DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

10:56 13/9/2016
 
Kati Piri: OHAL bûye amûrê zextên li ser Kurdan
Raportora Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewropayê (YE) Kati Piri têkildarî hewla derbeyê ya 15'ê tîrmehê axivî û got ku OHAL li dijî Kurdan bû ye amûrê zextan. Piri diyar kir ku wan di destpêkê de derbe protestokiriye û anî ziman ku rayedarên AKP'ê ji bo nasandina Cemaeta Gulen li YE yê xebat meşandin.
11:41 10/9/2016
 
Li Bangledaşê teqîn
Li qada kar a li herêma Pîşeyî ya Gazîpûr a li bajarê Tongî ya Bangladeşê di kargeriyekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
08:57 10/9/2016
 
DYA û Rûsya ji bo agirbesta li Sûriyê lihev kir
Ji bo şerê li Suriyê bidawî bibe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsya ji bo piştî cejna qurbanê, di 12'ê îlonê de agirbest bikeve meriyetê lihev kir.
10:36 09/9/2016
 
Amerîka: Dê piştgiriya me bo kurdan bidome
Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku dê Amerîka piştgiriya xweya ji bo kurdan berdewam bike û got ev ji hêla Tirkiyeyê ve jî tê zanîn.
10:27 01/9/2016
 
Bermahiyên dîrokî jî di lêhiya li Çinê de zerarê dibînin
Berhemên dîrokê yên Çiyayê Helanê ya li Herêma Xweser a Ningxîa Huî ya Çînê, ji ber lêhiyê bi tunebûnê re rû bi rû man.
10:52 29/8/2016
 
Êrîşkarê bi bombeyî 45 kes kuşt
Li Yemenê êrişkarê bi bombeyî li Yemenê êrîş pêk anî û herî kêm 45 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndra bûn.
13:31 25/8/2016
 
FARC û hikûmeta Kolombiyayê li hev hatin
Pêvajoya pevçûnî ya 52 salan a di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de, bi aşitiyê bi dawî bû.
13:46 10/8/2016
 
11 zarok li Bexdayê şewitîn û jiyana xwe ji dest dan
Di şewata ku li Nexweşxaneya Yermûkê ya paytexta Iraqê Bexdayê xwe da der de, 11 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
13:58 02/8/2016
 
Iraq bû welatê komkujiyan
NY'yê bi daxuyaniyekî piştrast kir ku di êrîşên terorî yên ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve li Iraqê hatin kirin de, di meha Tîrmehê 759 kesan jiyana xwe ji dest daye.
13:40 01/8/2016
 
Helîkoptereke Rûsyayê li Îdlibê hat xistin - HATE NÛKIRIN
Hat diyar kirin ku li bajarê Îdlibê ya dikeve bakur rojhilatê Sûriyeyê, helîkoptereke Rûsyayê ya bi tîpa Mî-8 hatiye xistin û kesên tede jiyana xwe ji dest dane.
15:19 23/7/2016
 
Paytexta Afganistanê veguherî gola xwînê - HATE NÛKIRIN
Li paytexta Afganistanê Kabîlê êrîşa xwekujiyê yêş hatibû, hejmara miriyan her saet zêde dibe, hat diyar kirin ku hejmara kesên mirî derketiye 61 kesan.
10:40 23/7/2016
 
Êrîşkarê li Munîhê ji Îranê ye
Duh li bajarê Munîhê yê Almanyayê di navenda danûstandinê de êrîş pêk hatibû û li gorî agahiyan 9 kes hatibûn kuştin. Hat gotin ku êrîşkar ji Îranî ye.
15:52 22/7/2016
 
Wezîrê Parastinê: Dê pêşmerge beşdarî operasyona Mûsilê nebin
Wezirê Parastina Iraqê Xalid Ubeydî da zanîn ew ê nehêlin pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina navenda bajarê Mûsilê bibin.
10:14 21/7/2016
 
Di otobusa rêwiyan de şewat: 26 kes mirin
Li Taywanê otobusa rêwiyan agir pê ket, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
09:51 21/7/2016
 
22 penaber di deryayê de xeniqîn
Karesata penaberên ku di deryayan de berê xwe didin Ewropayê berdewam e. Duh di Deryaya Spî de 21 jê jin bi giştî 22 penaber xeniqîn.
13:12 20/7/2016
 
Rojnamegerê rûsî di teqînê de mir
Rojnamevanê rûsî yê navdar Pavel Şeremet li paytextê Ukraynayê li Kievê dema ku li wesayîtê siwar bû û dest bi ajotinê dikir, wesayît teqiya û di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da.
12:37 18/7/2016
 
Li Qazaxistanê êrîşek çekdarî: 4 kesî jiyana xwe ji dest da
Li Almatiyaya Qazaxistanê li dijî qereqola polîsan êrîşek çekdariyî pêk hat. Di êrîşê de 4 kes mirin.
09:33 17/7/2016
 
Amerîkayê deriyên xwe ji Tirkiyeyê re girt!
Saziya Hewayî ya Amerîkayê (FAA) hemû seferên ji Tirkiyeyê diçin Amerîkayê qedexe kir.
10:16 09/7/2016
 
Li Atlantê welatiyekî efrîqayê darvekirî hat dîtin
Her roj êrîşên li hemberî welatiyên efrîqayê li Amerîkayê zêde dibin, pêla nîjadperestiyê ya ku rê li ber karesatan vedike, herî dawî li bajarê Atlanta ya DYA'yê welatiyekî efrîqayê bi awayekî daliqandî hat dîtin.
12:54 08/7/2016
 
DYA: Nêrîna meya der barê YPG û PYD'ê de neguheriye
Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî civîna NATO'yê ya li paytexta Polonyayê li Varşovayê tê lidarxistin bibe, çû derveyî welat, dîsa êrîşê YPG û PYD'ê kir û ji DYA'yê xwest wekî rêxistinên terorê yên wekî El Qayîde û DAIŞ'ê nêzîkî YPG û PYD'ê bibe. Lê DYA'yê da zanîn ku nêrîna wane li hemberi YPG û PYD'ê neguheriye.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN