DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

12:41 16/6/2016
 
Swîsreyê serlêdana endamtiya YE'yê paşve kişand
Parlamentoya Swîsreyê ji bo endamtiyê di sala 1992'yan de serî li Yekitiya Ewripayê dabû, pêşnûmeya ku ji bo serlêdanê paşve bikişîne hatibû amadekirin, hat qebûlkirin.
12:32 16/6/2016
 
Li Çola Sahrayê cenazê 34 penaberan hat dîtin
Hikûmeta Nîjeryayê diyar kir ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi awayekî mirî hatine dîtin.
12:54 13/6/2016
 
Wezîrê Hollandayê: 18 kesên sûc kirine li Tirkiyeyê digerin
Hikûmeta Hollandayê diyar kir ku 18 kesên ji ber hin sûcên cuda lêgerîna wan heye, li Tiriyeyê li korî kêfa xwe digerin. Wezîrê Ewlehî û Edaleyê Afe van der Steur, aşkera kir ku di nava van kesan de Şaban Baran ê 'ji ber karê fihûşê' 7 sal 9 meh cezayê wî heye jî cih digire.
19:29 12/6/2016
 
Di êrîşa li DYA'ê de 50 kes hatin kuştin
Li bajarê Orlando ya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba homoseksuelan êrişa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
15:07 12/6/2016
 
Ji bo hilweşandinê hejmara maşînan zêdekirin
Hêzên dewletê ji bo li Silopiyê hilewşandinê bi lez bikin, hejmara maşînên kar zêde kirin. Ji bo malbat avahiyên xwe vala bikin, 3 roj dem dan wan.
14:57 12/6/2016
 
Li nîvîskar cezaye 444 qamçî hat birîn
Hat raigandin ku rejima Îranê bi îdiaya nûçeyên derew par ve kirine cezayê 444 qemçiyan da nivîskarê blogê Muhammed Riza FethÎ.
12:21 12/6/2016
 
Di balafirê de teqîn kesek birîndar bû
Li Balafirgeha Pudong ya bajarê Şangaya ya Çînê teqîn çêbû, di teqînê de kesek birîndar bû.
09:51 11/6/2016
 
Erdogan ji van gotinan reviya'
Boksorê efsanevî Muhammed Alî ku 2 rojan merasima cenazeyê wî pêk hat, li bajarê Louisville yê DYA'yê hat definkirin. Di merasima cenaze de Erdogan ji ber gotina Haham Michael Lerner a "Ji Serokên Tirkiyeyê re bêjn bila kurdan nekujin." merasim terk kir.
10:03 10/6/2016
 
Rûsya: Ka bila Tirkiye destpêkê rêya terorîstan bigire
Piştî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Rûsya bi lêdana deverên sivîl ên li Helebê sûcdar kir, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov diyar kir ku ev agahî ne rast e û wiha got: “Bila pêşî Tirkiye rê li ber terorîstên di sînorê wê re derbasî Sûriyeyê dibin bigire.”
09:44 09/6/2016
 
Li Îsraîlê êrîş: 4 kes mirin 6 kes birîndar bûn
Li gor agahiyên çapemeniya Îsraîlê, çend kesên çekdar êrîşê bazareke giştî ya bi navê Sarona li bajarê Tel Avivê kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:15 05/6/2016
 
Di buyerên navxweyî de hezar leşker jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li Ukraynayê gelek leşker ji derveyî qada şer ji ber buyerên cuda jiyana xwe ji dest dane, hat gotin ku hejmara van leşkerana digihêje hezar kesî.
11:57 05/6/2016
 
Ji Boko Haramê êrîş: 32 mirî 70 birîndar
Endamên Boko Haramê li bajarê Bossoyê êrîş birin ser baregeha leşkerî ya li ser sînorê Nîjeyra û Nîjerê, di encama êrîşê de 32 leşker hatin kuştin, 70 leşker jî birîndar bûn.
16:54 29/5/2016
 
Di deryayê de qiyamet: 700 penaberî jiyana xwe ji dest da
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), diyar kir ku ji ber keştiyên noqî avê bûn, ew gumana di buyerê de 700 penaberan jiyana xwe ji dest dane dikin.
11:51 27/5/2016
 
NY: Di şerê 5 salan ê Sûriyê de 283 hezar mirov hatin kuştin
Komisyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) têkildarî şerê Sûriyê yê 5 salan rapor aşkere kir û di raporê de diyar kir ku di şerê 5 salan ê li Suriyeyê de, 283 hezar kes hatine kuştin.
18:44 20/5/2016
 
Ji YE'yê li dijî darbeyê nerazîbûn: Şaşîtiyekî dîrokî
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî li dijî qebûlkirina pêşnûmeya destnedayînan a bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê nerazîbûn nîşan da û wekî şaşîtiyekî dîrokî bi nav kir.
14:35 12/5/2016
 
Rûsya dê malê Tirkiyê nestîne
Cîgirê Serokê ajansa venêrtina berhemên çandiniyê ya Rûsyayê Rosselhoznadzor Aleksey Alekseyenko, diyar kir ku hefteya li pêş me Rusya dê îthala team û fêkiyan a li Tirkiyeyê qedexe bike û malê Tirkiyê nestîne.
17:29 01/5/2016
 
Keştiya penaberan noqî avê bû: 80 kes winda ne
Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), diyar kir ku li peravên Libyayê keştiya lastik noqî avê bû û herî kêm 80 kes winda bûn.
12:07 13/4/2016
 
Tu kesî/ê guh neda hilbijartinên li Sûriyê ye
Li Sûriyeyê li herêmên di bin banê Rejîma Baasê de sindoq hatin danîn. Li ser banga MSD'ê hilbijartina ku bala gelên Sûriyeyê nekişand, raya cîhanê jî heman hilbijartin rewa nedît.
09:16 09/4/2016
 
Îsraîl welatiyên xwe hişyar kir: Tirkiyeyê biterikînin
Buroya Mucadeleya Bi Terorê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, ji hemwelatiyên xwe yî li Tirkiyeyê xwest ku di demek kurt de Tirkiyeyê biterikînin.
12:34 30/3/2016
 
Erdogan rastî berteka 'Terorist Erdogan' hat
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku ji bo Zîrveya Ewlehiya Nukleerê hat DYA'yê bi silogana “Terorist Erdogan” hat pêşwazîkirin. Parazvanên Erdogan li hemberî sloganan dengê "AAA..OOO...." qerîyan.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN