DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

09:11 26/10/2015
 
Birîndarên 5'ê Hezîranê: Mirin jî nikare li pêş dengê me bibe asteng
Hilbijêrên ku di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de bi bombeyê birîndar bûn, diyar kirin ku dê di 1'ê Mijdarê de mirin jî nikare li pêşiya wan bibe asteng û dê teqes biçin ser sindoqê dengê xwe bikar bînin. Hilbijêrên birîndar bûbûn, ji her kesî xwest ji bo têkçûna hikûmeta AKP'ê ya şerxwaz teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo aştiyê bavêjin.
22:56 25/10/2015
 
Maratona hilbijartinê ya HDP'ê didome
Bi nêzîkbûna hilbijartina 1'ê Mijdarê re HDP'ê jî lez dan xebatên hilbijartinê. Namzet û rêveberên HDP'ê li gelek bajar, navçe û taxan kolan bi kolan digerin û li dijî kuştin, girtin, şer soza aştî, demokrasî û aramiyê didin welatiyan.
18:17 25/10/2015
 
Demîrtaş: Em dê di 1'ê Mijdarê de biçen serkeftinê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li Şîşliyê bi ciwanan re hat cem hev û diyar kir ku wan di 7'ê Hezîranê de AKP ji îxtîdarê xist û dê di 1'ê Mijdarê de biçin serkeftinê. Demirtaş, destnîşan kir ku wan xwest bi sermayeya kesk dewletê ava bikin, lê ciwanan ev yek astang kir û wiha got: "Em dê di 1'ê Mijdarê de bêtir bi hêz bibin û biçin serkeftinê. Em dê li dijî neteweya yekparêz civaka pir rengî û pir dengî ava bikin."
17:39 25/10/2015
 
Nijadperestan 2 HDP'î birîndar kirin
Li taxa Turkozu ya Enqereyê komek nîjadperest êrîşî rêveberên HDP'ê yên li taxê xebatên hilbijartinê dimeşand kir. Di êrîşê de 2 HDP'î bi kêran hatin birîndarkirin.
16:11 25/10/2015
 
Demîrtaş ji xwendekaran re menemen çêkir
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Kurtuluşê çû serdana xwendekarên zanîngehê û ji wan re menemen çêkir. Demîrtaş derbarê koalîsyonê de jî axivî û got "Bêyî ku em dev ji pîvanên xwe berdin em dikarin bi AKP û CHP'ê re koalîsyon ava bikin lê em tu carî bi MHP'ê re koalîsyon ava nakin an jî piştgirî nadin."
13:23 25/10/2015
 
Yuksekdag: Emê karê 7'ê Pûşberê di 1'ê Mijdarê de temam bikin
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoweya xebatên hilbijartinê de li navçeya Samandag a Hatayê bi gel re civiya û ji bo AKP'ê ev peyam da: "Di hilbijartina 7'ê Pûşberê de me daxwaza wan di qirika wan de hêşt. Ji bo di 1'ê Mijdarê de biçin pêdiviya me bi piştgiriya gelan heye. Emê karê ku di 7'ê Pûşberê de nîvco ma di 1'ê Mijdarê de temam bikin."
12:01 25/10/2015
 
Li hemberî banga îfadeyên peywirdarên sindoqan bertek
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mûşê bertek nîşanî karmend û kesên di hilbijartinê 7'ê hezîranê de li ser sindoqan peywirdar bûn bangî midûriyeta polîsan hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin dan û wiha gotin: "AKP'ê di 7'ê hezîranê de vîna gel tune hesiband û encama hilbijaratinan nas nekir û darbeya sivîl li dar xist, heman hişmendiyê dixwaze 1'ê mijdarê de jî pêk bîne û ev yekê gava vê kampanyayê ye."
10:58 25/10/2015
 
Demîrtaş karkerê înşaetê ziyaret kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, şeveqê karkerên înşaetê yên li Esenyurta Stenbolê ziyaret kir. Demirtaş bi karkeran re taştê xwar û sohbet kir. Demîrtaş, anî ziman ku karkerek 6 mehan bibe Serokwezîr dê rewşa welat baştir bibe.
09:12 25/10/2015
 
'Li Bedlîsê rûpoşê AKP'ê ya ol ket!'
Li Bedlîsê ku ji ber êrîşên li dijî goristanan pêk hat û nêlirêtiyên hatin kirin li hemebrî AKP'ê nerazîbûn zêde bûn eleqeya gel a ji bo HDP'ê her diçe zêdetir dibe. Li bajar HDP hewl dide 3 parlamenteran jî derxîne û ji namzetên HDP'ê Habîp Yeşîltepe diyar kir ku bi êrîşa AKP'ê ya li dijî goristanan rûpoşê wî yê ol ketiye û malbatên ku hesasiyetên wan ên olî hene jî li dijî AKP'ê helwest girtine.
09:11 25/10/2015
 
'Divê AKP di 1'ê Mijdarê de têk biçe'
Xwendekarên zanîngehan bal kişandin li ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û diyar kirin ku divê gel rêxistinbûna xwe ya cewherî û pêşeroja xwe înşa bike. Ciwanan destnîşan kirin ku ji bo pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê di HDP'ê de ye û nirxandina "HDP bi hêz be û AKP jî têk biçe" kirin.
09:05 25/10/2015
 
HDP'ê ji bo hilbijêran bi fîrmayên otobusan re peyman çêkir!
HDP ji bo ku hilbijêr dengên xwe bikaribin bi kar bînin kampayaya da destpêkirin û ji bo fîrmayên otobusan ve peyman îmze kir di vê çarçoveyê de kesên ku ji Stenbolê biçin Kurdistanê yan jî ji Kurdistanê bên Stenbolê fîrma ji sedî 50 buhayê biletan daxe. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu jî bi gotina "hilbijêrên me divê bi ruhê dema borî heta ji wî zêdetir bi heyecenaka mezin heta nexweşên li nivînan jî bibe û dengên xwe bi kar bînin" banga çûyîna li ser sindoqan kir.
14:18 24/10/2015
 
Yuksekdag li gel karkerên tekstîlê cil dirûtin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Bahçelievlerê karkerên tekstîlê ziyaret kir û li pirsgirêkên karkeran guhdar kir. Yuksekdag, bi karkeran re li ser makîneyan rûnişt û cil dirûtin. Yuksekdag, anî ziman ku wê jî di serdema dibistanê navîn û lîseyê de karê tekstîlê dikir.
09:47 24/10/2015
 
'Ji tirkan re jî rêveberiya xweser pêvîst e!
Nazmeta HDP'ê ya Muglayê Hurriyet Karadenîz diyar kir ku dema li Muglayê xebatên hilbijartinê dikin herî zêde rêveberiya cewherî ji wan dipirsin û wiha got: "Li Muglayê 25 hezar metrekare plan derket holê. Li gorî planê dê li ku derê otel bên çêkirin, qada turzîmê kudere, qada çandîniyê kudere dê li Enqere biryarê wê hat girtin û şandin. Planekî teqez li gorî vir nîn e. Ji ber vê yekê em dibêjin rêveberiya cewherî. Meclîsên li taxan hatin avakirin dê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji kurdan re çiqas rêveberiya cewherî pêvîst be jî ji tirkan re jî pêvîst e."
09:03 24/10/2015
 
'Di 1'ê Mijdarê de DAIŞ çawa têkçû dê AKP jî wisa têk biçe'
Namzet HDP'ê ya Antalyayê Nuray Erçagan diyar kir ku hilbijartina 1'ê mijdarê rastî Roja Kobanê ya Cîhanê hat û wiha got: "Zarokên me çawa DAIŞ li Kobanê têk birin em jî dê wisa AKP'ê di sindoqan de têk bibin. Çeteyên DAIŞ'ê çawa têkçûn AKP jî dê wisa têk biçe."
16:28 23/10/2015
 
'Sed salan jî şer bê kirin dîsa dê li ser maseyê rûnên'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Norşînê ya Bedlîsê bi rûspiyên civakê re hat cem hev û got divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê alî careke din li ser maseyê bên cem hev û wiha got: "Dewletek dema mijar dibe şer leheng dibe lê dema mijar dibe aştî çima ewqas bertekan nîşan dide. Niha mase qulipandin. Bila li ser maseyê demek dirêj rûnin lê bila bêxwîn be. Kî bêje em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne ji xwe em amade ne. Me mase terk nekir. Em dibêjin bi çek, şîdet û girtinê ev nabe. Sed salên din jî şer bê kirin dê dîsa li maseyê bê rûniştin. Heke di sulhê de xêr hebe divê rûniştina maseyê pêk bê."
15:35 23/10/2015
 
Yuksekdag: Em dê di 1'ê mijdarê de qezenc bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Sêrtê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin û got gefên hikûmet û alîgirên wan "me ji riya me venagerînin" Yuksekdag got "Di 1'ê mijdarê de vîna azad a Tirkiyeyê dê qezenc bike" û diyar kir ku vê carê wan du caran zêde israr kir û dê dengê xwe bilind bikin. Yuksekdag bang li kesên deng dan HDP'ê û dê bidin HDP'ê wiha kir: "Destûrê nedin roniya dilê we reş bikin. Li hemberî şer û zilmê berxwedana însanî nîşan bidin. Vîna jiyana aştiyê nîşan bidin. Tarîtî teqez dê xilas bibin."
16:41 22/10/2015
 
HDP: Werin bibin muşahidê me
HDP hişyariya ku ev hikûmet ji bo îktîdara xwe şerê navxweyî daye ber çavên xwe û dikare hemû lîstikên qirêj bilîze. HDP'ê diyar kir ku ji bo pêşiya vê yekê were girtin û ewlehiya sindoqan bang li her kesî kir ku bibin muşahidê sindoqan.
09:56 22/10/2015
 
'Em ê di 1'ê mijdarê de AKP'ê ye Torosê siwar bikin û bişînin'
Li hemberî gefa Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Wanê ya "torosên spî" gelê Wanê jî diyar kirin ku AKP bi qatlîamên li Enqere, Pirsûs û Roboskê ve dixwaze gel bitirsîne û vê yekê bes nabîne dixwaze bi "torosên spî" ve bitirsîne.
09:43 22/10/2015
 
Gelo li dibistanên bi sedan xwendekar ders dibînin de pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa heye?
Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê Mehmet Tîryakî li hemberî yekirina 138 sindoqan ên li Cizîr, Hezex, Sîlopî, Xîzan û Êlihê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku li sindoqên ku bi hinceta "ewlehiyê" hatine yekirin perwerdehî didome û heke xetereya "ewlehiyê" hebe divê perwerdehî nebe,ev biryara hatiye girtin ne di cih de ye.
09:41 22/10/2015
 
Plana AKP’ê ya ‘leşker li ser sindoqan bin’ deşîfre bû
Hikûmeta demî AKP ku ji bo ku di hilbijartinê de careke din bibe desthilatdar, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê bi riya qeymeqam û fermandarê leşkerî gazî serokên sindoqan dike. Ji serokên sindoqan ji bo ku leşker li ser sindoqan bin tê xwestin ku daxwaznameya “daxwaza parastinê” bê îmzekirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN