DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

09:08 05/10/2016
 
Banga beşdarbûyîna danişîna Kamûran Yuksek
Di 7’ê cotmehê de, li Amedê dê yekemîn danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek pêk bê. Beriya danişînê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Seydî Firat, ji boyî dawî li derhuqûqiya bê, bang li gelê Amedê û rêxistinên sivîl kir, da beşdarî danişînê bibin.
14:59 04/10/2016
 
Demîrtaş: Berxwedana li dijî zilmê heq e
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, têkildarî polîtîkayên AKP'ê ku piştî darbeyê xistiye meriyetê axivî û diyar kir ku bi Kumpa Tirkiye ya herî mezin re rû bi rû ne û wiha got: "AKP û Erdogan me bi ixatena welat tawanbar dike. Ger ku derketina li dijî darbeyê îxanet be em dipirsin ki îxanetkar e. Ger ku ji bo min ji bo parastina demokrasiyê bang li gel kiribe dakevin kolanan rexne bê ez dîsa bang li gel dikim û dibêjim berxwedana li dijî zilmê heq e."
14:49 04/10/2016
 
Serokwezîr Yildirim gef li Rojava xwar
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di axaftina xwe ya meclisê de diyar kir ku ew ê tevgera xwe ya li hemberî Rojava bidomînin û bi gotinê xwe yên "Ger pêwîst bike em ê bi zorê YPG'ê û PYD'ê bi zorê ji Cerablusê derxînin" gefên xwe yên li hemberî Rojava dubare kirin. Yildirim derbarê hebûna Cemaata Gulen a di nava AKP'ê de bi gotinên "çiye dibêjin ên ku hêza wan a siyasî heye tên parastin, kesên ku li pey van gotinan bikevin dê bikevin dafên FETO'yê" xwedî li cemaatê derket.
13:56 04/10/2016
 
Parlamentoya Iraqê xwest Tirkiye nûnertiya xwe ji Iraqê derxe
Eniya Reform û çend parlamenterên Iraqê bi daxuyaniyekê xwestin ku nûnertiya Tirkiyeyê ya li Iraqê bê derxistin û peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên qûtkirin.
12:39 04/10/2016
 
Baluken: Îkdîtar OHAL'ê dike amûrê guhertina rejîmê
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, diyar kir ku dirêjkirina 3 mehan a OHAL'ê ji bo wan ne supriz bû û wiha got: "Îktîdar OHAL'ê ji bo guhertina rejîmê wekî amûr bikar tîne. Ji bo rejîmê biguhere dê bêtir dirêj bike.
09:09 04/10/2016
 
Yildiz: Bi girtinê nikarin DBP'ê xelas bikin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Salih Yildiz, diyar kir ku li gel Kamuran Yuksek, di salek dawî de 2 hezar û 499 endam û rêveberên wan hatin girtin û wiha got: "Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin partiya me xelas bikin. Lê nikarin bi girtinan DBP'ê xelas bikin."
17:45 03/10/2016
 
OHAL 3 mehên din hat dirêjkirin
Lijneya Wezîran piştî civînê daxuyani dan. Li ser navê Lijneya Wezîran Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş daxuyanî da û diyar kir ku wan OHAL 3 mehên din (90 roj) dirêj kirine. Kurtulmuş, anî ziman ku Lijneya Wezîran biryar daye ku OHAL'ê 3 mehên din dirêj bikin.
09:05 01/10/2016
 
HDP dosyeya xwe yî destnedayînan şand DMME’yê
Piştî ku bi “derbe”yê re destnedayîna parlementerên HDP’ê hat betalkirin, ji ber ku di huqûqa hundirîn de, têkoşîna devjêberdana ji vê derbeyê xitimî serî li DMME’yê hat dayîn. Serlêdanên ku ji bo hemû parlementeran hatin amadekirin, duh bo DMME’yê hatin verêkirin.
09:14 30/9/2016
 
OHAL'ê rakir, rejima OHAL’a xwe ava dike!
AKP û Serokomar Erdoganî yên ku bi sala ne bi rakirina OHAL’ê pesnê xwe didan, niha bi hinceta derbeyê OHAL’a ku hemû Tirkiyeyê mehkûmî xwe kiriye dixwaze mayînde bike. Rexnegirê pergalê û teorîsyenê siyasetê Fîkret Başkaya got, hedefa AKP’ê ew e ku rejîmeke têkel a Azerbaycan û Erebîstanê biafirîne.
09:13 30/9/2016
 
Xebatên HDP'ê nîşan dide çima dibe hedef
HDP a ku beriya serdema nû ya meclîsê hate hedefgirtin, serdema borî ji ber ku AKP gelek tengav kir bû hedefa AKP'ê. HDP a ku hemû bûyerên civakî anî rojeva meclîsê nîşan da ku partiya muxalefetê ya esasî ye, jibilî xebatên qanûn çêkirinê jî her tim bi gel re bû.
09:12 30/9/2016
 
Ji bo muxalefeta civakiyî HDK ji nû ve tê rêxistinkirin
HDK’ya ku ji bo hemû kesimên kêmar û yên din ên li Tirkiyeyê bîne gel hev hat rêxistinkirin, bo pêvayoja pêş de rolekî aktîf hilgirt û ji bo peywira xwe yî “muxalefeta civakiyî” pêk bîne dê ji nû ve bê vesazkirin.
14:06 29/9/2016
 
Ji Ocalan peyamên girîng
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku piştî 525 rojan bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî têkîldarî hewldana darbeyê, tayînkirina qeyûman, pêvajoya çareseriyê û geşedanên Rojava gelek peyamên girîng da.
13:41 29/9/2016
 
'Xwedî bike, mezin bike û bifiroşe!'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik têkîldarî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê nirxandina "Desthilatdariya AKP’ê ya polîtîkaya xwe ya navxweyî û derve li ser DAIŞ’ê sazûman kir; niha jî li nav çavê dewletên dinyayê dinêre û dibêje li hemberî DAIŞ’ê şerê herî mezin ez dikim. Êdî ewqas jî nabe!" kir.
09:05 29/9/2016
 
Konca: Riya çareseriyê yekitiya kurdan e
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca têkîldarî serdana wan a başûrê Kurdistanê got ku wan der barê yekitiya neteweyî de hevdîtinên erênî û girîng pêk anîne û jibilî yekitiyê tu şans û tercîha kurdan nîne. Konca got ku divê demildest yekîtiya netewî ya kurdan bê avakirin.
17:17 28/9/2016
 
Tûncel: Em di avakirina dahatûya xwe de bi biryar in
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku pirsî "Ma hûn dikarin îradeya gelekî di avahiyekê de bitepisînin?" wiha got: "Heke bivê dê her mal bibe şaredariyek. Li her taxê, li her kuçeyê ferq nake, em tevî karkeran, tevî gelê xwe bi biryar in ku dahatûya xwe ava bikin."
15:34 28/9/2016
 
Balûken: Di navbera AKP û cemaetê de hevdîtineke lihevkirinê heye
Serokwekîlê HDP'ê Îdrîs Balûken, diyar kir ku ew nizanin di lingê siyasî yê derbeyê de kî hene û dest nîşan kir ku, AKP ji bo lingê siyasî yê derbeyê dernekeve holê hewl dide.
19:20 27/9/2016
 
Zîrveya ewlehiyê li Beştepe kom bûn
Di demên dawî de ji ber şerê li Kurdistanê zêde dibe û gelek leşker û polîs tên kuştin, Di serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de li Beştepe "Zîrveya Ewlehiyê" kom bû.
18:35 27/9/2016
 
Leşkeran di 9 salan de li Kudistanê 4 hezar û 849 daristan şewitand
Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, têkildarî şewata daristanên li Kurdistanê pirsname da Wezareta Karên Daristan û Avê. Wezaretê bersîv da û diyar kir ku li herêmê di 9 salan de 4 hezar û 849 hektar zeviya daristanê hatiye şewitandin.
14:17 27/9/2016
 
KNK’ê Encamnameya Şêwira Neteweyî aşekara kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê encamên civîna Şêwira Neteweyî ya li ser başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê aşkera kir.
09:22 27/9/2016
 
Iyem ê CHP'î: AKP'ê tehamulî vîna gel nekir
Endamê Komîsyona Rêveberiyênên Heremî ya Navenda Giştî ya CHP'ê Îbrahîm Iyem bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da û got ku AKP'ê tehamulî vîna gel nekir, ev pêkanînê nayê qebûlkirin kesên bi vîna gel hatine li ser kar jibilî gel tu kes nikare wan ji kar bigire.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN