DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

12:05 18/6/2016
 
HDP li hemberî êrîşan berxwedanê nîqaş dike
Civîna ku di hevserokatiya Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de hat lidarxistin, êrîşên li hemberî saziyên HDP û DBP'ê hatin nirxandin, dê li hemberî van êrîşan çalakiyên demokratîk çawa bên lidarxistin hatin nîqaşkirin.
10:03 18/6/2016
 
Pêşnûmaya darbeya li dijî darazê
AKP'ê duh Pêşnûmaya Zagona Derbarê Guherînên Têkildarî Hin Zagonan û Zagona Dadgeha Şêwirmendiyê ji Komîsyona Dadê ya Meclisê derxist. Bi zagonê 'sûcên' di çarçoveya TMK'yê de dê ji hêla serdozgeriyên komarê ve bên rêvebirin. Endama Komîsyonê û Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku bi vê zagonê dê Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) yên encama ruhê faşîzma 12'ê Îlonê cardin bixin meriyetê û bi vê yekê darbeya li hemberî darazê jî temam bikin.
17:53 17/6/2016
 
Demîrtaş li gel rayedarên Konseya Ewropayê civiya
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta li gel wî li Strasboûrgê bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland re hevdîtinê kirin.
12:27 17/6/2016
 
Ji ber axaftinên der barê xweseriya demokratîk de lêpirsîn
Panela ku ji hêla DBP'a Mûşê ve hat li darxistin, Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek jî beşdar bû û di panêlê de ji ber ku Yuksek xweseriya demokratîk vegot, der barê Yuksek û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kirine lêpirsîn hat vekirin. Yuksek ê di girtîgehê de ye, piştî îfade da dozgeriyê, diyar kir ku ji xwe xweseriya demokratîk di destûrnameya partiya wan de heye.
14:25 16/6/2016
 
'Eger êrîş bidomin dê Tirkiye wenda bike'
Heyeta HDP'ê ku ketina wan a Şirnexê hate astengkirin, serdanên xwe yên li Silopiyayê bi dawî kirin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca balê kişand ser êrîşên tevkujiyê û got "Eger demokrasî û hiqûq pêş nekeve dê Tirkiye wenda bike."
16:47 15/6/2016
 
Ji bo pêşnûmeya derbeyê bê betalkirin 52 nîşe pêwîst in
Pêşnûnemeya Makeqanûnê ya ku destnedana wekîlan radike piştî hat erêkirin, HDP'ê ji bo serî li Dadgeha Makeqanûnê bide, daxwazname ji îmezeyê re vekir. Îmzeyên ku dê heta roja duşemê bên berhevkirin, ji derveyî HDP'ê dema 52 îmze bên berhevkirin, dê li hemberî pêşnûneya "derbeyê" serlî li AYM'ê bidin.
12:24 15/6/2016
 
Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglu li dozgeriyê ne
Dosyayên fezlekên Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û hin parlamenterên din şandin dozgeriyê.
09:21 15/6/2016
 
HDP ji bo 110 îmzeyan dikeve nav tevgerê
HDP ji bo "zagona darbeyê" ya AKP'ê betal bike ji bo 110 îmzeyên pêwîst dikeve nav liv û tevgerê. HDP dê îro derbarê mijarê de metna hatî amadekirin aşkere bike û di serî parlamenterên CHP'ê bang li hemû demokratan bike ku ji bo AYM'ê îmze bidin.
15:39 14/6/2016
 
Demîrtaş: Dê hevalên me hemû heman parastinê bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di Parlamentoya Ewopayê de axivî û diyar kir ku dema wan bi zorê bibin dadgehê, ew dê metna hevbeş a ku hatiye amadekirin bi hev re bixwînin û dê hemû hevalên wan heman parastinê bikin.
14:46 14/6/2016
 
Ji aqûbeta Kulter AKP berpirsyar e
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku AKP'ê li herêmê polîtîkaya tunekirinê daye meşandin bi vê polîtîkayê Sûr hatiye hilweşandin û şewitandin û aşkera kir ku ev polîtîkaya tehcîr, sirgûn û hilweşandinê ye. Tanrikulu bal kişand ser rewşa Hurşît Kulter jî û got ku di vê der barê de tu daxuyanî nehatiye dayîn, bi vê yekê mafê jiyanê tê binpêkirin.
12:31 14/6/2016
 
DBP jî dê biçe Şirnexê
DBP jî dê beşdarî bernameya ku Dê Kongreya Civaka Demokratîk di 16'ê Hezîranê de ji bo rakirina dorpêça li Şirnexê bê rakirin li dar bixe bibe.
09:25 14/6/2016
 
11 HDP'î rastî lêpirsîna ‘Heqareta Serokomar' hatin
11 endamên HDP'ê yên Hatayê yên rakirina parêzvaniya wekilên HDP'ê şermezar kirin bi hinceta "Heqaret li serokomar kirine" rastî lêpirsînê hatin. Hevseroka HDP'ê ya Hatayê Şukran Dag Cabir, diyar kir ku êdî daraz li gorî kêyfa siyasî biryaran distîne.
14:13 12/6/2016
 
Tuncel: Divê Tirkiye rola kurdan bibîne
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya prtiya xwe de axivî, diyar kir ku gelê kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke girîng in, divê ev rola kurdan ji hêla Tirkyeyê ve bê dîtin.
13:49 10/6/2016
 
Qesrê bi rêya leşkeran mudaxaleyî meclisê kir - TAYBET
Duh li meclisê civîneke awarte hat li darxistin. Civîna ku li Komîsyona Parastina Mîllî de hat li darxistin de, ji derveyî endamên HDP'ê, endamên CHP, AKP û MHP'ê beşdar bûn, di civînê de leşkerekî paya bilind (yarbay) di civînê de nirxandin kirin. Civîna di qeydên meclisê de cih negirtin, ji bo leşkeran pêşniyara "mertalê destnedanê" hat kirin û hat xwestin 3 partî li hev bikin.
12:11 10/6/2016
 
DBP'ê MYK xwe diyar kir
Endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê hate diyarkirin.
09:06 10/6/2016
 
Tuncel: Cîranê Tirkiye yê nû dê Kurdistan be
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku dê xebata DBP'ê ya nû pêşxistin û rêxistinbûna xwerêveberiyên herêmî bin. Tuncel, bal kişand ser operasyonên Rakka û Minbicê û anî ziman ku piştî van operasyonan dê cîranê Tirkiye yê nû Kurdistan be.
09:21 09/6/2016
 
HDP dê niha çi bike?
Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê û hiqûqnas Mîthat Sancar, têkildarî zagona darbeyê û pêşeroja HDP'ê axivî. Sancar, da zanîn ku dê di nava her şert û mercî de xebatên partiyê û siyasetê berdewam bikin heta bên girtin jî dê meclîsê terk nekin.
11:17 08/6/2016
 
Demîrtaş: Li Qendîlê dema hevdîtinan hatin bombebarankirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku kanûna borî bi agahiya hikûmetê ji bo çareserkirina pirsgirêka xendek û barîkatan çûbûn Qendîlê, dema ku bi rayedarên KCK'ê de hevdîtin pêkdianîn ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin. Demîrtaş da zanîn ku ligel vê yekê jî dema ku vegeriyane ji Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdargolu û hikûmetê re peyama ku dikarin însiyatîfa çareseriyê bigirin şandine lê li hemberî vê daxuyaniya herî tund hatiye dayîn.
09:47 08/6/2016
 
Ji 800 fezlekeyan 510 aydî HDP'ê ne
Serokomar Erdogan zagona destnedayînê erê kir û ev biryar di rojnameya fermî de hat weşandin. Heta niha jê 55 wekîlên HDP'ê bi giştî der barê 152 wekîlan de 800 dosyayên fezlekeyan hatine amadekirin û jê 510 dosya aydî HDP'ê ne.
17:27 07/6/2016
 
Demîrtaş: Ji ber feraseta serokomar mirin diqewimin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî û têkîldarî çalakiya li dijî wesayîta leşkerî ya li Stenbolê li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ê "HEta qiyametê dê ev mirin çêbibin" nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş ê nirxandina "Ji ber vê ferasetê mirin diqewimin" kir bang li partiyên ku di meclîsê de komên wan hene jî kir û xwest ji bo rawestandina xwînê bên cem hev.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN