12:30 08/6/2015 |
|
HDP'ê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi serkeftinek mezin hilbijartin li pey xwe hişt. HDP'ê di vê hilbijartinê de ji sedî 13.1'an dengê 6 mîlyon û 52 hezar hilbijêran girt û 80 wekil şandin meclîsê.HDP'ê ji sedî sed dengê xwe zêde kir û ji gelek bajarên din wekîl derxist.
|
00:30 08/6/2015 |
|
Li gundê xebatkarê HDP'ê Hamdullah Oge yê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, ji 214 dengan 210 den ji HDP'ê re derket.
|
21:37 07/6/2015 |
|
Li Dêrsim, Şirnex, Colemêrg û Agiriyê hemû parlamenter HDP'ê derxistin. Bi vê encamê gelê Agirî û Şirnexê bersiva provokasyona da AKP'ê.
|
21:10 07/6/2015 |
|
Li ser navê HDP'ê daxuyaniya destpêkê ji aliyê namzedê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder ve hat kirin. Onder di daxuyaniya ku da de wiha got: "Ev encamên serkftinê yên li hemberî dijberiyê demokrasiyê, li hemberî zilmê azadiyê, li hemberî şer aştiyê ye."
|
20:54 07/6/2015 |
|
Li Kurdistanê AKP bi temamî paqij bû. Piştî êrîşa bombeyî li Amedê ji sedî 66 sindoqên hatine vekirin HDP ji sedî 78.1 dengek mezin bi dest xist. Li 14 bajarên Kurdistanê HDP bi ferqek mezin li pêşiya AKP'ê ye.
|
17:37 07/6/2015 |
|
Endamên Partiya Hur Dava'yê li taxa Caferan a Erxeniyê bi kevir û daran êrîşî welatiyan kir û 3 welatî birîndar kirin.
|
17:23 07/6/2015 |
|
Li Tirkiye û Kurdistanê bikaranîna dengan a ku saet di 08.00’an de dest pê kir saet di 17.00’an de bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir.
|
17:15 07/6/2015 |
|
Li Herêma Serhedê, bi sed hezaran hilbijêr çûn ser sindoqê. Herî zêde binpêkirina mafan li vê herêmê çêbû. Li aliyekî pusulayên bê mohr hatin bikar anîn, li aliyê din muşahîdên HDP'ê ji ser sindoqê hatin dûrxistin û namzet û rêveberên AKP'ê li ser sindoqan zext li hilbijêran kir.
|
16:41 07/6/2015 |
|
Li Stenbol, Enqere û gelek bajarên din li dibistanên ku deng lê tên bikaranîn, maşineyên polîsan ên bê plake disekinin. Rêveberên HDP'ê têkildarî maşîneyên bê plake ketin nava hewldann. Parlamenterê CHP'ê Aykut Erdowdu jî wêneyê maşîneyên polîsan ên bê plake kişand û di medya de belav kir û got: "Min ev maşîneyên bê plake ji polîsan pirsîn gotin ne yên me ne. Min got yên kê ne. Vê carê jî bersîv nedan."
|
16:11 07/6/2015 |
|
Welatiyên gundê Koleyê yê Eleşgirtê biryar girtin ku ew ê hilbijartinê boykot bikin, bi çûna Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik welatî dawî li boykota xwe anîn û dengê xwe bi kar anîn.
|
16:00 07/6/2015 |
|
Li taxa Cubeyde yê navçeya Hîlaliyê ya Rihayê muşahîdên HDP'ê yên li dijî îhlala hilbijartinê derketin rastî êrîşa bi dar û keviran hatin. 10 kesên di êrîşan de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan.
|
15:36 07/6/2015 |
|
Bi sedan welatiyên ku li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê pak hat de birîndar bûn bi ambulansan ve çûn ser sandoqan. Welatiyên ku dengên xwe bi kar anîn peyama “Me di sandoqan da bersiv da” dan
|
14:33 07/6/2015 |
|
Li Tevahiya Tirkiyeyê avêtina dengan saet di 08.00'an de dest pê kir. Ji destpêka dengavêtinan de welatî bi eleqeek mezin çûn ser sindoqan. Lê piştî dengavêtinê dest pê kir, lîstik û hîleyên li ser sindoqa jî dest pê kir. Lîstikên li ser sindoqan her ku diçe zêde dibin.
|
14:11 07/6/2015 |
|
Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê welatî serê sibehê saet 08.00’an heta niha diçin ser sandoqan. Bi destpêkirina bikaranîna dengan ve agahiyên binpêkirinan jî tê. Li bajarên Anatolyaya Navîn di dema bikaranîna dengan de binpekirin derdivekin holê.
|
14:03 07/6/2015 |
|
Li navçeya Tilloyê ya Sêrtê hezar û 280 hilbijêr hem ji bo hilbijartina giştî hem jî ji bo hilbijartina herêmî dengê xwe bi kar tînin.
|
13:47 07/6/2015 |
|
Koordînasyona Şopandina Sandoqan, Maseya Krîzê û Koma Medyaya Civakî yên li Navenda Giştî ya HDP’ê hatiye avakirin der barê binpêkirinên hilibjartinê yên ku li Tirkiye û Kurdistanê agahiyan digirin berê rayedaran didin li herêmên ku binpêkirin diqawimin.
|
13:14 07/6/2015 |
|
Li Mêrdînê pîrikeke 115 salî ya bi navê Hacı Şamê Aydemir bi halê xwe yê nexweş ji nav ciyan rabû çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî. Aydemîr got ku bila êdî aştî û azadî bi ser keve û dengê xwe aştiyê.
|
12:50 07/6/2015 |
|
Li Stenbolê hilbijerên ku ji bo hilbijartina wekî qedera Tirkiyeyê biguherîne tê nirxandin ji bo dengên xwe bi kar bînin herikîn dibastanan û dibistan tijî kirin. Ji namzetên HDP’ê yê Stenbolê Pervîn Buldan a ku dengê bi kar anî nirxandina “Tirkiye dê ji rojeke nû re hişyar bibe” kir.
|
11:54 07/6/2015 |
|
Berendamê AKP'ê Abdulselam Er, xizmên wî û cerdevanan bi boneya mûdahaleya deng bikaranîna komî kir, Berendamê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û HDP'yiyan kir.
|
11:47 07/6/2015 |
|
|