DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

09:04 20/8/2016
 
Cangizbay: Kurd neçarî şerê çekdarî tên kirin
Prof. Dr. Kadir Cangizbay, daxuyaniyên Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu a li hemberî kurdan rexne kir û wiha got: "Ji ber rêya siyasetê li pêş kurdan tê girtin, kurd neçarî têkoşîna çekdarî tên kirin. Piştre jî kurdan bi şerê çekdarî tawanbar dikin. Li Tirkiye terorek cuda heye."
13:42 19/8/2016
 
Serokwekîla HDP'ê Demîrel: Muxalefeta Civakî zora AKP'ê bir
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî hilbijêr û şaredariyên DBP'ê û rewşa Colemêrg û Şirnexê diyar kir ku muxalîfa civakî bi hikûmeta AKP'ê gav paşde avêt û civakê zora AKP'ê bir.
13:39 19/8/2016
 
MSD: Êrîşa Hesekê lîstikeke qirêj e Tirkiye û Îran jî di nav de ne
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyand ku êrîşa li ser Hesekê lîstokeke qirêj ku Tirkiye û Îran tê beşdar in û bang li welatiyên Hesekê kir ku li hemberî zihniyeta şovenîst a rejîma Baas bibin yek.
09:18 19/8/2016
 
AKP'ê paşve gav avêt
Hikûmetê di pêşnûmeya qanûna turikî ku anî rojeva meclîsê de guhertin pêk anî. Xalên ku Colemêrg û Şirnexê bikin navçe û qeyyima desteserkirina şaredariyan ji turikê pêşnûneyê derxist.
15:32 17/8/2016
 
Yuksekdag: Em Ozgur Gundem in
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, çû serdana şaxa Rojnameya Ozgur Gundemê ya Enqereyê û li wir bangî dewletê kir û got "Bila ew kesên avahiya rojnameyê dagir kirin baş bizanibin, li hemberî wan 24 kes nat, bi milyonan hene. Em Ozgur Gundem in."
09:20 17/8/2016
 
Çima HDP'ê di komîsyonê de naxwazin?
AKP'ê piştî hewldana darbeyê bi CHP û MHP'ê re tifaq pêk anî û piştî vê yekê jî HDP derveyî xebatên qanûna esasî hat hiştin û xebatên qanûna esasî ya nû hat destpêkirin. Xebatên ku AKP ji bo qanûna esasî ya nû çêdike û kurd û sosyalîstan derveyî vê yekê dihêle referanduma qanûna esasî ya 2010'an tîne hişê mirovan. Wê demê ji ber ku AKP'ê hişyariyên ku BDP'ê wê demê kir guhdar nekir hewldana darbeyê pêk hat, AKP a ku wan rojan şaşîtiyên heyî li ser civakê fers kir îro jî şaşîtiyên nû careke din li ser civakê ferz dike.
16:17 16/8/2016
 
Turk: Hûn Tirkiyeyê serberjêr dibin
Di saetên pêşnumeqanûna qayûmê li meclisê dihastin nîqaşkirin de, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Meclisê bertek nîşanî pêşnûmeqanûnê da û diyar kir ku ev hewldan tasfiyeya rêveberiyên herêmî îfade dike, der barê demokrasiyê de hikûmet hişyar kir.
09:06 16/8/2016
 
Hevşaredarên DBP'î: Em ê memûrên ku hûn tayîn bikin nas nekin
Hevşaredarên DBP'î li hemberî "Qanûna Tûrikî" ya ku ji bo qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê bên kirin hat amadekirin û dê bê meclîsê nerazîbûn nîşan dan. Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê li hemberî pêşnûmeya ku AKP bi awayeke qorsanî îradeya gel desteser bike li ber xwe bidin û dê tu rewabûna memûrên ji Enqereyê bên tayînkirin tunebe û biryarên ku bidin jî dê nas nekin.
14:04 14/8/2016
 
Tûncel: Zêdeyî 120 endam û rêvebirên me di bin çavan de ne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku derbareyê rojevê de axivî, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê OHAL'ê de li hemberî partiya wan pêk tên bertek nîşan da û daxuyand ku zêdeyî 120 endam û rêvebirin partiya wan di bin çavan de ne.
09:08 14/8/2016
 
HDP: Ev mutabakata parvekirina dewletê ye
MHP, CHP û AKP bêyî HDP'ê dixwazin Qanûna Esasî ava bikin. Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mithat Sancar, diyar kir ku ev îtîfaq, mutabakata parvekirina dewetê ye. Sancar, anî ziman ku dixwazin bêyî HDP’ê û bêyî kurdan pirsgirêka kurd çareser bikin. Sancar, anî ziman ku demek dirêje xebata HDP’ê ya Qanûna Esasî heye dikin û dê di rojên pêş de stratejiya xwe aşkere bikin.
09:08 14/8/2016
 
Ertekin: Dewlet di nav komên desthilatdar de tê parvekirin
Dadger Orhan Gazî Ertekîn der barê rewşa siyasî û tifaqa nû ya nijadperest a li Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. Ertekîn diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlet bi torên desthilatdariyê tê rêvebirin û got "Li Tirkiyeyê dewlet her gav di nav koman de tê parvekirin. Tifaqa dawî ya Yenîkapiyê jî yek ji van mînakan e."
09:07 14/8/2016
 
Pêkhateyên Hêza Hevpar: Em eniya gelan ava dikin
Pêkhateyên "Ji Bo Ked û Demokrasiyê Hêza Hevpar" diyar kirin ku eniya ku tê avakirin li hemberî "Eniya Nijadperest" a AKP, CHP û MHP'ê eniya gelan a alternatîf e û divê li seranserê Tirkiyeyê berfireh bibe.
17:35 13/8/2016
 
Hatîp Dîcle: Sebra gelê kurd bi Birêz Ocalan re neceribînin
Li Agiriyê mîtînga ku îro hat li darxistin de peyamên girîng hat dayîn. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişyariya "Sebra gelê kurd bi Birêz Ocalan ve neceribînin" li hikûmetê kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî wiha got: "Em ê meşaleya azadiyê ya li Minbicê hat pêxistin li hemû Kurdistanê vexin. HEvseroka Giştî la HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî ji bo "eniya neteweyî" ya di navbera AKP, MHP û CHP'ê hatiye avakirin de wiha got: "Ev koalîsyona berjewendiyê dê di demeke kin de hilweşe hersê de bi hevre biçin."
12:36 13/8/2016
 
Lêgerîna îtîfaqa dijberî kurdan
Îxtîdara AKP'ê piştî hewldana darbeyê li hundir li dijî kurdan bi CHP MHP'ê ÎP û partiyên Ergenekonê re bû îtîfaq, li derve jî li dijî Erdogan bi ziyareta Rûsya û Îranê dixwaze îtîfaqa li dijî kurdan ava bike. Bi riya Cevad Zarif dixwaze li Îranê li dijî Rojava îtîfaqa perçekirinê çêkin
09:12 13/8/2016
 
Bulut: Vîzyoneke Tirkiyeyê tuneye
Lêkolîner û niviskar Faîk Bulut têkîldarî nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ya di demên dawî de diyar kir ku ev tesaduf nîne û wiha axivî: "Tirkiye ne dikare bi Rûsyayê re bê gel hev ne jî dev ji Amerîkayê berde. Ji bo kurdan û Sûriyeyê jî vîzyoneke wî yê dem dirêj tuneye. Lê vîzyona osmaniyan kurd digirt nava xwe."
09:11 13/8/2016
 
Ji Guven hişyariya Îmraliyê: Sebra me neceribînin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bal kişand li ser "eniya neteyewî" ya ji aliyê AKP, MHP û CHP'ê hatiye avakirin û yên ku dibêjin dê neyên gel hev dema ku mijar dibe kurd digihîjin hev. Guven têkîldarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jî agahî nayê girtin jî wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê şûn ve bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Ocalan sebra kurdan diceribînin. Bila tu kes sebra me neceribîne. Her kes dizane ku Ocalan ji bo gelê kurd çiqas girîng e."
09:10 13/8/2016
 
Xebatên hevgirtinê xurt dibin
Hat hînbûn ku xebatên endamên Tevgera Hevgirtinê ku du roj in li Enqereyê pêk tên bi erenî derbas bûye û xebat bi lez bûne. Her wiha hat hînbûn ku ji bo di dawiya cotmehê de dê konferansek li Stenbolê pêk bê, endamên Tevgera Hevgirtinê amedekariyan nexşereya konferansê dikin.
15:35 12/8/2016
 
Baluken: Helwesta wêderkirina HDP'ê vegeriya êrîşa li dijî HDP'ê
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken li Meclisê daxuyanî da çapemeniyê, bal kişand ser êrîşa li dijî HDP'a Stenbolê û diyar kir ku "mutabaqata" li dijî HDP'ê veguheriye êrîşa li dijî partiya wan. Baluken da zanîn AKP'ê endam nedaye komîsyona derbeyê û bi vê xebat dane asteng kirin, heke êrîşên li dijî wan zêde bibin dê bexwedaneke dîrokî bidin nîşan.
14:01 12/8/2016
 
Bo Demîrtaş û Onder daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, derbareyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" 5 sal cezayê girtîgehê xwest.
14:27 11/8/2016
 
Oluç: Hiqûqa talankirin û hovîtiyê heye
Bi sedan endam û rêveberên HDP'ê, êrîş û serdegirtina polisan a li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, êrîşên polîsan şermezar kir û diyar kir ku hiqûqa barbarî, havîtî û talankirine heye û ew vê yekê qebûl nakin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN