DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

15:51 15/5/2016
 
Ustun: Êrîşên li dijî HDP'ê êrîşên li dijî 'Jiyana Nû' ye
Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Beyza Ustun beşdarî civîna ku ji hêla Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ve hat li darxistin bû, diyar kir ku AKP bi êrîşên li dijî HDP'ê re, êrîşê 'Jiyana Nû' dike û aşkera kir ku ew dê li hemberî vê derbeyê li berxwe bidin, ew dê nikaribin destê xwe dirêjî hêzên azadiyê bikin.
16:30 14/5/2016
 
Onder: Serê me dikeve axê lê çongên me nakevin
Di çarçoveya kampanyaya "Dest nede vîna min" li Enqereyê 64 Saziyên Sivîl daxuyaniyeke hev par dan. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder beşdarî civînekî bû, diyar kir ku azadiya wekîlan û ewlehiya wekîlan nabe, azadiya vîna civakî heye û ev tişt got: "Dê serê me bikeve axê, lê çongên me nakevin. Em şopdarên kevneşopiyeke wiha ne."
09:10 14/5/2016
 
'Em ê li dijî derbeyê têbikoşin'
Rêxistinên Kurdistanî yên Amedê destnîşan kirin ku hewldana rakirine destnedayînên parlementên HDP'ê êrîşeke li dijî vîna gelê kurd e û diyar kirin ku ew ê li dijî vê derbeyê têbikoşin.
09:05 14/5/2016
 
Der barê parlamenterê derket kolanê de fezlekeya skandal
Li bajar û navçeyên ku "qedexe" hatine îlankirin ji bo kesên ku vê bin pê dikin 219 TL ceza tê dayîn, li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ligel qedexeyê parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu yên ji bo piştevaniya gel derketin kolanê fezleke hate amadekirin û hate xwestin ku destnedayînên wan bên rakirin.
15:05 13/5/2016
 
DBP: Hedef pûçkirina kongreya me ye
Navenda Giştî ya DBP'êtêkîldarî girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek daxuyanî da û li hemberî biryara girtinê ya bi hincetên necidî û neexlaqî nerazîbûn nîşan da. Endama PM a DBP'ê Semra Demîr diyar kir ku hedef pûçkirina kongreya wan a giştî ye û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ew ê dev ji înşakirina Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk bernedin.
09:43 13/5/2016
 
Xwestin bikujin lê nebû fezleke amade kirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mijdara 2015'an de li navçeya Farqînê rastî êrîşa polîsan hat bombeya gazê li serê wê ket, ligel ku mexdûr bû jî dozgeriyê derbarê polîsan de tu lêpirsîn venekir lê derbarê Yeksekdag û 8 parlamenterên HDP'î yên wê rojê li wir bûn de ji bo destnedayînên wan bên rakirin fezleke amade kir.
09:04 13/5/2016
 
HDP li hemberî 'darbeya siyasî' dadikeve qadan
HDP dê li hemberî darbeya siyasî ya hikumeta AKP'ê li 11 bajaran 68 civînan lidarbixe û vê pêvajoyê bi gel re nîqaş bike. Piştî van civînan jî dê HDP li bajarên Kurdistanê mitîngên girseyî li darbixe.
14:55 12/5/2016
 
HDP ji bo daxwaza 'darbeyê' binirxînin kom bûn
Koma Meclîsê ya HDP'ê bi boneya daxwaza AKP'ê ya der barê guhertina Qanûna Esasî de niqaşan bimeşînin kom bûn. Koma HDP'ê dê di civina ewil a meclîsê de nirxandinên xwe yên der barê daxwaza AKP'ê de bînin ziman.
13:56 12/5/2016
 
Ji parlamenterên CHP'ê re nameya 'na' şandin
Bloka Aştiyê ya Îzmîrê ji parlamenterên CHP'ê re ji bo ku ji pêşnûmeya rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê re nameyên dengên "na" bidin şandin.
13:14 12/5/2016
 
KESK: Meseleya AKP'ê ne HDP duyemin darbeya Qesrê ye
Sendikayên girêdayî KESK'ê hewldana AKP'ê ya ku dixwaze HDP'ê li dervî meclîsê bihêle û siyaseta demokratîk tasfiye bike, rexne kirin û diyar kirin ku ev hewldan "Duyemîn darbeya Qesrê ye".
09:11 12/5/2016
 
Pêvaoya çareseriyê jî bû mijara fezlekeyê
Der barê parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder de di fezlekeya ku ji bo destnedayîna wî bê rakirin de silava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newrozê de ragihandina bi milyonan kesan û xwendina deklerasyona ji bo bêdengkirina çekan sûc hate dîtin.
14:05 11/5/2016
 
Demîrtaş: Hûn ê winda bikin!
Binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê hate binçavkirin ji aliyê hevserokên HDP, KCD û hevserokên HDK'ê parlamenterên HDP'ê ve hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got ku nayê xwestin li welat jibilî Erdogan biaxive û wiha got: "Hûn dikarin Kamuran Yuksek jî me jî bigirin lê di dawiyê de fatureya hemûyan dê ji were derkeve. Hûn ê winda bikin."
12:15 11/5/2016
 
Hevpeymana sîstema federal tê nivîsandin
Komîteya Hevpeymana Civakî ya girêdayî desteya rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê, dest bi nivîsanadina hevpeymana Civakî ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir.
21:23 10/5/2016
 
Yuksek ji ber axaftinên xwe hatiye binçavkirin
Parêzerê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Muzaffer Ozdemîr diyar kir ku muwekîlê wî ji ber axaftinên xwe yên demên cuda kiriye bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye binçavkirin.
10:51 10/5/2016
 
Yalçinbayir: AKP ji partîbûnê derket
Ertugrul Yalçinbayir ê yek jî avakarê AKP'ê ye û cara ewlil ji partiyê hat tasfiyekirin, diyar kir ku ew ji sala 2003'yan vir ve AKP'ê rexne dike, aşkera kir ku AKP êdî ji patrîbûnê derketiye. Yalçinbayir piştrast kir ku bi taybetî Serokomar Erdogan Makeqanûn binpê kiriye û wiha pêde çû: "Kesên wekî Abdullah Gul û Bulent Arinç ên ku wekî 'muxalîf' tên dîtin jî, di heman demê de di vî gunehî de para wan heye. Ev kes rojek ji rojan derketin tuştek anîn ziman? Di AKP'ê de muxalefeteke cidî derneket pêş."
17:04 09/5/2016
 
Ji Amedê ji Qesrê re: Dest ne îradeya min!
Li Amedê li dijî hewldanên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve bertek hate nîşandan. Di çarçoveya çalakiya "DEst nede îradeya min" de bi banga HDP û DBP'ê bi beşdariya sedan welatiyan daxuyanî hate dayîn û peyama "Li dijî darbeya Qesrê em ê xwedî li îradeya xwe derkevin" hate dayîn.
14:59 08/5/2016
 
Yildirim: Berxwedana xwerêveberiyên cewherî hesab xirab kirin
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, di civîna rêveberiyê herêma 3'emîn a Stenbolê ya HDP'a bajêr de axivî û diya kir ku berxwedana bi xwerêveberiyên cewherî hat destpêkirin hemû hesab xirab kirine û wiha got: "Ne wisa bûya dê eniya faşîst hemû bend bigirta destên xwe, li gorî dilê xwe tev bigeriya."
09:06 08/5/2016
 
HDP: Piştî hikûmet hilweşiya muxalefetê darbe dît!
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku piştî ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji aliyê Serokomar ve tune hate hesibandin û hilbijartin hate dubarekirin HDP'ê darbeya ku hatiye kirin dîtiye û ev yek anîne ziman û nirxandina "Ji bo ku ev yek ji aliyê partiyên din ve bê dîtin hilweşîna hikûmetê pêwîstbûye" kir.
12:17 07/5/2016
 
Nûnertiya Rojava li Almanyayê jî hat vekirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, li paytexta Almanyayê Berlîn, nûnertiyeke xwe vekir.
09:16 07/5/2016
 
Altan: Ev darbeya sivîl e civak heke maf û azadiyên xwe bi kar bîne dê rejîm tune bibe
Akademîsyen-nivîskar Mehmet Altan krîza di navbera Erdogan û Davutoglu de nirxand. Altan anî ziman ku serokomarekî ku her tim qanûna esasî bin pê dike, sûc dike heye, tiştên ku diqewimin darbeya sivîl e û ev nirxandin kir: "Tiştêkî divê bê kirin, di dema ku nîzama qanûna esasî evqas tê binpêkirin de pirsa çareya vê yekê çi ye ye. Civaka ku bawer bike tişta tê kirin darbeya sivîl e, piraniya wan di bin pankarta hiqûq û demokrasiyê de tenê maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bîne jî ev rejîma zordariyê, ev stratejiya şîdeta siyasî ji holê bê rakirin."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN