DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

10:19 30/10/2016
 
Demîrtaş: Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku geşedanên dawî ji DÎHA’yê re nirxand, ji bo yek ji aktorên “Konsepta Ewlehiyê” Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wiha got: “Tam jî zilamê karên pîs e.” Demîrtaş dest nîşan kir ku, ew dê li dijî polîtîkayên qirêj netirsin û nerevin û ev peyam da: “Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin.”
09:21 30/10/2016
 
Bîrdal: Li dijî kaosê hêvî û piştevanî
Parêzvanê mafê mirovan û parlamenterê berê Akin Bîrdal diyar kir ku AKP a ku xitimiye, tenê avakirina kaosê di destê wê de maye û wiha got: "Em jî li dijî kaosê dibêjîn hêvî û piştevanî."
10:42 29/10/2016
 
Baluken: Em ê împaratoriya tirsê ya Erdogan hilweşînin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku hemleya siyasî ya ku hefteya borî KCD, KJA, DBP û HDP'ê aşkera kir, dê împaratoriya tirsê ya ku AKP'ê ava kiriye hilweşîne û pêvajoya ku dawiya wî bîne, dê bi xwe re bîne.
09:13 29/10/2016
 
Ozsoy: Têkçûna Erdogan a li Rojhilata Navîn ê polîtîkaya wî yê der ve têk bibe
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji ber polîtîkayên Erdogan ên zextan, polîtîkaya wî ya derve û hundir zirar dibîne û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li derve ji aliyê Erdogan ve hatine qedandin. Polîtîkayên Erdogan ên li Rojhilata Navîn dê polîtîkayên li derve binbixîne."
14:29 28/10/2016
 
'Em dê tax bi tax berxwedanê mezin bikin'
Bi hzaran gelê Amedê li gel hemû astengiyan çalakî pêk anî û li dijî tundiya dewletê bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku di salên 90'an ne tetelefon û ne jî înternet hebûn wiha got "Em dê tax bi tax xwe bi rexistin bikin. Hemû kes hevserokê giştî ne. Her kes rêveberên partiyê ne. Em li hemberî vê faşizmê serî natewinin.
11:41 28/10/2016
 
Çalakî mezin dibin: Bi sedan kes li Rezanê hatin cem hev
Ji bo şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Amedê bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê û navçeya Rezana Amedê li hev kombûn.
13:25 27/10/2016
 
Wekîlê HDP’î Sancar: AKP du rû ye
Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, helwesta AKP'ê ya li hemberî darazê rexne kir û diyar kir ku AKP du rû tev digere û ne durist e.
10:09 27/10/2016
 
Tugluk: Dê herî zêde Komara Tirkiye zerarê bibîne
Cîgira Hevseroka HDP'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser tundiya îktîdara AKP'ê ya li ser gelê kurd dimeşîne û wiha got: "AKP bi van êrîşên xwe herî zêde zerarê dide Komara Tirkiye. Divê dewlet dest ji vê hewldana jiyana hevpar berde.
10:05 27/10/2016
 
Demîrel: Bila hikûmet hişê xwe bîne serê xwe
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, diyar kir ku AKP û Qesr ji bo dabekarên siyasî yên ku ketine nava partiyan veşêre êrîşî HDP, DBP'ê hêzên demokratîk dike û wiha got: "Bila hikûmet hişê xwe bîne serê xwe. Em kurd ne bê alternatîfin."
09:04 27/10/2016
 
Seroka berê ya ANAP'ê: Tirkiye li ser piyê zinar e
- Endama Tevgera Ji bo Demokrasiyê û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas, bang li her kesî kir ku ji bo demokrasiya tirkiye têkevin nava tevgerê û got: "Cihê şer lêhebe demokrasî tune. Maf û hiqûq tune. Tirkiye li ser piyê zinar e. Ger ku di zinar werbe dê bibe hezar perçe.
09:04 27/10/2016
 
Baluken: Politîkaya Tirkiyeyê îflas kiriye
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken derbarê operasyona Mûsilê de got ku gel û hêzên Rojhilata Navîn bi tu awayî naxwazin Tirkiye tevli operasyona Mûsilê bibe.
13:58 26/10/2016
 
Baluken: Em dê li dijî mêtîngeriyê têbikoşin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, diyar kir ku êrîşên niha pêş dikevin ji hiqûqa şer wêdetir e û wiha got: "Em dê li dijî êrîş û mêtîngeriyê têbişokin. Li dijî me polîtîkayên dijminantiyê tên meşandin. Heta ku em van êrîşan pûç bikin em dê têbikoşin.
10:26 26/10/2016
 
HDP: Erdogan-AKP dê nikaribin vîna gel teslîm bigirin
HDP, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dan û da zanîn ku Erdogan-AKP dê nikaribin vîna gel teslîm bigirin.
09:15 26/10/2016
 
Yuksek: Em ê li hemberî polîtîkayên AKP'ê xwe birêxistin bikin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku ev pêvajoya ew têre derbas dibin pêdiviya rêxistinbûyînê bi xwe re aniye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze hêza siyaseta gelê kurd zeyîf bike û belav bike. Li hember vê tişta pêwîst xwebirêxistin kirine."
09:07 25/10/2016
 
Di bin guherîna polîtîkaya derve ya têkildarî Rûsya û Sûriyeyê de enerjî heye
Hîndekara Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglû anî ziman ku, Tirkiye ji ber polîtîkayên enerjiyê polîtîkayên xwe yî derve guhertine û dest nîşan kir ku, dê di navenda peymanên enerjiyê de Îskenderûn, Edene û Mêrsîn hebin.
17:34 24/10/2016
 
Tuncel waliyê Dersimê hişyar kir
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, esnafên Dersimê ziyaret kir û waliyê ku gef li esnafan xwar hişyar kir. Tuncel, anî ziman ku girtina deriyê derabeyan, mafê herî demokratîk ê esnafan e.
15:35 23/10/2016
 
Yuksek: Kurd bêtir nêzî azadiyê dibin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û diyar kir ku li ser wî zextek mezin tê meşandin û wiha got: "Lê dêev zext moralê min xira neke. Gelê kurd dîroka bêqeyom dişikîn û bêtir nêzî azadiyê dibin."
14:45 23/10/2016
 
Dijberî Eniya Mîllî Eniya Demokrasiyê
Siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger, akademîsyen û parazvanên mafên mirovan ên beşdarî "Tevgera Ji bo Demokrasiyê" bûn diyar kirin ku dê bi tifaqî serkeftinê bi dest bixin û destnîşan kirin li dijî "Eniya millî" Eniya Demokrasiyê şert e.
13:04 23/10/2016
 
Civîna 'Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê' dest pê kir
Gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar, nûnerên saziyên jiann, akademisyen, parazvanên mafên mirovan û rojnameger di civîna “Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê" de hatin cem hev. Di civînê de Wekîla berê ya CHP'ê ya Stenbolê Binnaz Toprak, diyar kir ku ya girîng hatina wan a cem hev e. Ji ber ku hatin cem hev dê serkeftinê bi dest bixin.
11:38 23/10/2016
 
Ziyareta heyeta Ewropa bi dawî bû
Ziyaret û gera heyeta Ewropa û EGAM'ê ya li Amed û Mêrdîn bi dawî bû. Heyet dê çavdêrî û hevdîtinên li Kurdistanê bike rapor û pêşkêşi Parlamentoya Ewropayê bike.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN