DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

14:32 06/6/2016
 
Demîrtaş: Bawernameya wî tune be ew nikare bibe serokomar
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew dê der barê Serokomar Tayyîp Erdogan de ka bawernameya wî heye an na, dê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bidin. Demîrtaş got, "Heke bawernameya wî ya dibistana bilind tune be, ew nikare bibe serokomar. Qanîn wiha dibêje. Heke wî dibistana bilind xilas nekiribe û vê yekî piştrast neke, dê serokomartiya wî bikeve."
16:10 05/6/2016
 
Demîrtaş: Serokê Dadgeha Bilind gelo dê bikaribe me bidarizîne?
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn demîrtaş ê di mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" de axivî bal kişand li ser rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê û wiha got: "Em ji darizandinê natirsin. Gelo Serokê Dadgeha Bilind ê ku çû çay kom bike bikaribe me bidarizîne? Hin dozger, ne hemû ji bo ku me bidarîzînin amade ne, em jî li benda we ne. Ka em binêrin dî kî kê bidarzîne?" Demîrtaş der barê şer û berxwedana li Kudistanê de jî wiha axivî: "Li Nisêbînê, Geverê xirakirin didome. Yên ku hêza wan heye bila ji bo piştevaniyê biçin. Di bin çavande windakirinan dest pê kir. Hurşît Kulter di bin çavan de windakirin bi vî rengî starta windakirinên di bin çavan de dan. Ji bo ku ev nebin divê em berxwedanê xurtir bikin"
14:48 05/6/2016
 
Tuncel: Pêşeroja gelan di bin xetereyê de ye
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di mîtînga "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" de axivî got ku hikûmet li dijî gelê kurd. jinan, karkeran şer vekiriye û ji ber vê yekê jî nikare aştiyê ji Tirkiyeyê re bîne. Tuncel wiha axivî. "Ji bo azdiya gelê kurd, ji bo azadiya Birêz Ocalan peywir û berpirsyariyên dikevin li ser milên hene. Azadiya Birêz Ocalan, pêşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê jî tenê Ocalan di bin tehdîdê de nîne pêşeroja gelên Tirkiyeyê di bin tehdîdê de ye."
12:52 05/6/2016
 
Li dijî darbeyê herikîn qadê
Li Stenbolê welatî diherikin mîtînga ku HDP bi şîara "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" a li Bakirkoyê. Bi hezaran kesên li qadê gihiştin hev bi stranên berxwedanê daxwaza demokrasî û azadiyê tînin ziman.
09:11 05/6/2016
 
Dijberî biryara AYM'ê biryara bilindkirina têkoşînê
HDP'ê li dijî biryara AYM'ê ya redkirina serlêdana wan, biryara bilindkirina têkoşîna hiqûqî û siyasî dan. HDP amadekariyê dike ku dozê bibe DMME'ê.
12:28 04/6/2016
 
Dê HDP li Amedê qedexeyê nas neke
Endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen der barê mitînga "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" agahî da û û aşkera kir ku her çendî qedexe hatibe dayîn jî ew dê mitînê pêk bînin û ev tişt got: "Em dê bi gelê xwe re xwedî li dîrok, vîn, ednîgarî û zimanên xwe derkevin." Onen bang li tevahiya gelê Amedê kir ku bi ruhê berxwedanê beşdarî mitîngê bibin.
16:13 03/6/2016
 
Yuksekdag: Dê bi vê biryarê Tirkiye winda bike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, biryara AYM'ê ya betalkirina destnedayînan wiha şîrove kir, "Derbeya ji hêla îktîdara siyasî ve ket dewrê, ji aliyê AYM'ê ve hatiye qebûlkirin. Dê bi vê biryarê Tirkiye winda bike."
13:39 03/6/2016
 
HDP: Em dê biçin DMME'ê
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê û Endama Komîsyona Qanûna Esasî Meral Daniş Beştaş, têkildarî redkirina daxwaza wan a betalkirina guhertina zagona destnedayînê diyar kir ku ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
12:56 03/6/2016
 
Bîlgen: Em qedexeyan nas nakin
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li hemberî qedexekirina çalakiyên ku di demên dawî de partiya wan li dar dixe ji aliyê walîtiyan ve nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku êrîş û bombekirinên li dijî partiyan wan encama heman ferasetê ye. Bîlgen têkîldarî komkujiya ermenan a ku ji aliyê Almanyayê hate qebûlkirin jî nêzîkatiya Tirkiyeyê rexne kir û diyar kir ku nêzîkatiyekî ku ji berpirsyariyê direve, pirsgirêkê dadixe asta pirsgirêka arşîvê heye.
13:44 02/6/2016
 
Meclîsa Almanyayê komkujî erê kir - DEQEYA DAWÎ
Meclîsa Federal a Almanyayê pêşnûmeya "Di 1915-1916'an de li împaratoriya osmaniyan bibîrxistin û bibîranîna qirkirina li dijî ermen û kêmarên xiristiyan ên din" hate qebûlkirin.
11:29 02/6/2016
 
Yildirim: Em dê pergala serokatiyê pêk bînin
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna serokên bajêr ên AKP'ê de, got, çi dibe bila bibe ew dê bi makezagona nû pergala serokatiyê pêk bînin.
09:04 02/6/2016
 
AYM hêviyê nade
Wekilên HDP'ê ji bo destnedayîna wekîlan neyê rakirin serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) dabûn. Li bendê ye ku biryarê bide. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Prz. Kenan Maçoglu diyar kir ku ew ne bawerin ku AYM serlêdanên wan erê bike û dê dîsa têkoşina hiqûqê berdewam bikin.
10:26 01/6/2016
 
Yildirim komkujiya 100 hezaran ermeniyan 'bêwate' dît
Serokwezîr Bînalî Yildirim ê ji hêla Serokomar Erdogan ve hat peywîrdar kirin û di her axaftina xwe de bi devikê Erdogan diaxive, Komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an a ku dê roja pêncşemê li Parlamentoya Almanyayê bê qebûlkirin, daxuyaniyên sosret da. Yildirim komkujiyan bi 100 hezaran ermeniyan wekî "buyerek ji rêzê" da nîşan.
09:14 01/6/2016
 
Sariyildiz: Ev qatliam dê dawiya Erdogan bîne
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz diyar kir ku tasfiyekirina HDP'ê li meclîsê dê bê wateya tasfiyekirina bi milyonan hilbijêran û têkîldarî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê jî wiha got: "Bi deh hezaran leşker û polîsan ve bi hemû amûrên kuştin û xirakirinê ve êrîşî bajarên kurdan dikin. Erdogan xira dike, dikuje lê nikare nîzamê pêk bîne. Ev jî dê bi xwe re wekî gelek despotan dawiya rejîma Erdogan jî bîne."
09:03 31/5/2016
 
Demîrel: Em bi sekna xwe dîrokê dinivîsin
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, têkildarî ziyareta Serokomar Erdogan, destnedayîna wekîlan û amadekariyên mîtînga 5'ê Hezîranê ya Amedê nirxandin kir. Demîrel, diyar kir ku di meclîsê de partiya çalak muxalifîyê dike tenê HDP ye û wiha got: "AKP'ê CHP û MHP jî daye pişt xwe û dixwaze HDP'ê tasfiye bike. Ji ber şaredariyên herî baş û zelal dixebitin yên DBP'ê ne êrîşî BDP'ê dikin. Gelê kurt tu carî li hemberî zilmê serî netewand û ji niha û şûnde jî dê tu carî serî netewîne. Di 5'ê hezîranê de bi sed hezaran gelê me dê li Qada Îstasyonê kom bibe û helwesta xwe nîşan bide."
13:56 30/5/2016
 
Wekîlên HDP'e yên Şirnexê windakirina Kulter birsî
Wekîlên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan Îrmez, ji Serokwezîr û Wezîrên Karên hundir windakirina Rêveberên DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin û 3 rojin agahî jê nayê girtin pirsîn.
13:15 30/5/2016
 
Kurtulmuş: Di şer de 6 hezar avahî ser û bûn bûn
Civîna Lijneya Wezîran a îxtîdara AKP'ê li Koşka Çankayayê bi awayekî herî kin pêk hat. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş, diyar kir ku dê dîsa di şer de berdewam bikin û îtîraf kir ku di şerê li Kurdistanê de heta niha 6 hezar avahî ser û bîn bûne.
11:38 30/5/2016
 
Yuksekdag rakirin nexweşxaneyê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ji bo mîtîngê hatibû Wanê nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê.
09:22 30/5/2016
 
Klîp bû sedema fezlekeyê
Di fezlekeyên der barê parlamenterên HDP'ê de her roj skandalek zêde dibe û yek ji fezlekayan jî wekî ku mînaka "evqas jî nabe" ye. Dozgeriyê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de fezleke amade kir, klîba 4 deqîqe ya di Newroz TV a li derveyî welat weşanê dike ji bo rakirina destnedayîna Demîrtaş hincet hate nîşandin. Lê dozgeriyê di navbera klîp û Demîrtaş de têkîliyekî çawa daniye jî nediyar û di vê mijarê de yek hevok jî tuneye.
09:18 30/5/2016
 
Ji Dewleta Îsveçê berteka ji bo MGK'ê: Hûn nikarin tevli karên me bin
Şaredarê berpirsyarê demokrasî û konûtan a şaredariya Stocholmê Ann-Margarethe Lîvh, bertek nîşanî daxuyaniya MGK'ê ya ku gotibû "Destûr dayîna vekirina berdevkên PYD'ê ya li Prag, Stockholm, Berlîn û Parîsê ne li gorî rêgezên dostaniya me ne" dan û aşkera kir ku mafên Tirkiyeyê tune ye xwe tevli karên Îsveçê bike. Lîvh da zanîn ku li Îsveçê kê ji bo xwe kîjan berdevkê veke, ew wan eleqeder dike û ev helwesta Tirkiyeyê wekî dijberiya demokrasiyê şîrove kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN