15:22 29/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya HDP'ê ya Amedê de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dê li dijî partiya wan, parlamenteran, şaredariyan êrîşên xwe zêde bike, bang li gel kir xwest xwedî li îradeya xwe derkevin. Demîrtaş anî ziman ku ji ber ku li ber AKP'ê serê xwe natewînin pêkûtî li wan tê ferzkirin û wiha got:"Em ê ne zilmê me jî mirinê qebûl bikin."
|
09:10 29/5/2016 |
|
Sebahat Tuncel a ku di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de bû hevserok diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî siyaseta demokratîk pêkûtî hene û li Tirkiyeyê ew alternatîf in. Tuncel anî ziman ku ew ê bi gel re jiyana nû ava bikin û ligel hemû qatlîam û êşan jî dê di siyaseta demokratîk û aştiyê de israr bikin.
|
15:01 28/5/2016 |
|
DBP'ê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte ya li dijî êrîş, girtin û zextan pêk anî. DBP'ê di kongreyê de rêveberiya nû diyar kir û Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sebahat Tuncel û Kamûran Yuksek hatin hilbijartin.
|
13:59 28/5/2016 |
|
Dayika Endama PM a DBP'ê Sêvê Demîr, Sakîne Demîr di kongreya DBP'ê de axivî, kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Me soz daye we, em ê têkoşîna we bidomînin."
|
13:36 28/5/2016 |
|
Hevserokê HDP’e Selahattîn Demîrtaş ê di kongreya DBP'ê de axivî da zanîn ku pergal ji wan dixwaze bibin kurdên naylon ya serayê wiha got: “Em nabin kurdên naylon. Lewma em bedel didin. Divê ev yek bê femkirin.”
|
12:25 28/5/2016 |
|
Namzete Hevseroka DBP Sebahat Tuncel, di axaftina xwe ya kongreyê de destnişankir ku di partiyen pergalê de hevî tuneye û li gel vê tekoşin û partiyên wekî DBP, HDP, DTK, HDP hevî ne. Tuncel xwest ku ji bo muzekereyan pêşiya Ocalan bê vekirin û wiha got: “Ji bilî vê yekê rêyek din tuneye.”
|
12:24 28/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê di girtîgehê de ye ji 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê ya bi ruhê berxwedanê tê lidarxistin re peyam şand û peyama xurtikirina berxwedan û têkoşînê da. Yuksek diyar kir ku riya çareserkirina hemû pirsgirêkan "Komara Demokratîk e" û divê li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê têkoşîna civakî bê xurtkirin.
|
10:36 28/5/2016 |
|
Partiya Hereman a Demokratîk (DBP) di bin pekûti û êrîşên dewletê de ku hevserok û gelek rêveberên wan girtînê 4’emîn Kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Di kongreya ku dê rêveberiya nû bê diyarkirin de dayiken ku zaroken wan di êrîşên li hemberî qaden xweseriyê hatibûn kuştin di kongreyê de peywira zaroken xwe dewr girt.
|
09:10 28/5/2016 |
|
Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe der barê qanûna "Rakirina destnedayînê" de diyar kir bi vê qanûnê êrîşî vîna jinê kirine. Gokçe, destnîşan kir ku pergala baviksalarî ji vîna jinan di tirse wiha got: “Fezleke bi hincetên sosret hatine amadekirin. Parvekirinên Facebookê yên tebaxa 2016’an kirine sedema sûc. Ji bo meha hêj nehatiye wekî ku di wê mehê de suc hatiye kirin nîşan daye."
|
15:32 26/5/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeya Bazîdê di hevdîtana gel de axivî û xwest welatiyên li navçeya Nisêbînê li taxa Alîkayê asê mane derxînin herêmêke ewle û wiha got: "Ji bo ku Cizîrekî din neyê jiyîn ez bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim. HEke hûn îmzeyê bavêjin qatlîamekî din a wekî Cizîrê hûn ê nikarin ji riya ku ketine vegerin."
|
15:31 25/5/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" de li Qersê axivî û peyama "berxwedanê" da. Yuksekdag wiha got: "Hêza me dê kêm nebe. Bêyî ku bi sernekevin tu caran jê venagerin. Em ê bi 100-120 parlamenteran ve derkevin pêşberî wan."
|
13:04 25/5/2016 |
|
Parlamenterên HDP'ê têkîldarî rakirina destnedayînên parlamenteran roja înê serî li AYM'ê bide û îtiraz bike.
|
09:12 25/5/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, têkildarî darbeya siyasî ku bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê li dijî HDP'ê pêk hat diyar kir ku ew dê li dijî bloka darbeyê bloka demokratîk ava bikin. Balûken, anî ziman ku ger CHP dixwaze di meclîsê de siyasedê bike divê li cem HDP'ê cih bigire. Baluken, der barê heyeta CPT'î de jî anî ziman ku rol û rista xwe pek nine.
|
16:22 24/5/2016 |
|
Ji bo betalkirina teklîfa darbeyê, HDP dê li ser navê 53 parlamenterên ku dosyayên wan ên destnedayînê hene di 26'ê Gulanê de bi daxwaza betalkirina teklîfê serî li AYM'ê bide.
|
14:47 24/5/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li civîna koma partiya xwe de axivî têkîldarî tayînkirina Bînalî Yildirim li şûna Ahmet Davutoglu wekî "duh serokwezîrê stajyer hebû îro serokwezîrê vala heye" şîrove kir. Yuksekdag wiha axivî: "Kesekî ku kurê wî tura qumarê de bû wekî serokwezîr hate tayînkirin. Birêz Bînalî hûn cara yekem e nakevin vî riyê. Ewqas nekevin heyecanê berê we jî Davutoglu kete vî riyê. Riya wî ne baş bû, Hûn jî ketin riya xirab."
|
13:06 24/5/2016 |
|
|
10:52 24/5/2016 |
|
Hin parlamenterên CHP'ê piştî ku partiya wan pêşnûmeya "darbeyê" ya AKP'ê "erê" kir serî rakirin. Hin CHP'î piştî ku 376 dengên "erê" derket û civata giştî la meclîsê bi dawî bû hate îdiakirin ku çûne cem HDP'iyan gotina "Li CHP'ê tiştekî ku em bikin nema em derbasî HDP'ê bibin" bi kar anîne.
|
10:40 24/5/2016 |
|
HDP, têkildarî daxwaza "Darbeyê" ya AKP’ê ku armanca dike siyaseta demokratik tasfiye bike, amadekariya giliyê Dadgeha Qanûna Easî bike dike. HDP’î dê bi xwe neçin îfade nedin. Dema bi zorê bên binçavkirin jî dê kurd dakevin qadan û dê bêjin “Vîna gel nayê darizandin" û çalakiyan pêk bînin.
|
18:52 22/5/2016 |
|
Siyasetmedarên kurd li gel astengî û êrîşên polîsan bi gel re hatin cem hev. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku kurdan tu carî li hemberî zextan serî netewandiye. Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî anî ziman ku êdî mafê gotinê yê gel e. Wekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken jî bang li Wekîlên CHP'ê kir got: "Ji bo hûn nebin şirîkê vî sûcî hûn dikarin bi îmzeyên xwe bigirin û werin deriyê HDP'ê. Em li hemberi darbeyên birayên Daltonan têk naçin.
|
17:20 22/5/2016 |
|
KNK'ê li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlerê bi tevlêbûna gelek partiyên siyasî derbeya parlamentoya Tirkiyeyê şermezar kirin û piştgirîn dan HDP'ê. Partiyên Başûrê Kurdistanê gotin "Destdana HDP'ê, destdana me ye".
|