15:54 17/9/2016 |
|
Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel diyar kir ku "Kesên Dewleta Komara Tirkiyê birêvedibin li hemberî kurdan polîtîkayek etnîkî dimeşînin" û bang li xebatkarên şaredariyan kir ku dest ji kar berdin. Tuncel got ku wê şaredarên wan li avahiyên DBP'ê karê xwe bimeşînin.
|
12:28 16/9/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken ku li Parlamentoya Ewropa û Konseya Ewropa bi rayedarên Ewropî re hevdîtin kir, diyar kir ku rayedarên Ewropî qîmetê didin peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
|
12:20 16/9/2016 |
|
Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê got ku ew ê meha bê sîstema federaliya demorkatîk îlan bikin û di mehên pêş de jî Meclîsa Federaliya Demokratîk damezirînin.
|
16:34 15/9/2016 |
|
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm di mîtînga Strasboûrgê de axivî got ku azadî tenê bi têkoşînê pêkan e.
|
15:53 15/9/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balukên û li mîtînga Strasboûrgê axivî û got heta tecrîd hebe, ew ê jî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin û heta encamê bigirin dê çalakiyên xwe bidomînin.
|
10:31 15/9/2016 |
|
Endamê Rêveberiya Navendî ya TEV-DEM'ê Ferhad Dêrik, diyar kir ku dagirkirina Cerablûsê ya ji hêla hikûmeta AKP'ê û Erdogan ve dê bibe bela serê wan û yên ku destur dane wan. Dêrik, destnîşan kir ku gelê Babê jî wek e gelê Minbicê dixwaze ew û bajarê wan bêne rizgarkirin.
|
13:41 14/9/2016 |
|
Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Erol Kaya nîşan da ku ewê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan bidome.
|
14:17 13/9/2016 |
|
Serdanên Partiyan ên bi munasebeta cejna qurbanê pêk tên didomin. Di serdanên HDP'ê de peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin.
|
13:08 11/9/2016 |
|
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen got "Bi qayûmê bingeha şerê navxweyî amade dikin" û aşkera kir ku ev tunehesibandina vîna gel e.
|
18:24 09/9/2016 |
|
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu diyar kir ku ewê di nava 15 rojan de qeyûmê tayînî 28 şaredariyên DBP'ê bikin.
|
16:48 09/9/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bertek nîşanî biryara qayûmê û KHK'ya der barê kedkarên cemaweriyê hatiye derxistin da û ev tişt got: "Qanûnên li ser kaxizan hatine nivîsîn û wekî qanûnê dixwazin bi me bidin qebûlkirin, em ê stûyê xwe netewînin."
|
14:26 09/9/2016 |
|
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku li Tirkiye neçîra pîrebokan hatiye destpêkirin û got ku pêşî rojnameger, piştre mirovên zanist, akademîsyen û herî dawî jî mamoste hedef hatine girtin.
|
14:40 08/9/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bersîv da êrîşên Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên li dijî wekîlên HDP'ê rexne kir û xwest tevli her karî nebin.
|
14:32 08/9/2016 |
|
Heyeta HDP'ê di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi heyeta Yekîtiya Ewropayê re hat cem hev.
|
14:03 08/9/2016 |
|
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca bang li hêzên demokrasiyê kir û got "em li dora çalakiya grevê bicivin" û bi vê hewldanê dikarin çareseriya demokratîk pêk bînin. Konca aşkera kir ku ew dikarin biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pek bînin, tenê bila hikûmet prosedura hiqûqî pêk bîne.
|
18:50 07/9/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê operasyonên li dijî karekrên cemaweriyê nirxandin kir û da zanî hin kes hêj dixwazin Serokomar bixapînin.
|
16:51 07/9/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ji girtîgehê peyamek şand û greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir û got divê ev çalakî zêde bibin.
|
18:09 06/9/2016 |
|
Navenda Giştî ya DBP'ê, di talîmata ku bo hemû rêxistinên xwe yî bajaran şan de, bo xwedîtiya greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza bila hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re pêk bê hat destpêkirin, xwest her êvar saet di 21.00'an de çalakiya dengderxistinê bê lidarxistin û pêşnûmaya wê bê amadekirin. Her wiha ji bo serdana çalakgerên greva birçîbûnê jî, pêşnûmeyek hat amadekirin.
|
15:54 06/9/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdirs Baluken li Meclisê der barê rojevê ve de daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtinek bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bê, dê hêviyên aştiyê xurt bike ji ber ku AKP ji aştiyê ditirse hevdîtina nasteng dike. Baluken der barê biryara bi zorê birina dadgehê de jî axivî û ev tişt got: "Daraz dema wî dibîne ji sed petreyî dûr bişkoşkên xwe pev dixe. Em ê ji çiyê vê darazê bawer bikin.?"
|
16:38 05/9/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Milazgira ku deriyê Anatolyaya Navîn ji tirkan re vekir, bang li siyasetmedaran kir û berî ku mirin zêde bin vî şerî bidin rawestandin Demîrşat der barê greva birçîbûnê ya îro li Amedê hat destpêkirin de jî axivî û diyar kir ku heke ji Îmraliyê agahî neyê girtin dê xetere mezin be.
|