DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

17:22 04/9/2016
 
Erdogmuş: Bila demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş derbarê greva birçîbûnê ya ku sibe li Amedê ji bo Ocalan bê destpêkirin diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya derve û hundir li ser şer hatiye avakirin. Erdogmuş, anî ziman ku ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin dest bi greva birçîbûnê dikin.
10:10 04/9/2016
 
Hevşaredar: Em qayûmê nas nakin
Şaredariyên li Wanê bertek nîşanî sererastkirna qayûmê dan û diyar kirin ku ew dê qayûmê nas nekin. Hevşaredarên navçeyan got "Şaredarî yên gel in. Qasî ku dixwazin bila qayûmê bavêjin, em dê şaredariyên xwe teslîm nekin."
09:22 04/9/2016
 
Wekîlê CHP'ê Saglar: Darbeya esil a sivîl biryara qeyûmê ye
Fîkrî Saglar ê CHP'î bertek nîşanî biryara KHK'ê ya bi riya qeyûmê şaredaran tayîn bike da û wiha got: "Darbeya esil a sivîl niha hat kirin. Êdî Qanûna Binghîn ku giliyê wê bike jî tune ye. Wekîlê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî diyar ki rku ew dê vê biryara KHK'ê bibin AYM'ê.
09:20 04/9/2016
 
Mirovê aqilmend helwesta Serokwezîr rexne kir
Mirovên aqilmend ên di pêvajoya çareseriyê de li 7 herêm û 81 bajarên Tirkiye geriyan, bertek nîşanî gotina Serokwezîr Binalî Yildirim a "Çareserî mareseri tune ye" û gotin. "Çihê çareserîyê muzakere û masa ye." Mirovên Aqilmend, anîn ziman ku dema we li bajarên Tirkiye geriyan piraniya mirovan aştî û çareserî dixwestin û ligel rapor amade kirin jî ew rapor nehatin aşkerekirin.
14:58 03/9/2016
 
Tuncel: Em dê tecrîda îmraliyê bişkînin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, beşdarî 5'emîn Kongreya DBP'ê ya Wanê bû û diyar kir ku ew dê bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5'ê Îlonê tecrîda li ser Ocalan bişkînin. Tuncel, xwest hemû kes li dora greva birçîbûnê bibin xelek û got: "Çareserî ne di bernameya AKP'ê ya zilm û tecridê de, çareserî di berxwedana gelê Kurdistanê de ye.
13:27 03/9/2016
 
CHP'ê dagirkeriya AKP'ê ya Rova û şer parat
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, diyar kir ku agahiya pirtûka milê darbeya sivîl hatiye nivîsandin ji wan hatiye û ev ji aliyê Serokwezîr û serokomar ve hatiye amadekirin. Kiliçdaroglu, anî ziman ku ew piştgiriyê didin dagirkirina Rojava û bi her awayî piştgiriyê didin şerê AKP'ê.
10:02 03/9/2016
 
Tuncel: Li dîjî şerê topyekun, berxwedana topyekun divê
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, aşkera kir ku qayûmên ji hêla hikûmetê ve li dijî şaredariyan hatine avêtin, dê neyên naskirin. Tuncel diyar kir ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin, divê li dijî şerê topyekun, berxwedana topyekun bê meşandin.
17:02 02/9/2016
 
Baluken: Qeyim darbeya li dijî vîna gel e
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, têkildarî qeyimê ya têkildarî şaredariyan diyar kir ku biryara KHK'ê ya qeyimê li dijî vîna meclîsê û şaredariyan e û got: "Tayinkirina bi qeyimê raste rast darbeya li dijî vîna gel e."
16:51 02/9/2016
 
Ozsoy: Li Tirkiyeyê hemû qanûn tên binpêkirin
Heyeta ku di nav de Serokê Meclîsa Parlamentoya Ewropayê Pedro Agramund li Navenda Giştî ya HDP’ê ziyaret kir. Piştî serdanê parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy axivî û der barê tayînkirina qeyûm a bi KHK'ê de nirxandina "Bi rastî ev biryar rezîliyekî mezin e. Êdî li Tirkiyeyê hemû qanûn tên binpêkirin. Ev şaştiyekî gelek mezin e" kir.
16:20 02/9/2016
 
Serokomar qerisand, Serokwezîr xelas kir
Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim der barê pêvajoya çareseriyê ku Serokomar Tayyîp Erdogan gotibû "Ket cemedxaneyê" got: "Çareseriya çi? Çareserî mareserî tune".
09:03 02/9/2016
 
Guven: Azadiya Ocalan ronahiya Rojhilata Navîn e
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku ji ber Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan xeta gelê kurd a sor e wan pêwîstî bi biryara çalakiyek wiha dîrokî dîtiye û got ku rewş û jiyana Ocalan ji bo wan û gelê kurd girîng e û ji bo azadiya Ocalan mirin dane pêş çavê xwe. Guven destnîşan kir ku Ocalan tenê dikare qeyranên li Rojhilata Navîn bi dawî bike û wiha got: “Hebûna Ocalan ji bo Rojhilata Navîn ronî bûn e û tunebûna wî jî tarî bûn e.” Guven banga çalakiyê li hemû derûdoran kir û xwest bên li dora çalakiyê bibin yek.
14:53 01/9/2016
 
'Kî aştiyê pêş bixe em li cem wan in'
Nûnerên EHD, ODP û BHH'ê piştî deklerasyona siyasetmedarên kurd a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 31'ê Tebaxê de li Amedê aşkere kirin, diyar kirin ku kî aştiyê bilind bikin ew li cem wan in û wiha gotin: "Ev bang ji bo em bi hevre aştiyê bilind bikin e. Ocalan yek ji milê herî girîng ê aştiyê ye. Ji bo vê yekê divê bi zelalî hevdîtin bên kirin.
14:10 01/9/2016
 
PYD'ê banga 'li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike' li YE'yê kir
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li konferansek li PE axivî û banga "Divê welatên Ewropayê li ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava rabin." li YE'yê kir. Muslim da xuyakirin, ku belgeyên li ser alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê, li ber destê wan e.
20:17 31/8/2016
 
Efkan Ala dev ji peywira xwe berda
Serokwezîr Bînalî Yildirim ê ku li Beştepeyê bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî daxuyand ku Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala dev ji peywira xwe berdaye. Suleyman Soylu bû Wezîrê Karên Hundir.
17:20 31/8/2016
 
Ji siyaseta kurd biryara greva birçîbûnê: Tenê muxatab Ocalan e - FLASH
Hemû hevparên siyaseta kurd ku li Amedê kom bûn, starta serdemek nû dan. Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle deklerasyona hevpar xwend û got "Roj roja çalakiyan e". Dîcle, çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran di 5'ê Îlonê de dest pê bike bi raya giştî re parve kir û got: "Di vê grevê de tenê daxwazek heye. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re di çarçoveyê hiqûqê de hevditin bê kirin."
14:56 31/8/2016
 
Koçyîgît: Li ser destkeftiyên kurdan bazarê dikin
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, aşkera kir ku bi dagirkeriya Cerablusê re konsepteke nû hatiye destpêkirin û aşkera kir ku li ser destkeftiyên kurdan bazarek tê kirin.
09:15 31/8/2016
 
Polîtîka Tirkiye dê şerê navxweyî kûr bike
Prof.Dr. Ahmet Ozer polîtîkayên Tirkiye yên li ser Cerablusê nirxand û diyar kir ku Tirkiye polîtîkayên "Bila kurd dayikên xwe nebînin" dimeşîne û wiha got: "Ev polîtîka dê bêtir pirsgirêkên li Tirkiye kûr bike. Ger ku Tirkiye çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî pirsgrêka xwe ya navxweşî çareser bike
09:11 31/8/2016
 
Li dijî îttîfaka Yenîkapiyê 'Yekitiyê Hêzê'
Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen, bal kişand ser îttîfaka Yenîkapiyê û diyar kir ku bindest hedef hatine girtin, dê bi têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ji hêla Yekitiya Hêzê ve hatiye destpêkirin, dê li dijî vê eniya mîllî bisekinin. Ozgen aşkera kir ku ew dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de çalakiyên girseyî pêk bînin.
10:48 30/8/2016
 
'Destê xwe ji kurdan bikişînin'
Piştî komkujiya Dîlokê AKP'iyan berteka gelê kurd wekî "provakasyon" pênase kiribû, Hevserokê DBP'a Dîlok'ê Talat Yilmazsoy, bertek nîşanî AKP'iyan da û ji wan xwest destê xwe ji gelê kurd bikişînin.
16:19 29/8/2016
 
DBP: Rojeva me ya serek Azadiya Ocalan e
MYK'a DBP'ê encamnameya civîna xwe ya li Amedê bi raya giştî re parve kir. DBP'ê di encamnameya civînê de diyar kir ku rojeva wan a sereke Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN