DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

10:47 30/10/2016
 
Li Îtalyayê erdhej çêbû
Li Îtalyayê, li dû hev erd diheje. Erdê ku bi dijwariya 7.1'ê hejiya, li paytext Romaye jî mirov pê hesiyan.
12:51 29/10/2016
 
Di şerê Helebê de 15 sivîlan jiyana xwe jidest dan
Şerê Helebê ku çeteyan duh dest pê kiribû bi dijwarî didome. Di encama şer de dîsa 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
13:52 21/10/2016
 
Rojava dê 50 hezar koçberên Mûsilêbike mêvan
Berpirsê Buroya Komîseriya Karûbarên Koçberan a Netewên Yekbûyî Alphonse Moliniza li Rojavayê Kurdistanê got ku nêzî 50 hezar koçberên ji Mûsilê wê biçin Rojava.
12:29 14/10/2016
 
Di 3 hefteyan de 114 zarok li Halebê hatin kuştin
Doktorên Sînornenas diyar kirin ku li Halebê di 3 hefteyên dawî de herî kêm 321 zarok birîndar bûn û jê 114 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
11:45 14/10/2016
 
Di hefteyekê de 150 kes li Helebê hatin kuştin
Yekîneyen Parastina Sivîl ku li Helebê lêkolîn kirin diyar kirin ku di hefteyekê de di êrîşên balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê de herî kêm 150 kes hatin kuştin.
09:14 13/10/2016
 
Li goristaneke 2 hezar salî, di nav qaban de 113 îskeletên mirovan hatin dîtin
Li bajarê Hûanghayê yê Çînê li goristanekê, di hundirê qabên 2 hezar saliyî de 6 jê aîdî mirovên gihaştî, 107 jê aîdî zarokan bi giştî 113 bermayiyên mirovan hatin dîtin.
12:36 09/10/2016
 
Merasima cenaze bombe kir û 140 kes kuştin
Li Paytext Sana yê Yemenê balafirên şer merasima cenaze bombe kir û herî kêm 140 kes qetil kirin û 500 kes birîndar kirin.
16:03 08/10/2016
 
Nêzî 900 kes di bagera Haîtî de mirin
Li Haîtî ji ber bagera Matthewê nêzî 900 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku di 50 salên dawî de bagera herî mezin e.
08:14 03/10/2016
 
Di referandûmê de peymana dîrokî hat redkirin
Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana aştiyê ya di navbera hikûmetê û FARC'ê de hat îmzekirin, hat redkirin.
15:36 02/10/2016
 
Jin bo mafê xwe yê kurtajê dadikevin qadan
Li Polonyayê, ji bo mafên kurtajê jin sibê dest bi greva giştî dikin.
12:19 18/9/2016
 
Dîlê norveçî serbest hat berdan
Çekdarên Ebu Seyyaf ên li başûrê Fîlîpînê li dijî hikûmetê şer dikin, dîlê norveçî yê bi navê Kjartan Sekkîngstad serbest berda.
12:11 17/9/2016
 
DYA: Ala Amerîkayê ne YPG'ê, leşkerên me daliqandin
Roja borî bi dîmenên ku li Girê Spî yê Rojava hatibû kişandin derketibû holê ku hin alên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatine daliqandin û ev yek li Tirkiye rê li ber nerazîbûnan vekiribû.
11:29 16/9/2016
 
Li Ozbekîstanê Mirziyoyev bû namzetê serokdewletiyê
Misoger bû ku wê Serokdewletê demkî yê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyevî di hilbijartina serokdewletiyê ya 4'ê Berfanbarê de bibe namzet.
09:44 16/9/2016
 
Asya Ebdullah û Aldar Xelîl li Îngilîstanê ne
Hevdîtinên dîplomatîk ên PYD û Tev-Dem'ê yên li Ewropayê didomin. Bi tevlîbûna Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li paytexta Îngilîstanê Londonê semînerek hat lidarxistin.
14:57 15/9/2016
 
NY'ê xwest Tirkiye rê li pêş TIR'ên alîkariyê veke
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'ê Steffan de Mistura, têkildarî TIR'ên alîkariyê yên li ser sînorê Sûriyê hatine rawestandin, ji Tirkiye xwest rê l pêş alîkariyê vekin.
14:46 14/9/2016
 
Nûnerê DYA NY'ê: Li Tirkiye binpêkirinên cîddî hene
Nûnerê NY yê DYA'yê yê Cenevre Keith M. Harper, diyar kir ku li Tirkiye binpêkirinên mafan ên cîddî hene û Tirkiye hişyar kir.
11:39 14/9/2016
 
Mîstûra: Tirên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Tirkiye ne
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriye yê Steffan De Mîstûra têkildarî Tirên alîkariyê derbasî Sûriyeyê bûn derewan û got tirên alîkariyê yên NY'yê hêj li Tirkiye ne.
10:00 14/9/2016
 
Ji Esad red: Alîkariya Tirkiye nihat qebûl kirin
Piştî agirbesta li Sûriyeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyên mirovî şand Sûriye yê. Rejîma Sûriyeyê alîkariya Tirkiye ya bêyî agahiya NY'yê pêk hat red kir.
09:21 14/9/2016
 
Serokê PVV'ê: Rejîma leşkerî ji rejîma Erdogan çêtir e
Serokê Partiya Azadiyê ya rastgirên Hollandayê Geert Wîlders bal kişand ser polîtîkaya ji hêla Serokomarê tirk Erdogan ve tê meşandin û ev tişt got: "Rejîma leşkerî bi her şêweyî ji Erdogan baştir bû."
12:47 13/9/2016
 
NY: Tirkiye bi înfaz û rûxdandina bajaran sûc dike
Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan ZeîdR'ad Al Husseîn di vekirina 33'emîn Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî, diyar kir ku Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan bi awayekî cidî binpê kiriye, di vê der barê de di destê wan de gelek dane hene.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN