13:27 01/11/2015 |
|
Jinên Wanê ku di saetên serê sibê de çûn ser sindoqan û dest bi dengdayinê kirin, li ber distanan bi dirûşm û cilên xwe yên rengîn zindîbûnek çêkirin û gotin "Ew dixwazin di sindoqan de maf û aştî derekeve."
|
13:22 01/11/2015 |
|
Li Dîlokê taxên ku herî zêde kurd lê dijîn ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkiirn û polîs li ber dibistanan kontrola nasnameyan dikin. Li Pirsûsa Rihayê jî xizmên namzetê AKP'ê bi keleşnîkovan digerin û gefa dengê xwe bi kar neynin li hilbijêran dixwin.
|
12:44 01/11/2015 |
|
Li navçeya Norşînê û Wanê di nîqaşên ku navbera HDP'î û AKP'iyan derket de 2 kes hatin binçavkirin.
|
12:43 01/11/2015 |
|
Gelê Colemêrgê di saetên sibê de bi coşeke mezin çû ser sindoqan. Hevseroka KCD'ê Irmak jî piştî dengdayînê axivî û got "Emê tu kesî nekin dîktator. Dengên me ji azadiya jinê, biratî, aşitî û demokrasiyê ye."
|
12:28 01/11/2015 |
|
Li gundê Teliba ya Misircê leşker bi hinceta ku du kes bêyî nasname deng dane, dengdayînê dan rawestandin.
|
12:21 01/11/2015 |
|
Li herêma Serhedê gel eleqeyek mezin nîşanî hilbijartinê da û bi destpêkirina dengdayînê re zext û zordariya li ser hilbijêran jî dijwartir bû. Li navçeya Bêgirî ya Wanê rêveberên AKP'ê êrîşî rêveberên HDP'ê û rojnamegeran kirin. Li gelek bajarên Serhedê jî leşker zextê li ser hilbijêran dimeşîne.
|
12:20 01/11/2015 |
|
Leşker reya Amed-Licê bi hinceta "mayîn heye" girt. Leşker bi vî awayî, hilbijêrên ku dê li Licê û gundan dengên xwe bikarbînin asteng dike.
|
11:34 01/11/2015 |
|
Li Cizîrê malbatên 22 kesên ku di 9 rojên rewşa awarte de ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin jî çûn ser sindoqan. Dayika Cemîle Çagirga ku ji ber êrîşan bi rojan cenazeya wê nehate definkirin, Emîne Cagirga jî çû ser sindoq û got "Me zilma ku li me hate kirin ji bîr nekir. Yên zilmê bi me kirin dê wenda bikin."
|
11:31 01/11/2015 |
|
Welatiyên ku ji bo îradeya xwe li sindoqan nîşan bidin dengên xwe bi kar tînin, li gelek deveran pêkanînên nedemokratîk û bêusulî tên kirin.
|
11:31 01/11/2015 |
|
Malbata Haci Lokman Bîrlîk ê ku piştî hat înfazkirin û dawiyê li pişt wesayîta zirxî li erdê hat kaşkirin diyar kir ku ew ji bo azadî, aştî û edlatê dengê xwe bi kar anîn û ev tişt anî ziman: "Bila Haci Lokman ciwanê ku herî dawî xwîna wî li Kurdistanê hatiye rijandin be."
|
11:06 01/11/2015 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku li Wanê dengê xwe bi kar anîn hilbijartinên 1'ê Mijdarê wekî hilbijartineke bi zorê hate ferzkirin nirxand û got ku daxwaza wê ew e ku di hilbijartinê de îrade û demokrasiyeke xurt derkeve.
|
10:36 01/11/2015 |
|
Hevserokê Giştî ya HDP'e Demîrtaş li Sultanbeyliya Stenbolê dengê xwe da û got "Ez hêvî dikim dengê me bibi wesîleya aşitiyê." Demîrtaş her wiha bang li herkesi kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.
|
10:14 01/11/2015 |
|
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wesayîtên bêplaqa yên bi îdiaya "dizîna dengan û guhertinê" li dibistanan hatibûn bicihkirin îro jî li dibistanan e. Li Îzmîrê li dibistana ku deng tê bikaranîn hilbijêran li hemberî wesayîtên bêplaqa yên aydî polîsan e nerazîbûn nîşan dan.
|
09:59 01/11/2015 |
|
Li tevahiya navçeyên Mêrdînê bi sedhezaran gel diherike ser sindoqan û beşdarî deng dayînê dibe. Bi taybetî li Nisêbînê her çiqas dibistan ji aliyê maşîneyên zirxî û polîsên tîmên taybet ve hatibe dorpêçkirin jî beşdariya hilbijêran zêde ye. Zarokên Ahmet Sonmez ê ku li Nisêbînê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin diyar kirin ku ew ê bi dengayîna xwe zilm û şerê qesra Erdogan têk bibin û li hemberî zilma qesrê hatine dengê xwe bi kar tînin.
|
09:43 01/11/2015 |
|
Li navçeya Sûrê hilbijêrên ku ji bo dengdayînê hatin dibistanan bi tîmên taybet ên bi rûpoş ve rû bi rû man.
|
09:23 01/11/2015 |
|
AKP a ku qedexeyên hilbijartinê guhdar nekir li Qada Taksîmê li ser avahiyeke pankarta ku wêneyê Serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu û nivîsa "Bila biryara te ya dawî bi xêr be" hê jî sekinî ye.
|
09:14 01/11/2015 |
|
Li navçeya Patnosê ya Agiriyê polîsên ku gotin ji aliyê walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û li ser sindoqan disekinin, bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi zorê bi serokên sindoqan ve didin îmzekirin. Li Bedlîsê jî li ser hin sindogan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û li Geverê jî ceryan hatin birîn.
|
07:45 01/11/2015 |
|
Gelên Tirkiyeyê di saetên serê sibehê ji bo parlamentoya serdema 26'emîn diyar bikin diçin ser sindoqan. Dengdayînê li Kurdistan û bajarên Derya Reş sait di 16.00'an de li bajarên rojava jî saet di 17.00'an de bi dawî dibe. Piştî ku dengdayîn bi dawî bibe dê sindoq bên vekirin. Encamên hilbijartinan jî dê saet di 21.00'an de bên weşandin.
|
16:44 31/10/2015 |
|
Gelê Amedê ku piştevaniya xwe ya bi HDP'ê re bi her awayî diyar dike ji bo hilbijartina sibe nêrînên xwe anî ziman. Amedî, bertek nîşanê gotina Serokomar Erdogan a "Amed çi ye?" dan û gotin ewê sibê bersiva Erdogan bidin.
|
16:21 31/10/2015 |
|
Dayikên Roboskê ji bo ku hesabê qatlîama Enqereyê bê pirsîn xwestin hemû kes biçin ser sindoqan. Dayikan banga "DEma diçin ser sindoqan wijdana xwe ji bîr nekin" kirin.
|