DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

13:29 26/9/2016
 
'Divê hemû demokrasîxwaz li hemberî zilmê deng derxînin'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku ji bo piştevaniyê çû Navenda Giştî ya Egîtîm Senê diyar kir ku divê hemû kesên ku demokrasî û biratiya gelan dixwazin rabin ser piyan û vê li hemberî zilma AKP'ê dengê xwe derbixin.
12:55 26/9/2016
 
Hevserokên DBP'ê yê bajaran li Amedê civiyan
Hevserokên DBP'ê yên bajaran li Amedê bi serokatiya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel ve kom bû.
14:50 25/9/2016
 
Tuncel: Em dê jiyanek nû ava bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di kongreya ESP'ê de bal kişand ser avakirina jiyana nû û wiha got: "Em li Kurdistanê û hûn li Tirkiye têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em dê bi têkoşîna xwe jiyanek nû li ser bigehê azadiyê ava bikin."
13:41 25/9/2016
 
Dîlek Ocalan: Tecrîd bi têkoşînê radibe
Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Erdîşê de axivî û diyar kir ku dewlet bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, aştiyê û gelan tecrîd dike tecrîd bi têkoşînê radibe.
12:32 25/9/2016
 
'Divê partiyên kurd siyaseta neteweyî esas bigirin'
Komxebata KNK'ê ya li bajarê Kerkûkê di roja 2'yemîn de didome. Di rûniştina 2'yemîn de beşdarvanên komxebatê axivîn û diyar kirin ku ji ber gelê Kurd di aliyê leşkerî de rola diyarker dilîze, ji aliyê her kesî ve mûxatap tê girtin lê divê ev pêşketin di aliyê siyasî de jî bên pêşxistin û bang li hemû partiyên kurd kirin ku siyaseta neteweyî esan bigirin.
11:35 25/9/2016
 
Heyeta HDP'ê carek din bi Mesud Barzanî re hatin gel hev
Heyeta HDP'ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Başûrê Kurdistanê hevdîtin pêkdianîn, carek din bi Serokê PDK'ê Mesud Barzanî re hatin gel hev.
16:06 24/9/2016
 
'Xwîna zarokên me derfet daye ku em Kongreya Neteweyî pêk bînin'
Heyeta HDP'ê piştî bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed re hevdîtin pêk anî daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê dan. Yusif Mihemed got ku îro pêwîstiya Kurdan bi xebatek hevpar heye û Kurd bi xebata hevbeş dikarin bigihin armancên xwe.Demîrtaş jî diyar kir ku divê hemû aliyên Kurd pirsgirêkên nava xwe bi diyalogê çareser bikin.
15:26 24/9/2016
 
Tuncel: Têkane rê berxwedan e
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel a di kongreya partiya xwe ya li Rihayê de axivî diyar kir ku li dijî polîtîkayên zilm û zorê ya dewletê tekane rê berxwedan e.
09:04 24/9/2016
 
Koçyîgît: Îmralî ji bo aştiyê têdikoşe
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin li Tirkiyeyê şerê navxweyî derxînin û wiha got: "Tecrîda li Îmraliyê tiştekê bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Niha Îmraliyê ji bo aştiyê têkoşînek tê dayîn."
13:25 23/9/2016
 
Heyeta HDP'ê bi Waliyê Kerkûkê re hevdîtin pêk anî
Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîm re hevdîtin pêk anî.
10:54 23/9/2016
 
'Ji bo Kurdistanê divê em dest ji berjewendiyên xwe yên biçûk berdin'
Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Hewlêrê hevdîtinên xwe didomînin bi Serokê Giştî yê Komeleya Îslamî Alî Bapîr re hevdîtin pêk anîn. Bapîr di hevdîtinê de diyar kir ku divê ji bo berjewendiyên giştî yên Kurdistanê ew dest ji berjewendiyên xwe yên biçûk berdin.
16:46 22/9/2016
 
Siyasetmedarên kurd li Hewlerê peyama hevpar dan
Heyeta HDP’ê serdana navenda Giştî ya PDK’ê ya li Hewlêr kir. Heyet ji aliyê Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û rayedarên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê Selahettîn Demîrtaş û Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî peyama hevpar dan.
10:44 22/9/2016
 
Heyeta HDP’ê bi Dr. Berhem Salih re civîya
Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş jî di navde ye li gel Cigirê Duyem ê Sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih civiya.
09:46 22/9/2016
 
HDP: Divê partiyên muxalefetê helwesta xwe li ber çavan re debas bikin
Meclîsa Tirkiyeyê dê di 1'ê Cotmehê de bi "Tezkereya şer" dest bi kar bike. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgel diyar kir ku ew ê tezkereyê red bikin û banga 'Helwesta xwe li ber çavan re debas bikin' li muxalefetê kir.
22:30 21/9/2016
 
Demîrtaş: Divê kurd yekîtiya xwe ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî ziyaretên li hewlerê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku êdî bi lezgîn pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye û êdî divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bikin.
09:59 21/9/2016
 
Hevdîtinên HDP'ê bi Barzanî destpê dike
Bernameya heyeta HDP'ê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş çûn Başûrê Kurdistanê diyar bû. Heyet dê hevdîtina xwe ya destpêkê îro bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re pêk bîne.
12:55 20/9/2016
 
Yuksekdag: Şaredarî veguherandin qereqolan
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di civîna MP a HDP'ê de axivî bal kişand li ser tayînkirina qeyûman û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi tayînkirina qeyûman ve şaredarî veguherandiye qereqolan.
09:01 19/9/2016
 
Parlamenterê CHP'ê Çam: Qeyûm li dijî iradeya gel darbe ye
Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam têkîldarî tayînkirina qeyûman diyar kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an da jî qeyûm nehatine tayînkirin û şaredarên bi dengê gel ji peywirê durxistin li dijî îradeya gel darbe ye. Çam bang li gelên Tirkiyeyê jî kir xwest xwedî li şaredarên ji peywir hatine durxistin derkevin.
15:51 18/9/2016
 
Yuksekdag: Girtina Altinors komployekî siyasî ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkîldarî girtina Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors got ku ev operasyonekî kompyola siyasî ye û wiha berdewam kir: "Li hemberî me dewleta hiqûqê tuneye. Darazekî bûye lingê îxtidarê Tirkiyeyê bi rêve dibe."
10:27 18/9/2016
 
Waliyên bajarên kurdan gazî Enqereyê kirin
Bi banga Wezareta Karên Hundir waliyên bajarên kurdan ji bo beşdarî civîna ewlehiyê bibin hatin Enqereyê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN