoriyê ve biçe.”
15:43 13/10/2016
 
Kedkarên Tendirûstiyê ji bo ked û demokrasiyê hatin cem hev
Kedkarên Tendirûstiyê li hemberî ji kardûrxistinan kampanyaya "Kombuna Kedkarên Tendirûstiyê ya ji bo Demokrasiyê" dan destpê kirin.
13:41 13/10/2016
 
'Em ê li Enqereyê desthilatdariyê hişyar bikin'
Endama Rêvebir a KESK'ê Fatma Çetîntaş diyar kir ku desthilatdariya 14 sale bi derbekaran re mil bi mile dimeşe îro êrîşî kedkaran dike û wiha got: "Ev tişt nayê pejirandin. Em ê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê desthilatdariyê hişyar bikin û ji bo keda xwe têbikoşin."
09:22 13/10/2016
 
Karkarên çandiniyê bi 50 TL’î rojê 12 saetan tên xebitandin
Li Mêrsînê karkerên ku li qaseyên qamyonan li ser dilê hev tên îstifkirin û ji bo baxçeyên nariciyeyan tên veguhastin, bi 50 TL’yî rojê 12 saetan tên xebitandin. Karkerê bi navê Ercan Adsiz wiha got: “Li derve bi hezaran mirov bê kar in, heke me ji vê derê bavêjin, tu pîşeyeke me ku em bikin tune ye. Ji ber vê, ji bo em jiyana xwe îdame bikin em mecbûr in bixebitin.”
09:09 13/10/2016
 
Kedkar dê li dijî ji kar avêtinan dakevin daqan
KESK di serê de ji bo endamên xwe û ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine durxistin û avatin ji bo vegerin li ser karê xwe dê di 15'ê Cotmehê de li Qada Kolejê mîtînê li dar bixin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN