DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

23:40 02/7/2016
 
Demîrtaş: Em destûrê nadin ku Erdogan li vî welatî bibe dîktator
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Silopî tevlî xwarina fitarê bû. Demîrtaş di fitarê de diyar kir ku gel li pişt xwe berxwedanek bêhempa hişt û wiha got: "Ji ber ku gel têk nebirin ji tirsa nizanin dê çi bikin. Lê reva ji mirinê bêçare ye. Erdogan dixwaze bibe dîktator û em destûrê nadin ku ew li vî welatî bibe tîktator.”
09:16 02/7/2016
 
Encu: Ya ku li Şirnexê pêk tê tofan a AKP'ê ye
Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu da zanîn AKP’ê dixwaze navê Şirnexê biguhere ev yek hamleyeke polîtîk e û tişta ku AKP’ê li Şirnexê dike li dijî gelê kurd tofan e.
09:14 02/7/2016
 
‘Qayûma fîlî li hemberî şaredariyên DBP’ê di dewrê de ye'
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret têkîldarî hewldanê hikûmeta ji bo tayînkirina qeyûman a şaredariyan diyar kir ku ji ber ku hikûmeta AKP'ê bi siyaseta demokratîk nikare şaredariyên DBP'ê bi dest bixe bi awayekî nehiqûqî bi gotina "teqez hûn ê me hilbijêrin" hewl dide dest dayne ser şaredariyan. Îmret destnîşan kir ku hikûmetê bi awayekî fîlî qeyûm xistiye dewrê.
11:50 01/7/2016
 
Ji Walîtiya Sêrt gefa 'em dê mudaxaleyî' HDP'ê bikin
Piştî rêxistina HDP'ê ya Sêrtê xwest bi beşdariya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş xarina fitarê bide, ji Waliyê Sêrtê gefa "em dê mudaxaleyî" HDP'ê bikin hat.
15:24 28/6/2016
 
Yuksekdag: Ne 'operasyona tîryakê' operasyonên koçberkirinê tê meşandin
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Civîn Koma partiya xwe ya di meclîsê de axivî, diyar kir ku li Licê di bin navê "tîryak" de daristan tên şewitandin û aşkera kir ku heta niha 50 hezar donim erdê herêmê hatiye şewitandin. Yuksekdag banga "ew zeviyên heşîşê çend metreyan dûrî qereqolan e, agahiyê wê jî bidin" kir û destnîşan kir ku dixwazin bi van hincetan gelê herêmê koçber bikin û ji bo avakirina qereqolên nû daristanan dişewitînin.
15:53 27/6/2016
 
Tuncel: Erdogan biçe dê muzekere dest pê bikin
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel li Rihayê bi rêveberên partiya xwe re hatin gel hev der barê pêvajoyê de axivî. Tuncel diyar kir ku bi Erdogan û AKP'a ku pêvajoya aştiyê bi dawî kir, maseya çareseriyê hilweşand û li hemberî gelê kurd şer da destpêkirin re aştî nabe û ev tişt got: "Dê Erdogan û AKP biçe û ji nûve muzakereya demokratîk dest pê bike."
09:11 27/6/2016
 
'Tayînkirina qeyûm darbe ye'
Hiqûqnasan li hemberî hewldana tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan nerazîbûn nîşan dan. Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar diyar kir ku tayînkirina qeyûm darebeyekî sivîl e û bi vî rengî mafê bijartinê ya gel dê ji destên wan bê girtin. Parêzer Muharrem Şahîn jî bi lêv kir ku tayînkirina qeyûm dê kaosa civakî derxîne.
13:51 26/6/2016
 
Yuksekdag: Li dijî gelê kurd şerê taybet ê tunekirinê tê meşandin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Mîlanoyê di panela ku tevil bûyî de axivî û got ku li hember gelê kurd şerê taybet ê tunekirina nijadî tê meşandin.
23:19 25/6/2016
 
Demîrtaş: Divê dîra xwe em bi xwe bijîn'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di xwarina fitarê de axivî û wiha got: "Pêwiste dîroka xwe em bi xwe binivîsin. Em bang li gelê kurd dikin û em dibêjin bila dilê me ji bo Licê, Gever, Mahabad, Sînê, Hewlêr, Kobane, Efrin, Musul hilbibe.
14:27 25/6/2016
 
Guven: Ji bo rawestandina operasyonan em dê biçin Licê
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di civîna şaredariyên DBP'î a li hember kayyûman de axivî û got ku divê ji bo rawestandina operasyonan çalakiyên hevpar werin kirin. Guven diyar kir ku ew dê sibe biçin Licê û bang li her kesê kir ku tevlî vê çalakiyê bibe.
13:22 25/6/2016
 
DBP: Em li hemberî faşîzmê berxwedanê mezin bikin
DBP di bin civîna Lijneya Rêveberiya Giştî de li hev kom bû, di danezana ku hat aşkerakirin de, hat diyar kirin ku şerê ku ji hêla AKP'ê ve li hemberî gelê kurd di qada neteweyî û navneteweyî de hatiye kûrkirin, divê li hemberî vê faşîzmê berxwedan bê mezin kirin.
09:12 25/6/2016
 
Guven: Hûn nikarin bi memûran vîna gel teslîm bigirin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku îxtidara AKP'ê dixwaze bi riya Qeyimê şaredariyên DBP'ê desteser bikin û wiha got: "Hikûmet bi qeyimê êdî ji rê derketiye. Gel vîna xwe di şaredariyan de dibîne. Gel dê bi hêsanî cih û warê xwe bi destê memurê dewletê de bernede. Dewlet bi memûrê xwe nikarin vîna gel dîl bigirin.
09:02 23/6/2016
 
Sakik: Qeyûm ruhê 12'ê îlonê ye
Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik da zanîn ku dê der barê nîqaşên bi cih kirina qeyûman a di şaredariyan de ku tê kirin de gelê kurd bêdeng nemîne û wiha got: "Bi hilbijartinan tiştên ku nekaribûn bi dest bixin, bi riya kayyûman dixwazin bi dest bixin. Ev rêbaz di serdema faşîzma 12'ê îlonê de pêk dihat. Îro tişta ku dixwazin bikin ev yek e."
09:26 22/6/2016
 
Buldan: 3 darbe li ser hev pêk hatin
Parlementera HDP'ê û Wekîla Serokê TBMM'ê Pervîn Buldan diyar kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê 3 darbe li pey hev pêk hatine û wiha got: "Darbeyek li hemberî hilbijartinên 7'ê, hilbijartina duyemîn li hemberî Davutoglu û ya sêyemîn li hemberî parlementerên me pêk hatin. Lê gelê kurd ligel hemû zordariyan bi salan e li berxwe dide."
14:46 21/6/2016
 
Demîrtaş: Ji ber ku Ozgur Gundemê sûcên wî anî rojevê hedef e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de axivî û li dijî girtina navên ku ji ber piştevaniya Ozgur Gundemê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji ber ku rojnameyê sûcên li Cizîr û Sûrê anîn rojevê hatiye hedefgirtin. Deîmrtaş diyar kir ku Tirkiye di paşerojê de li hemberî Îsraîl, Sûriye û Rûsyayê gotinên tund dikir lê îro dîsa hewl dide têkîliyan dayne û wiha axivî: "Dema ku min wê demê gotibû biçin Moskowê û bi diyalogê çareser bikin serokwezîrê ji peywir hate girtin ji min re gote xayînê welat. Lê niha ew nameyên bi girî ji Putîn re dişînin. Hinekî bi exlaq bin."
11:34 21/6/2016
 
DBP: Kes nikare dest dayne ser vîna gel
Alîkara Hevserokên Giştî ya Berpirsyara Rêveberiyên Heremî ya BDP'ê Emîne Ozmen, der barê kayyûmên ku ji hêla AKP'ê ve tên xwestin li hemberî şaredariyên BDP'ê pêk bînin de axivî û diyar kir ku dê ev hewldan li hemberî şaredariyên CHP'ê jî bikevin dewrê.
09:11 19/6/2016
 
Demîrtaş: Berxwedan mezin nebe dê windahî zêde bin
Di serî de Sûriye û dewletên wekî Tirkiyeyê windahiyên di bin çavan de her ku diçin zêde dibin herî dawî Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin ev 24 roj in tu agahî jê nayên girtin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser buyerê û diyar kir ku di şexsê Kulter de peyamê didin hemû ciwanên Kurdistanê û ev tişt got: "Kurd li hemberî van buyeran berxwedanê mezin nekin dê kurdan yek bi yek ji holê winda bikin."
09:09 19/6/2016
 
Tuncel: Yên îro mafê kurdan bixwin, dê sibê mafê tirkan jî bixwîn
Îxtîdara AKP'ê bi guhertina zagonan dixwaze erk û rayeya "Qeyimê" zêde bike û bi riya Qeyimê Şaredariyên HDP û DBP'ê ji destê wan bigire. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bertek nişanî pêşnûmayê da û got "Ev projeya li dijî kurdan e û naxwazin kurd xwe bi xwe bi rêve bibin. Emê li dijî Qeyimê Şaredariyên xwe biparêzin û di ber xwe bidin. Yên îro mafên kurdan desteser bikin dê sibê mafên tirkan jî desteser bikin.
18:11 18/6/2016
 
Anli: 'Qayyûmên' şaredariyan dê hemû girêdana qut bike
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amed Firat Anli, bal kişand ser planên AKP'ê yên bi rêya 'qayyûm' destdayîna ser şaredarên DBP'ê û aşkera kir ku ev rêbaz dê hemû têkiliyên di navbera gelan de bide qutkirin.
14:38 18/6/2016
 
Der barê Demîrtaş de 2 muebet 486 sal ceza tê xwestin
Piştî pêşnûmeqanûna guhertinê ya der barê dewtnedanê de hat rakirin Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku dosyaya wî destpêkê şandin dozger cezayê der barê Demîrtaş de diyar bû. Demîrtaş ê ku 93 dosyayên wî hene û ji Demîrtaş re 2 muebet 486 sal ceza tê xwestin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN