DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

10:29 08/7/2016
 
Çeteyan vê carê Selahadînê hedef girt: 50 kes mirin
Li bajarê Selahadînê yê Iraqê li hemberî turbeyên şîiyan êrîş pêk hatin. Di encama êrîşên hovane de 50 kesan jiyana xwe ji dest da, 65 kes jî birîndar bûn.
09:44 08/7/2016
 
Li Dallasê tola reşikan: 5 polîs hatin kuştin 7 jî birîndar in
Piştî li DYA'yê di nava hefteyekê de 2 welatiyên reşik ji hêla polîsan ve hatin kuştin, bertekên li hemberî hovîtiya polîsan xwe dan der. Di xwepêşandanên hatin li darxistin de 5 polîs hatin kuştin, 7 jê birîndar bûn. Li gorî agahiyan rewşa 3 polîsan giran e. Her weha 3 çalakvan hatin binçavkirin.
11:14 07/7/2016
 
'DAIŞ li Tirkiyeyê 3 noqteyên derbasbûyînê bi kar tîne'
AP'ya ku derbareyê kesên tevlî DAIŞ'ê dibin de zêdeyî 4 hezar belge vekolandin, dest nîşan kir ku DAIŞ ji sînorê Tirkiyeyê 3 noqteyên serekê yên derbasbûyînê bi kar tîne.
14:52 06/7/2016
 
250 mîlyon zarok li qada şer dijîn
Li gorî lêkolîna Fona Alîkariya Zarokan UNICEF a Neteweyên Yekbûyî (NY), li tevahiya cîhanê 250 mîlyon zarok dijîn.
13:39 04/7/2016
 
Çeteyên DAIŞ'ê li Bexdayê 213 welatî qetil kir
Çeteyên DAIŞ'ê li Bexdayê êrîşa bi bombe pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 213 kes hatin kuştin. Hat zanîn ku herî kêm 200 kes jî birîndar bûne .
11:36 03/7/2016
 
Li Pakistanê karesata baranê: 30 kes mirin
Li herêma Çîtralê ya Pakistanê ji ber baranên musonê lêhî rabû, di karesata lêhiyê de herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
10:13 02/7/2016
 
Tûrîstê xwest selfîe bikişîne di zinar de ket
Xirabeyên Machu Pîcchu xwedî dîrokeke 550 salan e û li Peruyê ye, tûrîstê xwest selfie bikişîne di zinarekî de ket û jiyana xwe ji dest da.
12:18 28/6/2016
 
Di teqîna li mizgeftê de 7 mirî 22 birîndar
Li mizgefta Ebû Xerîb ya Bexdayê ya li Iraqê de duh dane êvarê êrîşeke xwekujî pêk hatibû, di encamê êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
12:10 28/6/2016
 
Yevkurov: Lêborîna Erdogan dê têkiliyan xurt bike
Serokomarê Komara Înguşetyayê ku girêdayî Rûsyayê ye Yunus-Bek Yevkurov ragihand ku peyama Erdogan a lêborînê di warê têkiliyan de dê bandoreke erênî bike.
12:04 28/6/2016
 
Di 4 êrîşên xwekujiyê de 42 kes mirin
Li Yemenê ji bo qedandina şerê navxweyî ji aliyekî ve hevdîtinên aştiyê didomin û ji aliyê din ve ji ber êrîşên xwekujî yên li hemberî noqteyên leşkerî bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
17:08 27/6/2016
 
Erdogan ji Rûsyayê lêborîn xwest
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira rûs Su-F16'yê û kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwestiye.
12:01 27/6/2016
 
Di teqîna li Lubnanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Alqaiya herêma Elbeqaiya ya Lubnanê ku dikeve sînorê Sûriyeyê 4 teqînên xwekujiyê pêk hatin, di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da 15 kes jî birîndar bûn.
11:47 25/6/2016
 
Di êrîşa bombeyî de 4 kes mirin 14 kes birîndar bûn
Li bajarê Bîngazî ya Libyayê li hemberî nexweşxaneya Cela'ayê bi wesayîteke bombe barkirî êrîş pêk hat, di encamê de 4 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûn.
11:07 24/6/2016
 
Di bahozê de 98 kesan jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahozê kerî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan.
09:15 22/6/2016
 
Li Sîbîryayê xêzên berî 4 hezar salan hatin dîtin
Li Sîbîryayê di nav de wêneyên mirov, canege, dar û çûk jî heyî ji 20 xêzên şamanîkî yên li ser zinaran hatin dîtin. Li gorî lêkolînên zanyaran dîroka van xêzan 4 hezar sal berê ye.
15:03 21/6/2016
 
Serokwezîrê Hindistanê bi 30 hezar kesîre yoga kir
Bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala borî 21'ê Hezîranê wekî Roja Yoga ya Navnetweyî hatibû îlankirin. Roja Yogayê îsal jî bi tevlibûna bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Serokwezîrê Hindistanê jî bi hezaran welatiyên xwe re Yoga kir.
12:44 21/6/2016
 
Li hemberî wargeha penaberan êrîşa xwekujiyê
Hat diyarkirin ku li hemberî wargeheke penaberan êrîşeke xwekujiyê pêk hatiye di êrîşê de 2 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
11:29 20/6/2016
 
Li dijî wesayîta parastvanan êrîş: 14 kes hatin kuştin
Li bajarê Kabîlê ya Afganistanê li hemberî wesayîta ku parastvanên Konsolxaneya Kanadayê têde bûn û piraniya wan nepalî bûn êrîşeke xwekujî pêk hat, di êrîşê de 14 kes hatin kuştin 9 kes jî birîndar bûn
11:19 20/6/2016
 
Ji bo tolê 50 girtî hatin înfazkirin
Li gorî daxuyaniyên Serokê hoza Beyatî yên li bajarokê Xurmatû, rêxistina bi navê Heşdî Şebî bi dehan dîlên li Girtîgeha Amirlî ya li rojavayê Xurmatûyê kuştine.
11:58 19/6/2016
 
Serokwezîrê Alman ê berê: Şandina leşkeran şaşî ye
Serokwezîrê berê yê Almanyayê Gerhard Schroder biryara welatê xwe ya der barê şandina leşkeran a li ser sînorê Rûsyayê rexne kir û got ku ev tevger dê bibe sedema pêşbirka çekdarîbûna nû.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN