DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

09:09 26/7/2016
 
HDP'ê nexşerêya xwe diyar kir
HDP'ê di 23-24'ê Tîrmehê de civina Meclîsa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî pêk anî. Di civînê de biryara mîtîngên bi silogana “Ji darbekaran re na, demokrasî hema niha" pêk bînin da. Di mîtîngên ku ji Stenbolê dest pê kir û heta Amedê pêk bê dê daxwaza demokrasiyê derkeve pêş. Di heman demê de dê di bernameya mehekê de li 40 navendan civîn bê lidarxistin.
18:41 25/7/2016
 
Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Heyetekî bişînin Îmraliyê
Piştî civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê encamnameya dawî ji raya giştî re hat parveklirin û hat gotin ku divê demil dest dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê anîn û di demek herî nêz de heyetek ji parêzer û malbatê pêk tê bişînin Îmraliyê, dê ev di gelek aliyan de bibe gaveke girîng.
10:06 25/7/2016
 
Demîrtaş: Wêderkirina HDP'ê nîşaneya neçareseriyê ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê banga Serokomarê tirk Erdogan a ji bo serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê de axivî û diyar kir ku bangî wan nekirin jî dide xuyakirin ku dê pirsgirêk berdewam bike. Demîrtaş bi lêv kir ku di bin navê şahiyên demokrasiyê de HDP wêder kirin dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê hêj zêdetir kûrtir bike.
08:38 25/7/2016
 
Tuncel: Li dijî kurdan bi Ergenekonê re hevkarî hat kirin
Piştî hewldana derbeyê vala derket AKP'ya ku bi salan bû bi cemaetê re di nava hevkariyê de bû li dijî cemaetê operasyon da dest pê kirin, ji nû ve leşkerên girêdayî Ergenekonê anî ser kar. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel da zanîn ku piştî hevkarên bi AKP'ê li Kurdistanê li berxwedane qelibî, AKP ji nûve bi Ergenokonê re îtîfak ava kiriye.
08:34 25/7/2016
 
'Li dijî tarîtiyê divê eniya demokrasiyê bê avakirin'
Hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê ku bi ser neket, kêmasiya darbeyê temam kir û Tirkiyeyê bi rejîma darbeyê ve bi rêve dibe rastî nerazîbûnan tê, nûnerên partiyên siyasî yên li dijî pêkanînên OHAL'ê derketin xwestin li dijî tabloya tarî ya Tirkiyeyê bi lez eniya demokrasiyê bê avakirin.
17:11 24/7/2016
 
'Girava Îmrali di venêrtiya kê de ye? ji Serokwezîr Yildirim pirsî
Wekîla HDP'ê ya Bêdlîsê Mizgin Irgat, der barê îdîayên têkildarî Îbraliyê û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pirsa "Girava Îmralî hêj di venêrtiya Wezareta Dadê de ye?" ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim pirsî.
16:58 24/7/2016
 
Tuncel: Ji 12'ê Îlonê heta îro darbekar Tirkiye bi rêve dibin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sehabat Tuncel, di kongreya DBP'ê ya ya Bedlisê de diyar kir ku Serokomar Erdogan 12 salan li gel darbekarên Tirkiye bi rêve biriye û wiha got: "Yên ku îro darbekar tên bi navkirin bi destê AKP'ê hatin peyvirdarkirin. Li aliyê din li dijî Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Di şexsê Ocalan de gelê Rojhilata Navîn li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin.
11:14 24/7/2016
 
Lijneya Koordînasyonê ya OHAL'ê hat avakirin
Piştî hewldana derbeyê OHAL'a ku hat îlankirin ji bo peywîrên bên koordînekirin, Lijneya Koordînasyona Rewşa Awarte (OHAL) hat avakirin.
10:05 24/7/2016
 
Demîrtaş: Xetereyên derbeyê ji holê ranebûne
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî xarina piştgiriyê ya partiya xwe ya Bursayê bû û der barê geşedanên dawî de axaivî. Demîrtaş da zanîn ku piştî komkujî, binpêkirinên mafan û herî dawî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, li welat tu aramî nema ye û ev tişt got: "Ji ber ku bi heqîqeta derbeyê re hevrûbûnek pêk nehat, hêj xetereya derbeyê ji holê ranebûye."
13:17 23/7/2016
 
Tuncel: Jiyana Ocalan di xetereyê de ye!
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel hewldana darbeyê û geşedanên piştî wî nirxand diyar kir ku di pêvajoyeke wisa de ne OHAL divê demokrasiya radîkal bê pêşxistin. Tuncel bal kişand li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got ku daxuyaniyên ku Wezareta Dadê dide wan tetmîn nake û wiha axivî: "Li girava Îmraliyê xetere cidî ye. Mafê jiyanê yê Ocalan di xetereyê de ye. Divê heyetek bi lezgîn bişînin giravê."
09:01 23/7/2016
 
Ufuk Uras: Ocalan darbe puç kir
Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî OHAL hat îlankirin. Têkildarî polîtîkayên îxtîdarê yên zordestiyê Wekîlê HDP'ê yê berê Ufuk Uras û Serokê DSİPê Şenol Karakaş, destnîşan kirin ku hemû gavên bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên avêtin dê xeteriyê bi xwe re bîne. Uras, diyar kir ku aktorê herî girîng yê vê pevajoyê Ocalan e û wiha got: "Ocalan darbe keşif kir û pûç kir."
16:51 22/7/2016
 
Encamnameya Konferansa 'Bi fikrên Ocalan aştî û aramî' aşkera bû
Encamnameya Konferansa "Bi Fikirên Abdullah Ocalan Li Rojhilata Navîn Aştî û Aramî" ya li bajarê Silêmanî ya .aşûrê Kurdistanê hate lidarxistin hat aşkerakirin. Di encamnameyê de biryarên gelek girîng hatin girtin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku heyeteke bi nûneriya gelên cuda yên Rojhilata Navîn ji bo ku Ocalan bibîne, wê biçe Îmraliyê.
09:06 22/7/2016
 
Atalan: Riya çareseriya derbeyê Ocalan e
Parlementerê HDP'ê Alî Atalan biryara OHAL'ê ya ji aliyê Serokomar Erdogan ve piştî hewldana derbeyê nirxand û got ku bi konsepta şer a li hemberî Kurdistanê re rêveberiya awarte tê jiyîn û biryara OHAL'ê jî seltenet e. Atalan destnîşan kir ku di plana derbekaran de ji holê rakirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hebû û wiha axivî: "Heger ku Serokomar Erdogan û AKP pêşeroja welat bifikire, riya çareseriya derbeyê Ocalan e. Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were."
09:05 22/7/2016
 
Firat: Gava yekemîn 'Pergala Serokatiyê' ye
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, da zanîn ku piştî OHAL ji hêla Serokomar Erdogan ve hat îlankirin, dê di rojên pêş de pêşnûme qanûneke ku pergala serokatiyê û darvekirinê digire nava xwe dê bîne rojevê. Parlamenterê CHP'ê Aytug Atici jî rewşa OHAL'ê wekî "em ji baranê direvîn bi zîpikê re rû bi rû man" şîrove kir û aşkera kir ku Tirkyeyê debeyeke leşkerî daye rawestandin, lê bi derbeya AKP'ê re rû bi rû maye.
14:11 21/7/2016
 
Bi OHAL'ê re Pergala Serokatiya Tirk di dewrê de ye
Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP'ê, di daxuyaniya xwe yî arasteyî OHAL'ê de diyar kir ku bi OHAL'ê re bi awayekî fiîlî dixwazin "Pergala Serokatiya Tirk" têxin dewrê. Li dijî vê wiha hat gotin, "Rêya xalîbûna ji derbe û aloziyê ne otorîteriyeke zêde û rêveberiya 'zilemekî' ye, bi demokrasiyê pêkan e."
14:08 20/7/2016
 
HDP: Em ê xwedî li hêstên wanên mirovî derkevin
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera yekemîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ew dê xwedî li reman û hêstên wanên mirovî derkevin.
09:55 20/7/2016
 
Irmak: Girankirina tecrîdê şer, rakirina tecrîdê aştiyê tîne
Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fikarên xwe anîn ziman û wiha got: "Em ji rewşa Ocalan bi fikar in. Tecrîda li ser Ocalan dê şer kurttir bike rakirina tecrîdê jî dê aştiyê bîne. Divê raya giştî di vê mijarê de dengê xwe bilind bike."
10:06 19/7/2016
 
Erdogan li bendê ye meclîs ji darvekirinê re bêje erê
Serokomar Erdogan piştî civîna 4 saetan a bi Serokwezîr û wezîran re pêk anî, li Kasikli ya Uskudarê derket pêşberî komê û got daxwazên ku darvekirinê disa paşve bine erê kiriye. Erdogan, got di "Demokrasiyê" de daxwaz nayên redkirin. Erdogan anî ziman ku ger meclîs vê biryarê erê bike ew jî dê erê bike.
17:08 18/7/2016
 
HDP: Em ê qadan ji nijadperestan re nehêlin
Berpirsyarê Rêxistinkirinê û Alîkarê Hevserokên HDP'ê Nadir Yildirim, diyar kir ku AKP'ê hewldana derbeyê veguherandiye derfetê, ji bo "nijadperest-faşîstan" qadan diafirîne û ev hêzên nijadperest di serî de kurd û elewî, êrîşî hemû beşên civakê dike.
13:09 18/7/2016
 
Berdevkê HDP'ê: Em dê piştevaniya sererastkirina bo darvekirinê nekin
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, ji bo kesên tevlî hewldana derbeyê bûn derbareyê nîqaşên ji nû ve anîna cezayê darvekirinê de got, ew dê di vî warî de piştgiriya tu sererastkirinê nekin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN