DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

DER HEQÊ ME DE

AJANSA NÛÇEYAN A DÎCLEYÊ

Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê di 4'ê avrêla 2002'yan de, bi dirûşma "Ji rastiya tu demê tawîz nayê dayîn" dest bi xebata xwe ya rojnamegeriyê kir. DÎHA, nûçeyên xwe li ser malpera bi navnîşana "www.diclehaber.com.tr", bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî, pêşkêş dike. Me, bi rêgeza objektîf, rasteqîner û bilez, li ser xaka Rojhilata Navîn têkiliyên xwe yên nûçeyan hunand û em bi saya van têkiliyan, nûçeyên xwe yên nivîskî, bi fotograf û dîtbarî bi awayekî lezgînî û bêalî, dikin xizmeta aboneyên xwe de.

Em bi dirûşma "Her kes xwedî mafê ragihandin, rexnekirin, agahîstandin û bi awayekî azad derbirina ramanê ye" ketin rê û ev yek ji bo me bû rêber.

Em heta dawiyê girêdayî maf û azadiyên mirovan ên ku wekî mafên gerdûnî têne zanîn in. Bêyî ku cudahiyê bikin navbera ol, nîjad, ziman, mezheb û zayendan de, em heta dawiyê girêdayî mafê agahî, wergirtinê ên civakê ne. DÎHA, ku tu demê ji rêgezên çapemeniyê tawîzan nade û li dijî hemû cûreyên sansurê dertê, bi buroyên xwe yên li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed û Wanê, bi nûçegihan, edîtor, wênegir, kameraman û kadroyên xwe yên îdarî ên ciwan û bi tecrûbe, di xizmeta aboneyên xwe de ye. Ajansa me tenê debara xwe, bi jêhatina aboneyên xwe dike.

Kesên ku dixwazin bibin aboneyên ajansê dikarin bi riya telefonên bi hejmarên +90 212 253 01 86 / +90 212 253 01 28 û faksa bi hejmara +90 212 253 01 58 û e-maila haber@diclehaber.com.tr, diha@diclehaber.com.tr, abone@diclehaber.com.tr xwe bigihînin me.

Forma abonetiyê li jêr e. Hûn dikarin formê tije bikin û daxwaza xwe ya ji bo abonetiyê ragihînin serwîsa me ya abonetiyê. Serwîsa me dê agahiyên der barê abonetiyê de, di heman demê de ji we re bîşîne. Her mehê, ji hezaran nûçeyan bêpar nemînin. Bi hêviya cihaneke ku rastî lê neyên sansurkirin, di kar û xebatên we de serkeftin...