16:30 21/10/2015 |
|
Lijneya Hilbijartinê ya Tutaxa Agiriyê biryara ku sindoqên 16 gundan li 8 gundan kom bikin wergirt.
|
15:16 21/10/2015 |
|
Hevseroka Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag bersiva gefên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "Torosên Spî" da û wiha got: "Vî gelî 'Torosên we yên spî' jî û hemû çûre tank û topên we jî dîtin. Çi çêbî? Gelo we bi 'Torosên sîpî' û tangên xwe yên qehweyî gelê Cizîrê têk bir? Gelê me li hemberî we rûmeta xwe parast. Hûn nikarin vî gelî ne bi Torosên Spî û ne jî bi tangên qehweyî bitirsînin'"
|
16:57 20/10/2015 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Edeneyê bi rojnameyên herêmî û jinan re hate cem hev û bal kişand li ser hîleyên hilbijartinê xwest di 1'ê mijdarî de bi vekirina sindoqan re hemû kes xwedî li dengên xwe derkevin. Yuksekdag bal kişand li ser kurbûna şer jî û nirxandina "Di 1'ê mijdarê de em ê bihev re bi ser kevin" kir.
|
16:55 20/10/2015 |
|
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbjartinê de bi gel re tên cem hev û amadekariyê xwe yên hilbijartina 1'ê mijdarê berdewam dikin. Namzetên bi gel re hatin cem hev gotin gel daxwaza xwe ya jiyana bi hev ra anine ziman.
|
09:08 20/10/2015 |
|
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat bi komkujiyên Amedê û Pirsûsê dest pê kir û bi komkujiya Enqereyê berdewam kir de derket holê ku dewlet wekî kujeran tevdigere. Firat anî ziman ku 2'yê mijdarê re êdî AKP dest bi hesap dayînê bike.
|
23:13 19/10/2015 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, di çarçoveya xebatên hilbijartina 1'ê Mijdarê de li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Yuksekdag, anî ziman ku ew dê di 1'ê mijdarê de bi hevre dawî li perçekirinê bînin û destûr nadin ku heviya Aştiyê li Îmraliyê bê girtin.
|
18:34 19/10/2015 |
|
Dadgeha Sulh Ceza ya Agiriyê, der barê buroşurên danezana HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê de biryara komkirinê girt. Dadgehê di biryara komkirinê de gotina "Rêveberiya cewherî" hincet nîşan da.
|
14:44 19/10/2015 |
|
Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek navenda di vekirina û civînan de bi gel re hatin cem hev. Namzetê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken diyar kir ku ligel hemû komkujî û êrîşan KCK'ê bersiva bangan da û ligel vê yekê AKP bi operasyona bersiva biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê da. Baluken anî ziman ku divê hemû derdorên bang li KCK'ê kirin li hemberî operasyonên AKP'ê helwesta hevpar bigirin û rûyê wê yê komkujer teşhîr bikin. Baluken da zanîn ku divê hemû kes xwedî li biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê derbikeve û divê rêxistinên sivîl bangên xwe yên operasyonan rawestînin zêde bikin."
|
13:21 19/10/2015 |
|
Keyayên 3 taxên gelek deng jê ji bo HDP'ê derketin gazîkirin Qereqola Cendirmeyan a Erdîşê û ji wan re zextên "welatiyan li qereqolê kom bikin û îmzayan bavêjin qaqizên vala" pêk anîn. Keyayê taxa Doganci Saît Hezer bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Dê îmzayê bi wan bidin avêtin û li şuna wan dengan bikarbînin."
|
14:10 18/10/2015 |
|
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken jî dîyar kir ku 5 Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û 4 meh bi ser re derbas bûn û wiha got: "Kiryarê 5 hezîranê ku qetlîamê pêk anîn hatiban dîtin komkujiyên Pirsûs û Enqere pêk nedihatin. Yên komkujiya 5'ê hezîranê vedişêrin dixwazin komkujiyên Pirsûs û Enqere jî veşêrin."
|
15:28 16/10/2015 |
|
Ligel ku ji hilbijartina 1'ê mijdarê re demek kurt maye xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bi welatiyên Agiriyê yên li Îzmîrê dijîn re hat cem hev û got ku gel di 1'ê mijdarê de jî bersiva xwe bide.
|
12:57 09/10/2015 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş esnafên Hala Fêkî û Sebze ya Bayrampaşa ziyaret kirin û bi esnafan re taştê kir. Demîrtaş balkişand ser pêvajoya pevçûnan û wiha got: "Berî her tiştî hedefa me aştî ye. Heya aştî nebe hilberîn û çandî çênabe."
|
18:22 08/10/2015 |
|
Parlementer û namzetê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken diyar kir ku Erdogan di astengiyekî mezin de ye û wiha got: "Buye mîna kesên li sedeqeyan digere. Lê li kîjan deriyan dixe, derî li ser ruyê wî tê girtin. Çawa piştî hilbijartina 7’ê hezîranê fedi kir ketin mala xwe û dernektin devre, di 1’ê mijdarê de ji wisa bibe û em nehêlin ku karibin derbikevin kolanan jî.”
|
12:35 09/6/2015 |
|
Serkeftina HDP'ê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çoş û kelecanek pir mezin hat pîrozkirin. Li Kocaelî, Manisa, Agirî, Bêdlis, Gever, Kop, Sêrt, Mardin, Çewlîk, Xerpêt, Amed û Aydinê bi coşek mezin serkeftina HDP'ê hat pîrozkirin. Di şahî û pîrozbahiyan de hat gotin ku piştî tariya AKP'ê ya 13 salan dê pêşeroj bi ronahiya rojê ronî bibe. Hevserokê HDP'a Kerboranê Yasin Turan, diyar kir ku ew serkeftina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.
|
23:07 08/6/2015 |
|
Piştî HDP'ê di hilbijartina giştî de bend ji sedî 13.1 derbas kir, bi sed hezaran alîgir û dilxwazên HDP'ê bi boneya serkeftina HDP'î pîroz bikin, bi maşîneyên xwe derketin kolanan û dest bi pîrozbahiyê kirin. Di serî de li Amed, Wan, Riha, Enqere, Îzmir, Şirnex, Êlih, Sêrt û gelek bajarên din welatî bi coşek pir mezin pîrozbahiyan pêk tînin. Gel bê navber silogana "Bijî Serok Apo berz dikin. Di pîrozbahiya li Rihayê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, diyar kir ku ew serkeftinê diyarî Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
|
22:03 08/6/2015 |
|
Gelê Amedê li hemû navçe û taxan daketin qadan û serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Gelê Amedê ku di êrîşa bombeyî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî serkeftina HDP'ê bi boneya bersîvê bidin êrîşkaran û serkeftina HDP'ê pîroz bikin, bi sedan maşîne konvoyên mezin çêkirine û li nava kolanên bajar û navçeyên Amedê tûrê didin xwe. Gel bi maşîneyan derketine kolanan û bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Zext me têk nabe" berz dikin. Bi sed hezaran welatî li kolanên Amedê pîrozbahiyê pêk tînin û komkujiyê şermezar dikin. Welatî bê navber fîşekên hewayî davêjin û siloganan berz dikin.
|
21:26 08/6/2015 |
|
HDP'ê piştî di 7'ê Hezîranê de benda hilbijartinê ji sedî 13.1 derbas kir û bajarên Kurdistanê ji partiyên din paqij kir, li bajarên Kurdistanê welatiyan dest bi pîrozbahiyên mezin kirin. Li bajarên Serhedê jî bi deh hezaran mirov derketin kolanan û govenda serkeftinê xweş kirine. Gel li kolanan şahiyên mezin pêk tîne û serkeftina HDP'ê pîroz dike.
|
20:08 08/6/2015 |
|
Li qada Newrozê ya Amedê bi deh hezaran welatî li hev kom bûn û serkeftina HDP'ê ya hilbijartinê pîroz dikin. HDP'ê serkeftina vê hilbijartinê diyarî kesên di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan kir.
|
14:18 08/6/2015 |
|
Piştî HDP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi ser ket, gelê Şirnexê bi coşek mezin pîrozbahî pêk anî. Piştî girse derket kolanên Şirnexê, li lûtkeyên Cûdî jî pîrozbahî hat lidarxistin.
|
13:31 08/6/2015 |
|
HDP bi namzetên hemû beşên civakê tevlî hilbijartinê bû û bi rêjeya ji sedî 13.1 benda hilbijartinê tarûmar kir. Parlamenterê elewî yê HDP'ê Alî Kenanoglu diyar kir ku rastiya Tirkiyeyê diçe parlamentoyê. Palamneterê ermenî Garo Paylan jî anî ziman ku HDP'ê hemû rengên civakê bir meclîsê. Parlamenterê suryanî Erol Dora jî got ku gelên Tirkiyeyê di vê hilbijartinê de çarenûsa xwe diyar kirine.
|