DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

14:19 12/10/2016
 
Di 9 mehan de hezar û 421 karker mirin
Komîsyona Jingeha Kedê ya şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, rapora 9 mehên 2016'an a qezayên kar aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku di 9 mehan de hezar û 421 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
14:09 12/10/2016
 
Endamên KESK'ê ji sê baskan ber bi Enqereyê ve dimeşin
Di daxuyaniya ku ji aliyê Lijneya Rêvebir a KESK'ê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên wan ên ki bo mîtînga ku dê di 15'ê Cotmehê de li Meydana Kolejê bê pêkanîn didomin, ji bo tevlî mîtîngê bibin ji sê baskan ve endamên KESK'ê ber bi Enqereyê ve ketine rê.
09:18 09/10/2016
 
Rêxistinên kedê di 10'ê Cotmehê de dê li Enqereyê bin
Nûnerên KESK, DÎSK û TTB'ê li hemberî qedexeya bîranînên qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê nerazîbûn nîşandan û gotina "Biryara qedexeyê qasî qatlîamê em birîndar kirine" bi kar anîn û diyar kirin ku ew ê di 10'ê Cotmehê de li ber Gara Trenê ya Enqereyê bin.
09:03 07/10/2016
 
Bi keda xwe rê li ber jiyana xwe vedike
Li Semsûrê, Hatîce Çelîk a bi xwarinçêkirinê debara xwe dike diyar kir ku, ew bi keda xwe li hemberî jiyanê li ber xwe dide û wiha got, “Boyî her tiştî hewldan divê. Çi jin çi mêr ferq nake, a girîng ew e ku mirov hewl bide.”
09:07 02/10/2016
 
Keda wan wek temenê wan mezin e!
Zarokên temênên wan di navbeyna 10-17’an de, li gel dayik, xwişk, bira û xizmên xwe, ji dêvla di dest wan de pênûs û lênûsk hebin, li nêv zeviyan bi kedeke mezin dixebitin.
11:34 28/9/2016
 
Li Mêrsînê karkerên barkêşiyê dev ji kar berdan
Li Mêrsînê karkerên neqliyeyê, bi daxwaza zemê û şert û mercên wan î kar baştir bibin dev ji kar berdan.
12:44 27/9/2016
 
KESK li dijî pêkûtiyan dadikeve qadan
KESK'ê bi beşdarbûna gelek sendîkayan bernameya çalakiyên xwe aşkera kir.
15:38 22/9/2016
 
Karkerên pereyê xwe negirtin dest bi berxwedanê kirin
80 karkerên di înşaata Nexweşxaneya Park Medîcal de dixebitin ji ber ev 4 mehin pereyê xwe nagirin dest bi berxwedanê kirin.
13:39 21/9/2016
 
TUM BEL-SEN: Hemû şaredariyên dij AKP'ê hedef in
Serokê Giştî yê TUM BEL-SEN'ê Omer Salih Erol li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê derbarê desteserkirina şaredariyên DBP'î da daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû şaredariyên dij AKP'ê di hedefa hikûmeta AKP'ê de ne.
15:08 20/9/2016
 
Li hemberî binpêkirinan 'Koma Şopandinê' hat avakirin
Bijîşkên Odeya Tabîban a Stenbolê, ji bo binpêkirinên mafan ên li hemberî bijîşkan bişopînin, bikin rapor û aşkera bikin Koma Şopamdina Bijîşkan ava kirin.
15:55 18/9/2016
 
Ozgen: Berxwedan dê ber bi navendan ve mezin bibe
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen aşkere kir ku li hemberî ji kar girtina mamosteyên Egîtîm Senê dê berxwedan ber bi navendan ve bê mezinkirin.
18:29 17/9/2016
 
KESK amadekariya çalakiyên radikal dike
Meclîsa Giştî û Piştevaniyê ya KESK'ê civîna lezgîn pêk anî û diyar kirin ku dê berxwedana xwe mezin bikin û grevê birçîbûnê jî di navde gelek çalakiyên radîkal pêk bînin.
17:15 17/9/2016
 
Çalakiya mamosteyan a li Amedê didome
Çalakiya mamosteyan a ji bo şermezarkirina ji kar dûrxistinê bi serdanên piştgiriyê di roja 13'an de li Amedê didome.
14:49 17/9/2016
 
Ji mamosteyên Dêrsimê heta dawî biryara têkoşînê
Mamosteyên Egîtîm Sen'ê yên Dersimê li dijî dûrxistina mamosteyan çalakî pêk anîn û 419 kedkarên perwerdehiyê dîsa li kar vegeriyan. Hêj 85 mamoste jî li derve mane. Kedkarên perwerdehiyê diyar kirin ku heta hemû mamoste li kar venegerin dest ji têkoşîna xwe bernadin.
12:15 17/9/2016
 
Mamosteyên hatin dûrxistin dê nobeta dibistanên xwe bigirin
Li Wanê 735 mamosteyên ji peyvirê hatin girtin dê li ber dibistanên xwe nobetê bigirin û li ber dibistanên xwe çalakiyê pêk bînin.
09:08 17/9/2016
 
Li Dêrsîmê peywira 419 mamosteyan hat îadekirin
Li bajarê Dersîmê ji ber 504 mamoste û kedkar ji kar hatibûn dûrxistin mamosteyan bi piştgiriya gel çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Berxwedana mamosteyan a bi piştgiriya gel pêk hat encam da. Walîtiya Dêrsimê bi dauyaniyekê aşkere kir ku, peywira 419 mamosteyan hatiye îadekirin
20:52 16/9/2016
 
KESK: Li hemberî faşîzmê mil bidin hev
Meclîsa Şêwirdar a KESK'ê piştî civîna xwe ya 2 rojan a têkildarî êrîşan bi dawî kir. KESK'ê di encama civînê de biryara têkoşîn û zêdetir deng derxistinê da.
13:34 15/9/2016
 
Meclîsa Şêwirmendiyê ya KESK'ê civiya
Meclîsa Şêwirmendiyê ya KESK'ê ji bo êrîşên li hemberî kedkarên perwerdehiyê binirxîne û ji bo çalakiyan ku dê bên lidarxistin diyar bike li Komeleya Haci Bektaşi Velî civiya.
13:13 12/9/2016
 
Di konê berxedanê de cejn pîroz kirin
330 karkerên şaredariya Avcilarê ku Şaredariya CHP'î ew ji kar avetine, cejna xwe di konê berxwedanê de pîroz kirin.
14:08 10/9/2016
 
4 mamoste dimeşin Enqerê
Ji bo şermezarkirina derxistina kar a mamosteyan 4 endamên Eniya Ked a Kedkarên Cemaweriyê ji navçeya Kartalê ya Stenbolê ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN