DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

09:03 29/7/2016
 
Endamê Egîtin Senê: Ya rast derbe niha pêk tê
Endamê Egîtîm Senê Halîl Top yê di Midûryeta Perwerdeya Mîllî ya navçeya Norgehê ya Erziromê de memûr e, têkiliya wî bi DHKP-C'ê re danîn û bi îdiaya "endamê rêxistinê" ye ji kar hat avêtin. Top got armanca wan ew e beşên muxalîf bêbandor bikin.
09:19 28/7/2016
 
Fatura darbeyê û OHAL'ê li kedkaran birîn
Kedkaran diyar kirin ku piştî hewldana darbeya leşerî hikûmetê OHAL îlan kir û fatûra darbeyê û OHAL'ê li kedkaran birîn. Kedkaran anîn ziman ku çareserî demokrasî û aştî ye.
09:08 10/7/2016
 
Karkerên înşatê di şertê herî dijwar de dixebitin
Karkerên înşatê ji bo debara malbatê bikin, li gel hewa germ, hesinên sincirî û şertên herî dijwar, neçar dimînin ku rojê 12 saetan bixebitin. Karkerê înşatê Şemzettîn Gundogdu, anî ziman ku wî gelek xanî û avahî çêkir, lê avahiya wî çênebû.
09:06 06/7/2016
 
Fatûra tûrîzmê li karkeran birîn
Îsal ji ber şerê heyî tûrîst nehatin Tirkiye. Ji ber turîst nehatin Tirkiyeyê li Antalyayê ji sedî 30'ê otelan bi tevahî vala man. Ji 2 mîlyon û 500 hezar karkerên turîzmê nêzî 600 hezarên wî li Antalyayê dixebitin û jê 200 karker betal man. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tîrîzma Şoreşger Mustafa Kahyaoglu, diyar kir ku fatûra vê qirîzê ji pişta karkeran derdixin.
15:44 04/7/2016
 
Di Hezîranê de 200 karker mirin
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) têkildarî kuştina karkeran rapora meha Heziranê aşkere kir. Meclîsê di raporê de aşkere kir ku di Heziranê de 200 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan û di 6 mehên dawî de herî kêm 912 karker mirine.
09:03 24/6/2016
 
Karkerên Çukurova di bin kelekela havînê de dixebitin
Karkerên li herêma Çukurova di nava zeviyan û înşaetê de dixebitin, li gel kelekela havînê di bin şertên pir dijwar de bi keda erzan dixebitn. Karker li gel rojiya remezanê dîsa neçarin di bin germahiya havinê de bixebitin.
09:15 22/6/2016
 
Xursî nikarin heqdestê xwe bigirin
Welatiyên Xursê ligel ku bi çandina tutinê debara xwe dikin diyar kirin ku li herêmê piranî çavkaniya debara wan tutin e lê nikarin heqdestê xwe bigirin.
17:56 21/6/2016
 
Karkerên DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Li Amedê karkerên DEDAŞ'ê yên ku ji kar hatine derxistin. Rayedarên DEDAŞ'ê ji karkeran re gotin ku ji bo wan cardin bêxin kar divê dev ji sendîkayê berdin. Li ser vê yekê karkeran li ber avahiya DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
10:41 20/6/2016
 
'Zilm dê bi ser neveke'
Hevserokê Egîtîm-Senê yê Êlihê Azîz Tûray derbarê sirgunkirina endamên wan de axivî û diyar kir ku medyaya hewizê dixwaze agirê van êrîşan gurtir bike. Tûray da zanîn ku wekî desthilatdarên zilimkar ên berê zilma îro jî heya dawiyê berdewam nake û dê berxwedan ser bikeve.
09:37 16/6/2016
 
DEDAŞ'ê 50 gund bê ceryan hişt
Pergala xerçkirina ceryanê ya ku ji hêla DEDAŞ'ê ve ji nûve tê sererastkirin, piştî di navbera cotkaran de bû sedema nelihevkirinê, fatûra vê carê li şêniyên gundan hat barkirin. Bi taybetî li 50 gundên Dêrikê dem dem ji ber qutbûna ceryanê welatî gelekî mexdûr dibin.
09:19 16/6/2016
 
Nanê xwe ji çopê derdixin!
Ji Rihayê 20 karkerên demsalî yên hatine Manîsayê di bin şert û mercên giran de çopan ji hev derdixin. Karkerên ku tu ewlehiya wan tuneye di bin bêhneke pir giran de di bin 35 derece germahiyê de bênavber disekinin. Karkerên ku di konan de dijîn ji bo şert û mercên wan bên başkirin sîgorte dixwazin.
14:41 08/6/2016
 
Karker jî di dorpêça şerê desthilatdariyê de ye
Komîsyona Jiyana Xebatê ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bal kişand ser jingeha kedê û li ser binpêkirinên mafan sekinî. Di daxuyaniya ÎHD'ê de hat diyar kirin ku desthilatdarî çawa li hemberî gelan şer dabe destpêkirin, li hemberî çîna karkeran jî heman polîtîka tê meşandin.
09:07 01/6/2016
 
Hilberîneran tiştên hêvî dikir nedîtin
Li Hatayê palehiya genim dest pê kir yê helberinedar tiştên ku hêvî dikirin nedîtin. Li Hatay a ku genimî herî bi qelîte yê Tirkiyeyê tê hilberandin li gorî salên borî baş e lê ji ber ku peyn û mazot gelek buha ne, buyahê genim neguheriye ji ber vê yekê jî hilberîner tiştên ku hêvî dikirin nedîtin.
09:20 28/5/2016
 
Jana karkerên demsalê dest pê kir
Bi hezaran karkerên demsalê yên bi hezaran kîlometreyî ji welatên xwe dûr hatine Manîsa û navçeyên wê, beyî ku tu ewlehiya canên wan hebe, dest bi kar kirin.
09:38 26/5/2016
 
Hejmara zarokên çop kom dikin zêdetir dibe
Li Rihayê zarokên bi bedenên xwe yên biçûk ve mecbûr dimînin çop kom bikin, piştî ku zarokên penaber ên Sûriyeyê jî ketan qada kar saetên xwe yên xebatê peşde girtin. Zarokên ku rojê ji bo 10-15 TL 13 saetan dixebitin her roj hejmara wan zêdetir dibe.
13:54 25/5/2016
 
Di 3 mehan de li 16 hezar kedkaran lêpirsîn hate vekirin!
KESK'ê rapora 3 mehên dawî ya 2016'an a binpêkirinên mafan aşkera kir. Di rporê de tê gotin ku ji ber ku tevlî greva di 29'ê kanûna 2015'an de bûne li 16 hezar û 475 kedkaran lêpirsîna îdarî, hişyarî, şermezarkirin hatin dayîn û bûyerên sirgunê qewimîn. Di raporê de hate gotin ku ji 23 endamên KESK'ê jî cezaye pêşketina qedemeyê li 16 kesan qutkirina mehane hate dayîn û 50 kes jî ji kar hatin avêtin.
09:08 24/5/2016
 
Navê nû ya 'karkerên demsalî': Karkerên penaber
Li navçeya Turgutla ya Manîsayê ku navenda karkerên demsalî ye, ji ber ku bi heqdestên erzantir û bê sîgorta dixebitin îsal bi giranî karkerên penaber tên tercîh kirin. Karkerên penaber ku ji hemû mafên fermî bêpar in ji bo 25 TL rojê 12 saetan dixebitin.
09:14 16/5/2016
 
Karker bi biryarin li dijî patronan têbikoşin
Li Mêrsînê Karkerên Şîşe Cam'ê yên bi neheqî ji kar hatin avêtin, li gel ku dadgehê biryar stend jî bi biryarin li dijî patronan têkoşina xwe berdewam bikin. Karkeran diyar kirin ku biryara dadgehê sîleyek mezin li karsazan daye u sendîkayên ku bi karsazan re peyman îmze kirine jî rexne kirin.
11:32 15/5/2016
 
'Dizanîbûn ku dê li Soma komkuji pêk bê'
ESM'ê komkujiya Somayê bibîr anî. Di bîranînê de Prz. Engîn Gokoglu, anî ziman ku komkujî tenê ji aliyê gel ve dikare bê rawestandin. Prz Derviş Aydın jî anî ziman ku komkujiya li Soma pêk hat berê dihat zanîn.
09:08 13/5/2016
 
'Dixwazin karkeran ji xwe re bikin kole'
Karkerên taşeronê bertek nîşanî "zagona koletiyê" ya bi navê "Buroyên Îstîhdama Taybet" li Meclîsê hatî qebûl kirin dan û gotin "Armanc ew e ku karkeran ji xwe re bikin kole."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN