09:12 28/10/2015 |
|
Hatay bi gelên elewî, sunnî, xirîstiyan, tirk, kurd, ereb, ermen û çerkes weke baxçeyê gelan e û li baxçeyê gelan HDP be bi serkeftinê ve diçe. Armanca HDP'ê ew e ku 58 hezar dengên di hilbijartina 7'ê hezîranê de girtin zêde bike û wekîlê bi dengên gelek kêm winda kirî bigire û bişîne meclîsê. Gelên li Hatayê di bin siyas şerê Suriyeyê de dijîn jî gotin ew dixwazin piştî hilbijartina 1'ê mijdarê li welat demokrasî pêk bê.
|
09:10 28/10/2015 |
|
ÎHD û ESHÎD li Edeneyê dê ewlehiya hilbijartinê bi heyat ji 50 kesan pêk bişopîne. ÎHD û ESHÎD'ê diyar kir ku ewlehiya hilbijartinê peywira her welatiye û bang li welatiyan kir ku xwedî li sindoqan derbikevin.
|
09:09 28/10/2015 |
|
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku dew dê li hemberî "rejîma kar" a AKP'ê ya bi salane keda karkeran pêşkêşî sermayeyê dike dê di 1'ê mijdarê de bicin ser sindoqan û wiha got: "Êdî 13 sal bes e! Em hatin dawiya pergala ji karkeran birçîbûn, xizanî û mirinê zêdetir tu tişt neanîn. Darbeya dawî jî dê karker û ked lê bide. Qesir dê têk biçe û ked dê qezenc bike."Sendîkayên muxalîf ên girêdayî TURK-ÎŞ'ê jî dê di 1'ê mijdarê de terciha xwe ji "aştî" re diyar bikin.
|
09:06 28/10/2015 |
|
Piştî Navenda Giştî ya HDP'ê, Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî Komisyona Hilbijartinê ya Bi Tevger ava kir. Ev komîsyon ku kesên di hêla aboriyê de derfetên wan tune ye, wan dişînin cihê ku dengên wan lê. Endamê komîsyonê Şahabettîn Ay, bang li herkesî kir ku di 1'ê mijdarê de dengên xwe bikar bînin û wiha got: "An xwe bigihijînin me an jî xwe bigihîjînin ser sindoqên xwe."
|
09:05 28/10/2015 |
|
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê mijdarê re xebatên xwe yên di nava kampusê de bi hêz xistin. Gelek xwendekar dê ji Zanîngeha Dîcleyê ber bi bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve biçin û dengên xwe bikarbînin. Xwendekaran diyar kir ku ew ji bo hesaba komkujiyên li Kurdistanê pêktên bipirsin dê biçin dengên xwe bikarbînin. Xwendekaran bang li hemû xwendekarên din kirin ku biçin dengên xwe bikarbînin.
|
09:02 28/10/2015 |
|
Gelê Nisêbînê ji bo şerê qesra Erdogan û AKP’ê têk bibe xwe bi rûhê berxwedanê ji bo hilbijartina 1’ê mijdarê amade dike û serkeftina herî mezin a li Tirkiyê li Nisêbînê dê bi dest bixin. Welatiyên Nisêbînê hilbijartina 1’ê mijdarê nirxandin û gotin ku ew ê bi rûhê berxwedana Nisêbînê tevlî hilbijartinê bibin û hemû şer û êrîşên Erdogan û AKP’ê dê vala derbixin. Welatiyan bang li hilbijêrên derveyî Nisêbîn û Mêrdînê kirin ku bên dengên xwe bikar bînin.
|
16:57 27/10/2015 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirina otogara Erdîşê de axivî û diyar kir ku gelê kurd li hemberî gefan serî natewîne û gelê Wanê dê di hilbijartinê de bi 8 wekîlan dersekî baş bide AKP'ê.
|
13:31 27/10/2015 |
|
Baroya Rihayê ji bo ku hilbijartinên 1'ê mijdarê bi ewle û şefaf pêk bê 100 parêzer peywirdar kir.
|
10:42 27/10/2015 |
|
Li Manîsayê polîsan bi wesayîtên zirxî bi ser taxa Fevzî Çakmak a ku pirsanî kurd lê dijîn de girtin û operasyona "ewlehiya hilbijartinê" li dar xistin.
|
09:12 27/10/2015 |
|
AKP ku ji ber polîtîkayên şerê qirêj li Kurdistanê rastî bertekên gel tê hewl dide bi pereyan dengan bistîne. Li gundê Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê AKP'yî mal bi mal digerin û beramberî kar an jî pere ji gel deng dixwazin.
|
09:10 27/10/2015 |
|
Gelê Cizîrê ku rastî komkujiyên herî giran ên hikûmeta AKP'ê hatin diyar kirin ku ewê hesabê komkujiyan di 1'ê Mijdarê de ji AKP'ê bipirsin. Cizîrî ji bo guherandina cihê sindoqan jî gotin çi dibe bila bile ewê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
|
09:08 27/10/2015 |
|
Ciwanên Kurdistanê di serî de bang li hemû ciwanan kirin ku bi rihê seferberiyê xwedî li hilbijartina 1'ê Mijdarê derbikevin.
|
09:07 27/10/2015 |
|
Gundiyên Azê ya navçeya Avkevira Agiriyê ji ber ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de dengê xwe dan HDP’ê ji xizmetê bêpar têne hiştin. Waliyê Agiriyê Musa Işin meha borî bi keyayên gund re civînek lidarxistibû û gotibû "Di gundê we de herî zêde deng ji HDP'ê re derketiye. Beguman dê ji gundê we re xizmet neyê dayîn."
|
09:05 27/10/2015 |
|
Bijîşkên ku di berxwedana Geziyê de bi sedan birîndar derman kirin û ji ber vê helwestê rastî cezayên hikûmeta AKP'ê hatin ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê bang li herkesî kirin ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dengên xwe bidin HDP'ê.
|
09:04 27/10/2015 |
|
HDP'ê ji bo kesên ku li derveyî bajarên ku lê dijîn dengên xwe bikartînin Navenda Koordînasyona Hilbijêrên Bi Tevger ava kir û armanc ew e ku 60 hezar hilbijêran bigihin sindoqên xwe. Ji koordînosyonê Berat Anli bang li hilbijêran kir û got "Em naxwazin kes dengê xwe bikar neynê. Bila herkes serî li me bide emê hemû hilbijêrên xwe bigihînin ser sindoqan."
|
16:43 26/10/2015 |
|
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîn û gelek ziyaret li dar xistin û rastî piştevaniya hilbijêran hatin. Namzetên HDP'ê di ziyaretan da bi taybet li ser ewlehiya sindoqan rawestiyan û gotin divê hemû kes li hemberî hîleyan û lîstinên pêk tên xwedî li sindoqan derbikevin kirin.
|
14:11 26/10/2015 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş karkerên Serapool ên di berxwedanê de ziyaret kirin û diyar kir ku hişmendiya sendîkavaniya zer her diçe belav dibe û divê karker ji vê yekê re destûrê nedin û wiha got: "Weke karker her tim li hemberî desthilatdariyê berxwe bidin. Dema HDP jî bû desthilatdar li hemberî wê jî ber xwe bidin. Desthilatdara teqez ji bo karkeran tiştekî erenî nake. Berê xwe nedina gotinên serokên partiyan ên li qadan dibêjin. Rizgariya karkeran ji têkoşînê re derbas dibe."
|
13:24 26/10/2015 |
|
Namzetên HDP'ê yên bênavber xebatên xwe didomînin bi hilbijêrên xwe re hatin cem hev. Hilbijêran di serdanên hatin kirin de peyama "Êdî em ji vî AKP a zalîm xwe rizgar bikin. Em naxwazin bira hevdu bikujin. Ji ber vê yekê jî em difirikin ku dema xilasbûna ji AKP'ê hatiye" dan.
|
13:02 26/10/2015 |
|
Meclîsa Plangerên Bajêr, Endezyar û Mîmaran, bang li herkesî kir ku ji bo aşitî, azadî, wekhevî û dadê dengên xwe bidin HDP'ê.
|
10:05 26/10/2015 |
|
Pîr, dede û dayikên elewiyan diyar kirin ku ji ber hişmendî û feraseta AKP’ê ya şaş erka AKP’ê tune ku elewiyan bi rêve bibe. Pêşengên elewiyan, anîn ziman ku AKP dê bi Yekîtiya Hêza Demokratîk têk biçe û ji her kesan xwest ku dengê xwe bidin HDP’ê.
|