10:02 29/8/2016 |
|
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê tekildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Seyhanê civînên gel pêk anîn. Di civînê de wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, xwest demek berî demekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Tecrida li ser Ocalan rê li pêş kûrkirina şer vedike.
|
08:58 28/8/2016 |
|
Pêşniyarnameya derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatî dayîn ji hêla Serokê TBBM'yê ve hate vegerandin. Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat ku pêşniyarname dabû, bertek nîşanî vegerandina pêşniyarnameyê da û wiha got: "Hikûmeta derbarê Birêz Ocalan de agahî nade û rewşê ji civakê vedişêre. Lê em dê bi israr heman pirsan ji hikûmetê bikin."
|
08:57 28/8/2016 |
|
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim têkîldarî daxuyaniya ku di 31'ê tebaxê de dê hemû hevparên siyaseta kurd bide axivî û diyar kir dê rojeva wan a esasî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be û têkîldarî pêvajoya pêş helwesteke zelal bê nîşandan.
|
13:59 26/8/2016 |
|
Serokwezîr Bînalî Yildirim, îdiakir ku di êrîşa li dijî Muduriyeta Hêzên Çevîk a Cizîrê de 11 polîsî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha Yildirim piştevaniya bo OSO'yê jî dubare bi van gotinan îtiraf kir, "Unsûrên me jî piştevaniya wan î lojîstîk dikin."
|
13:59 26/8/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Filiz Kerestecîoglu, lîstika DAİŞ'ê ya li ser zarokan û bikaranina zarokan a wekî êrîşkarên bombeyî ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî û xwest bibersivîne.
|
13:34 26/8/2016 |
|
Pisporê Biqidem ê Navenda Polîtîkaya Stenbolê Prof. Cengîz Aktar, der barê dagirkeriya TSK'ê ya Cerablusê de axivî û destnîşan kir ku ev ne biryareke ku di rojekî de hatiye girtin e, ev biryareke ku bi DYA'yê re hatiye rûniştandin wisa hatiye dayîn û got "Dagirkerî ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên pirsgirêka kurd çareser pêk hatiye."
|
12:04 25/8/2016 |
|
KCK'ê daxuyand ku DAIŞ'ê di encama lihevkirinekê de Cerablûs radestî dewleta tirk kiriye û wiha got: "Hedefa dewleta tirk ne DAIŞ e. Hedefa wan a sereke Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.”
|
09:23 25/8/2016 |
|
Piştî deklarasyona KCK'ê siyaseta kurd li Amedê amadekariya civîneke berfireh dike. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku ew dê der barê deklarasyonê de ji bo pêvajoyê biryarên girîng bigirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî aşkera kir ku îro mijara herî girîng rola Ocalan e.
|
15:18 24/8/2016 |
|
Serokê KDP'ê Mesûd Barzanî, li Meclîsê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar jî di nav de, bi komekê re bi awayekî ji çapemeniyê re girtî hevdîtin pêk anî.
|
12:59 24/8/2016 |
|
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser ketina leşkerên Tirk ya Cerablusê daxuyaniyek da û wekî îtîrafekê eşkere kir ku hedefa wan ne DAIŞ, kurd û hêzên demokratîk in.
|
09:01 24/8/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku riya Tirkiyeyê ji kaosê derketin siyaseta demokratîk e, ji bo demokrasiya radîkal pêk bê divê hemû saziyên siyasî bên gel hev ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê diyalog û muzakere bên destpê kirin.
|
18:08 23/8/2016 |
|
Rêxistina HDP'ê, bi sernavê "Bila çek rawestin fikir bi axivin" daxuyaniyek da û diyar kir ku rêya çareseriyê siyaseta demokratîk e. HDP'ê destnîşan kir ku ew ji hemû teklifê re vekirî ne û li ser fikra xwe bi biryar in. HDP'ê xwest hemû hêz û rêxistina hêkoşîna demokrasî, wekhevî û edaletê didin, bibin înîsiyatifa biryarek xurt."
|
10:48 23/8/2016 |
|
Di pêvajoya dîrokî ya Tirkiye derbas dibe de piştî weşandina deklerasyona KCK'ê bala hemû derûdoran li ser siyaseta kurd e. Siyaseta kurd jî ji bo 31'ê Tebaxê birayarekî nû girîng girt. Hevserokên KCD, HDK, DBP, HDP, KJA, parlamenter, hevşaredar jî di nav de hemû bijarte ji bo daxuyaniya krîtîk û girîng a Amedê amadekariyê dikin.
|
10:39 23/8/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, deklerasyona KCK'ê nirxand û xwest her kes li banga KCK'ê xwedî derkevin. Beştaş, xwest her kes bibin bersiva banga KCK'ê û ji bo çareseriyê gavan bavêjin.
|
09:24 23/8/2016 |
|
Rêxistinên civakî yê sivîl ên Amedê piştgirî dan deklerasyona KCK'ê û diyar kirin ku heke bersiveke erênî bê dayîn çareserî pêk bê. Endamê Lijneya Rêveber a DÎSÎAD'ê Burç Baysal diyar kir ku nîşaneyekî biçûk a ji Îmraliyê bê Tirkiyeyê ji kaosê derxîne.
|
09:18 22/8/2016 |
|
Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik deklerasyona KCK'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd weşand nirxand, diyar kir ku deklerasyon ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rê û rêbazan nîşan dide. Bagriyanik anî ziman ku dor niha ya hikûmetê ye ku bersivê bide deklerasyonê.
|
19:48 21/8/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, mala şînê ya taxa Beybahçe ya Şahînbeyê ziyaret kir û sersaxî ji malbatan re xwest. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber beg û qral bi hezar salan in li ser vê axê şer dikin ji petrol û avê bêtir xwîn li ser vê axê heye. Demîrtaş, da zanîn ku pêdiviya wan bêtir bi aştî, azadî, edalet û wekheviyê heye.
|
09:06 21/8/2016 |
|
Lêkolîner û nivîskar Faîk Bulut diyar kir ku êrîşên li Hesekê encama lihevhatina 4 dewletên dijberî kurdan e û wiha got: "Divê em van êrîşan wekî lihevhatina 4 dewletên dixwazin hebûna kurdan tune bikin û destkeftiyên wan asteng bikin, bibînin. Bi vê gavê tê xwestin Suriye, Îran û Iraq bên cem hev. Bi gotinek din, dixwazin Tirkiyeyê cezb bikin. Ji Tirkiyeyê re dibêjin, 'Ku tu piştgiriyê nedî Artêşa Azad a Suriyê, Ehrar eş Şam, Îhvanî Muslîm, li hemberî kurdan em dê bibin yek û em destûr nadin ku kurd tu mafan bi dest bixin." Bulut diyar kir ku lê plansaziya van dewletan zû bi zû rênaçe.
|
18:44 20/8/2016 |
|
Cîgirê Têkiliyên ji Derve yê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku di peymana di navbera Tirkiye û Îsraîlê de hatiye çêkirin de xalên veşartî hene û wiha got: "Di peymanê de hevkariyên leşkerî, îstîxbarî û bazirganiyê hene."
|
13:12 20/8/2016 |
|
Partiyên bi navê AKP, CHP û MHP ku piştî hewldana darbeyê bûn yek û bi navê "Eniya mutabakata Neteweyî" Kom bûn û li Yenîkapi mîtîng pêk anîn dê dîsa bên cem hev.
|