DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

09:01 30/10/2015
 
'Em ê serê sibehê deng bi kar bînin û sindoqan bi parêzin'
Gelê Amedê ji ber hilbijartinên 1'ê mijdarê bang li tevahiyê Kurdistanê kir û gotin ku ji ber zivistanê zû taritî dikeve ji ber vê yekê serê sibehê zû biçin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin.
21:44 29/10/2015
 
Ajokarên TIR'an ji bo HDP'ê seferber bûn
Ajakoran TIR'an ên ku di bin navê "Pilingên Xabûrê" xwe li ser medyaya civakî rêxistin kirin ji bo ku ji bajarên roava hilbijêran bibin Kurdistanê seferber bûn.
16:00 29/10/2015
 
Dayikên Aştiyê: Ji ber me fêm dike HDP
Dayîkên Aştiyê yên Stenbolê li hemberî konsepta şer bang li hemû kesî kir ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de piştgiriyê bidin HDP'ê û wiha got: "Ji ber ku me vê dike û aştiyê dixwaze em dê dengê xwe bidin HDP'ê. Di 1'ê mijdara salî borî de hişmendiya digot 'Kobanê ket ha ke' me li wir xist. Di vê 1'ê mijdarê de heman hişmendiyê em dê li Tirkiyeyê têk bibin."
15:54 29/10/2015
 
Yuksekdag: 1'ê Mijdarê fersendek e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di serdana xwe ya esnafan de anî ziman ku esnafên bajar gelek pirsgirêkan dijîn û ji bo ev rewş bê guhertin hilbijartin fersendeke mezin e.
14:17 29/10/2015
 
‘7 hazîranê arife bû, 1 mijdarê dê cejin e'
Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê li hemberî dîzî û hîleyên li ser sindoqan pêk tên ji bo hilbijartina 1'ê mijdarê hezar û 300 kes peywirdar kirin. Hevseroka HDP'a bajar Zelîha Karinca anî ziman ku li Semsûrê dê 1393+3 sindoqa bên dayîn û wiha got: “ 93 sandokên ku manê em ê bi muşahitan peywirdar bikin. Bila hemû kes li dengen xwe xwedî derkevin. 7 haziranê arife bû, 1 mijdarê jî dê bibe cejin."
13:59 29/10/2015
 
Gelo li Rihayê pusulayên dengan hatin çapekirin?
HDP'ê diyar kir ku ew ji bo hilbijartina 1'ê mijdarê amade ne. Parlementerê HDP'ê Osman Baydemir balkişand ser hilbijartina 7'ê hezîranê û got ku AKP'ê dengên blok bi kar anînin û ji wan re agahiyên pusulayên dengan çapkirine û wiha got: "Werin em bi hev re di heman odeyê de hilbijartinê bişopînin û li hemberî hîleyên pêk tên bi hev re bi awayekî adîlane mudaxeleyê lê bikin."
13:38 29/10/2015
 
HDP: Ji cîranên me yên di pusulayê de baldar bin
Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî pusulaya dengan a hilbijartina 1'ê mijdarê de hişyarî kir û got li HDP di rêza 11'emîn de ye û li cem wê HKP heye divê hemû welatî li hemberî vê yekê baldar bin û bi şaşî dengê xwe nedin wê partiyê.
13:37 29/10/2015
 
Leşker xebatên HDP'ê asteng dike
Li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê leşker "danezana hilbijartinê" wekî hincet nîşan dan û xebatên HDP'ê asteng kir.
13:36 29/10/2015
 
Dozgerê Serayê jî meraqa dengên HDP'ê kir
Li navçeya Seray a Wanê dozgerî serokê 24 sindoqan û gelek muxtar vexwend îfadeyê û pirsa "Çima AKP kêm deng wergirt" ji wan kir.
12:09 29/10/2015
 
Ji HDP'ê ji bo muşahidên banga dawî
Piştî endamên lijneya sindoqan HDP niha jî di nav hewldana rêxistinkirina muşahidên li ser sindoqan e. Kesên ku dixwazin bibin muşahid dikarin heya roja Şemiyê qeyda xwe li navnîşana barajlariasdagel.org bikin.
10:47 29/10/2015
 
'Weke zarokê me hatiye em dê keyfxweş bin'
Malbatên li Cizîrê di 9 rojên qedexeya derketina kolanan de windakirin diyar kirin ku AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe komkujî pêk anîna lê HDP dê welat ji vê yekê xilas bike û wiha got: "Yên dixwazin bi zarokên xwe re bijîn bilda dengê xwe bidin HDP'ê. Heke HDP serbikeve weke zarokên me paşve hatine em dê keyfxweş bin."
09:14 29/10/2015
 
ÎHD li Êlihê dê bi 114 kesan ve hilbijartinê bişopîne
ÎHD'ê daxuyand ku dê li Êlihê hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi 114 kesan ve bişopîne, çavdêrê AGÎT'ê jî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anî.
09:11 29/10/2015
 
Agirî dê careke din jî şans nede AKP'ê!
HDP a ku li Agiriyê di hilbijartinên hezîranê de 4 parlamenter jî qezenc kir di vî hilbijartinê de jî hemû kes li ser hemfikr in. Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku rengê dengên wan diyar e û tu şansê AKP'ê li bajar tuneye.
09:07 29/10/2015
 
Seferberiya ji bo sindoqan
Li Amedê rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartina 1'ê mijdarê zend û bendê xwe badan. Komîsyonên ji hêla ÎHD, Baro û MHD'ê ve hatine avakirin heta dengdayîn bi dawî bibe dê ji ser sindoqan veneqetin. Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas bnag li her kesî kirin ku biçin dengê xwe bi kar bînin.
09:04 29/10/2015
 
Şaredariya MHP'î gefa dengdayînê li kedkaran xwar
Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê 13 kedkarên şaredariyê bi komî li rêxistinê MHP'ê yên bajar û navçeyên Edeneyê kom kir û gefa dengê xwe bidin partiya wan likedkaran xwarin. Kedarên çûn avahiyên MHP'ê diyar kir ku gefa "Hûn ê dengê xwe bidin me. Heke hûn nedin me em ê we ji kar derxin. Jixwe Ocaxên Ulkucuyan jî nerehet e. Em qîma xwe tenê bi derxistina we naynin; em ê tiştên din jî bi serê we bînin."
09:02 29/10/2015
 
HDP bi 'pergala şopandina sindoqan' pêşiya 'diziya sindoqan' bigire
Li Stenbolê 28 hezar sindoq tên danîn û HDP ji bo pêşiya hîleyên di hilbijartinê de tên kirin bigire lez da xebatê muşahidiyê. HDP hewl dide bi 'pergala şopandina sindoqan' pêşiya 'diziya sindoqan' bigire. Berpirsê Navenda Ragihandin û Agahdariyê ya HDP'a Stenbolê Haluk Agabeyoglu diyar kir ku bi vê pergalê encamên ji muşahîdan bigirin dê rasterast ragihînin pergala elekronîk a Enqereyê. Agabeyoglu anî ziman ku bi vê yekê re ew ê hem îmze û hem jî wêneyê girtekan jî bigirin.
09:01 29/10/2015
 
'HDP wekî dara zeytûnê bi xêr û bêr e'
Hilbijarên Reyhanê ya Hatayê diyar kir ku wekî di 7'ê hezîranê ew ê dengê xwe dîsa bidin HDP'ê û got ku ew piştgiriyê didin projeya HDP'ê. Pîrejina bi navê Necla Akçay ddiyar kir ku HDP partiyeke bi xêr û bêr e û ev tişt anî ziman: "Em xwe di bin siya darê de bi ewle dibînin û ew her tim qala aştiyê dike. Ew bereketa dara zeytûnê di vê partiyê de ye û dengê me ji HDP'ê re ye."
14:32 28/10/2015
 
Banga xwedî li dengan derbikevin
Piştî komkujiya Enqere sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên demokratî hatin cem hev û bi dirûşmeya "Em dê bi hev re ber xwe bidin. Em dê bi hev re qezenc bikin" banga xwedî li dengên hilbijartina 1'ê mijdarê derbikevin kir.
12:13 28/10/2015
 
Yuksekdag: Li hemberî me hişmendiyekî hilbijartinên 1'ê mijdarê jî dê nas neke heye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di pêvajoya 1'ê mijdarê de rastî êrîşên AKP'ê hatin û weke rêveberiya cuntayê darbe kirin û wiha got: "Li hemberî me hişmendiya hilbijartina 1'ê mijdarê nas neke heye. Yên bi zorê Tirkiye birin hilbijartinê bêyî fedî bikin peyamên encamên hilbijartina 1'ê mijdarê nas nekin didin. Ji bo şaxên dawî yên demokrasiyê bigirin divê hêj bi biryar û bi seknekî bi biryar pêk bînin."
10:17 28/10/2015
 
'Divê AKP biçe!'
Hunermendan anîn ziman ku huner li dijî neheqiyan sekneke û nirxandina "Ji bo welateke ku em hemû dikarin bihevre bijîn, hemû qatlîam û pêkûtî bi dawî binin divê AKP biçe" kirin. Hunermendên ku diyar kirin AKP a ku li hemberî afrîneriya hunermendan asteng e divê biçe wiha bi gotina "AK bû bela serê vî welatî. Divê AKP biçe ku welat ji vî xuzikê xilas bibe" banga çûyîna li ser sindoqan kirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN