DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

12:40 20/1/2016
 
Altun jiyana xwe ji dest da, girseya çûn cem birîndaran hatin gulebarankirin
Sedhat Altunê ku li Cizîrê birîndar bûbû û DMME'yê biryara tedbîrê girtibû lê ji ber ku ev 2 roj in destur nayê dayîn ji taxê bê wergirtin jiyana xwe ji dest da. Li taxa ku 6 birîndar hene welatiyên ku xwestin biçin birîndaran bigirin jî hatin gulebarankirin.
13:18 02/11/2015
 
YE: Em li benda raporên çavdêran e
Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn di daxuyaniya li ser hilbijartina 1'ê mijdarê got ku ew li benda rapora çavdêrên navneteweyî ne.
22:36 01/11/2015
 
HDP'ê li Stenbolê 7 parlementer bidestxist
HDP'ê li Stenbolê bi rêjeya deng a derdora ji sedî 10, 7 parlamenter bidestxist. HDP'ê di vê hilbijartinê de li Bursa û Kocaeliyê parlementerên xwe wenda kir.
22:10 01/11/2015
 
HDP'ê li Egeyê car din 2 parlementeran girt
Li herêma Egeyê ji sedî 99 sindoqan vebû. Li gor encamên ne zelal, HDP li Îzmîrê wekî hilbijartina 7'ê Pûşberê du parlementer dişîne meclîsê.
22:02 01/11/2015
 
Li Kurdistanê rewşa awarte bandor li ser sindoqan kir
Konsepta şer a topyekun a AKP'ê û pê ve girêdayî îlankirina rewşa awarte, înfaz û terora dewletê bandor li ser sindoqan kir. Li gelek bajaran hilbijêr ji ber astengiyan nikaribûn deng bidin. Li bajarê herî mezîn a Serhedê Wanê, rêjeya çûyîna ser sindoqan ji sedî 17 daket. Li gelek bajaran jî rêjeyên dengdayînê ket.
21:38 01/11/2015
 
Farqîn jî got HDP
Li navçeya Farqîn a Amedê ku bi pêkanînên rewşa awarte rastî terora dewletê hat, HDP bi rêjeya deng a ji sedî 87.60 bû partiya yekem.
20:47 01/11/2015
 
Dizîtiya AKP'ê ya dengan di kamerayan de ye
Li Dîlokê dîmenên ku bi diruşmên "allah-u ekber" ve torbeyên dengan bi wesayîtên sivîl ve dibin edliyeyê û tên guhertin derketin holê.
20:44 01/11/2015
 
YSK'ê pergala encamên hilbijartinê girt
YSK'ê malpera sonuc.ysk.gov.tr ya ku encamên hilbijartinê radigihand girt.
20:38 01/11/2015
 
Polîs çewalên dengan digirin edliyeyê
Çewalên dengan ên ku tînin Lijneya Hilbijartin a Bajêr a Amedê, bêyî ku erkdarên sindoqan hebin ji aliyê polîsan ve têne girtin.
18:40 01/11/2015
 
Amara car din got HDP
Li gundê Amara ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji dayik bûye giraniya welatiyan dengên xwe dan HDP'ê.
17:30 01/11/2015
 
Polîs êrîşî welatiyên sindoqên xwe diparastin kirin
Li Wanê polîs bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên sindoqên xwe diparastin kirin û hewl dan welatiyan tahrîk bikin.
17:00 01/11/2015
 
Li seranserê Tirkiyeyê dengdayîn bi dawî bû
Piştî 32 bajarên Kurdistanê û Rojhilatê Deryaya Reş, li bajarên din ên Tirkiyeyê û li deriyên sînor jî dengdayîn saet di 17.00'an de bi dawî bû.
16:00 01/11/2015
 
Li Kurdistan û Rojhilatê Deryaya Reş dengdayîn bi dawî bû
Li bajarên Kurdistanê û Rojhilatê Deryaya Reş dengdayîna ku saet di 07.00'an de destpêkir, saet 16.00'an de xilas bû. Li van bajaran hejmartina dengan destpêkir.
15:56 01/11/2015
 
Li ber dibistanên Agiriyê wesayîtên bêplaqe sekinîne
Li Agiriyê li ber gelek dibistanên ku lê deng tên bikaranîn wesayîtên bêplaqe sekinîne.
15:33 01/11/2015
 
Li Rihayê AKP'yî bi dirûşmeya "Bijî DAIŞ" êrîş kir
Li gelek navçeyên Rihayê AKP'yî êrîşê erkdarên sindoqê yên HDP'ê kirin û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Wêranşarê keyayê Taxa Yeşîlagac jî di nav de komek AKP'yî bi sloganên "Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên HDP'ê kir.
15:20 01/11/2015
 
Birîndarên komkujiya Enqereyê li ser sindoqan hesab pirsîn
Welatiyên di komkujiya Enqereyê de birîndar bûn, li Stenbol û Edeneyê dijîn ji bo hesabê komkujiyê bipirsin dengê xwe bi kar anîn.
15:13 01/11/2015
 
Ligel pêkûtiyan xwedî li sindopan derdikevin
Li Mûşê di bin siya çekan de hilbijartin berdewam dike, li Erzirom û Wanê jî ligel hemû astengiyan muşahîdên HDP'î û hilbijêr xwedî li sindoqan derdikevin. Li Mûşê tîmên taybet nûçegihanê DÎHA'yê ku li ber dibistaneke dîmen dikişand bi şikandina kamereyê ve tehdîd kirin û gotina polîsan a "Ma DÎHA çi ye tu nikarî li vir dîmem bikişînê, li vir dewlet ez im" gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "Zilam derketiye dibêje Amed, ma Amed çi ye lo" bi bîr xist.
14:34 01/11/2015
 
Heyeta PE: Dîmenek wisa li cîhanê tune ye
Di serî de li navçeya Sûrê li hemû navçeyên Amedê zextê polîsên tîmên taybet û leşkeran berdewam dike. Heyetên ku ji Ewropayê ji bo çavderiyê hatin jî rastî gef, lêdan û binçavkirinan hatin. Heyata Parlamentoya Ewropayê ji ber van pêkanînan şaş man û gotin "Me rewşek wisa li tu cihê cîhanê nedîtiye."
14:00 01/11/2015
 
Hîleyên hilbijartinê li Marmarayê jî dest pê kir
Li herêma MArmarayê welatî serê sibehê ji bo dengên xwe bi kar bînin çûn ser sindoqan û li gelek cihan AKP'ê berî li hîleyan didin.
13:41 01/11/2015
 
Li Semsûrê heyeta çavdêr a navneteweyî hate astengkirin
Heyeta çavdêr a navneteweyî ku ji bo binpêkirinên ji ber negirtina muşadîhên HDP'ê li herêmên hilbijartinê lêkolîn bikin negirtin herêmê. Wergêrê heyetê Mehmet Subaşi wiha got: "Nahêlin tu kesên HDP'î bikevin li vî gundî. Ligel ku me got jî çavdêrên serbixwe ne jî em avêtin derve. Diyar e ku bi zorê hemû kes dengên xwe bidin AKP'ê."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN