11:50 22/5/2016 |
|
Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ê ku daxuyaniyên wekî "Rakirina destnedanê, rakirina TBMM'yê ye" ji bîra kir û got "Me ji ber hewlesta taktîkî em wisa tevgeriyan. Ne xwe me di serî de sekna xwe ya bi rêgezî berdewam kir û dengê 'Er ê' bi kar anî. Me di tûra duyemîn de jî sekna xwe ya bi rêgezî bedewam kir." Kiliçdaroglu der barê banga HDP'ê ya AYM'ê de jî axivî û diyar kir ku kîjan wekîl piştgiriyê bide HDP'ê ew dê wan ji partiyê biqewirîne.
|
11:20 22/5/2016 |
|
Wekîlê CHP'ê Mehmet Bekaroglu, diyar kir ku ji kampa Antalya berzkirina dengî îstîfaye asayî ne û CHP şiband Trabzonsporê û wiha got: "Xeyalê Trabzonsporê her dem bibe şambiyon heye, lê her çend rêveberi, lîstikvan, Teknik tê guhertin jî disa nabe şambiyon. Ji ber ku taktik nayê guhertin."
|
09:12 22/5/2016 |
|
Serokê SODEV'ê Ercan Karakaş diyar kir ku rakirina destnedayîna parlamenterên HDP'ê ji bo siyaseta azad û aştiyê sûdewar nîne û berovajî vê dê aloziyên herî kurtir bike. Parlamentera CHP'ê yê berê Bînnaz Toprak jî anî ziman ku rakirina destnedayîan hêvîyên aştiyê bi temamî daye bera vê. Wezîrê berê Ziya Halîs jî rakirina destnedayînên parlamenterên DEP'ê bi bîr xist û nirxandina "ji paşerojê der nederxistin tiştetî xemgîn dike ye" û bang li parlamenterên CHP'ê yên dengê "na" bi kar anîne bi parlamenterên HDP'ê re tevbigerin û mijarê bibin AYM'ê.
|
09:11 22/5/2016 |
|
Partiya Demokratîk a Gelan wekî vîna gelê kurd, tirk, ereb, elewî, ermenî, êzîdî, misilman, sosyalist, femînist û hemû jinan ket meclîsê. Ji her bawerî, çand û civakê wekîlek hilbijart û ket meclîsê. Bi dersînorkirina meclîsê ya HDP'ê de dê vîna hemû bawerî û gelan ji meclîsê bê tasfiyekirin.
|
09:09 22/5/2016 |
|
Sazî û rêxistinên Elewî yên Îzmirê bertek nîşanî plana "Darbe" ya AKP, MHP û CHP'ê dan û diyar kirin ku ew dê têkiliyên xwe yên bi CHP'ê re di ber çavan re derbas dikin. Rêvebere Komeleya Elewiyan Demokratîk Huseyin Ozan, anî ziman ku AKP'ê kaosa welat xist rojeva meclîsê û ev êrîşa li dijî civakê ye û CHP'ê rê li pêş dîktatoriya AKP'ê vekiriye.
|
15:10 21/5/2016 |
|
Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk yên Wan û Dîlokê qebûlkirina rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê şermezar kirin. Li Wanê 15 baroyên Kurdistanê ev helwesta li hemberî wekîlên HDP'ê şermezar kirin û diyar kirin ku ev helwest fesitandina qada siyasî ye.
|
17:56 20/5/2016 |
|
Piştî daxwaza darbeyê li meclîsê hat derbaskirin, civîna Koma HDP'ê bi dawî bû. Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna wan hêj nû dest pê dike. Demirtaş, anî ziman ku tu hevalên wan dê neçin îfadeyê nedin û wiha got: "Em li vir bang li dozger û dadgeran dikin. Tu hevalên me ji xweber nayên îfade nadin. Wekî tiştekî asayî em nêzîk nabin. Ancak bi zorê hevalên me bibin dadgehê. Meclîs malê gel e, Ne malê tu kesî ye. Yên zêde ne em in, yên zêde kesên me li vir naxwazin in. Em dê hem meclîsê û hem dervê meclîsê li Rêvberê Qasabayê yê ku li Qesrê rûdinê teng bikin. Em dê bibînin ku kî mafdar e kî ne mafdar e. Kî heq e û ne neheq e."
|
16:07 20/5/2016 |
|
Hikûmeta AKP-Qesrê bi piştgiriya CHP û MHP'ê li dijî siyaseta demokratîk û HDP'ê pêla tasfiyeyê da destpêkirin. HDP'ê bi peyameke dîrokî bersiv da hêzên derbekar. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan bi peyama Rêberê Serhildana Dersimê Seyîd Riza ya "Me ji were çong neşikand bila ev ji were bibe xem" û wêneya ku li meclisê hatibû kişandin parve kir.
|
15:30 20/5/2016 |
|
Piştî ku pêşnûmeya "darbeyê" ya ku AKP'ê anî rojeve meclîsê bi 376 dengan ve hate qebûkirin HDP ji bo nirxandina yekem bike kom bû.
|
15:01 20/5/2016 |
|
Derbeya bi piştgiriya AKP-CHP-MHP'ê li hemberî wekîlên HDP'ê hatiye destpêkirin, dê gelê Sêrtê bi dirûşma "Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk" dê li Sêrtê mitîng bê li darxistin. Ji bo beşdarbûnê bang hat kirin.
|
14:35 20/5/2016 |
|
Daxwaza “Darbeyê” ku ji aliyê AKP'ê ve hat meclîsê, xala duyemîn jî bi encam bû. Dengayîn, bi 374 dengê ‘qebûl' û bi 136 dengên ‘red’ bi encam bû.
|
13:21 20/5/2016 |
|
Berdevkên rêxistinên jinan, diyar kirin ku partiya herî zêde li meclisê jinan temsîl dike HDP ye û bertek nîşanî "pêşnûmeya derbeyê" dan. Rêxistinên jinan diyar kir ku ew hêza ku wan ji têkoşînê girtiye dê destûrê nedin kes dest bi de vîna wane siyasî.
|
11:35 20/5/2016 |
|
Dengdayîna pêşnûmeya "darbeyê" ya AKP'ê dest pê kir.
|
11:19 20/5/2016 |
|
Parlamenterên CHP'ê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman şermezar kirin Lijneya Giştî ya Meclîsê terikandin.
|
09:43 20/5/2016 |
|
Berdevkê Koma Diyalogê Altan Oymen, destnîşn kir ku îxtîdarê bi daxwaza guhertina zagonê ya der barê "Rakirina Destnedayînê" de dixwaze li meclîsê hin wekilên muxalif bên girtin û hin wekilên muxalif jî pasîf bike da ku karibe hespê xwe bi hêsanî bibezîne. Oymen, da zanin ku ev daxwaz û hewldan di mile demokrasiyê de nayê qebûlkirin.
|
11:40 19/5/2016 |
|
KCD û HDP, dê bi silogana "Li dijî darbeyê berxwedana demokratîk" li bajarê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê civin û mîtîngan pêk bîne. Mîtîng dê di 22'ê Gulanê de li Sêrtê dest pê bike û 5 hezîranê li Amedê bi dawî bibe. Dê li 22 navendan bername bên lidarxistin.
|
11:11 19/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Erdogan û AKP dixwezin bi rakirina destnedanê xwe hildin ewlehiyê, ji bo pêşî li darizandina xwe bigirin sererastkirinan dikin û aşkera kir ku Davutoglu jî ne kesekî demokrat, berpirsyarê kuştina welatiyên li Cizîrê hatin şewitandin e. Demîrtaş aşkera kir ku îro bi çûyîna heyetekî ya Îmraliyê re dê gelek tiştan bi xwe re biguherîne û ev tişt got: "Tenê gotineke Ocalan dikare di pêşveçûnê de gelek guhertinan bike, lê Erdogan vê yekî naxwaze."
|
14:43 17/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê civîna koma partiya xwe de axivî diyar kir ku ji ber ku HDP'ê bîat nekiriye bi pêşnûmeya destnedayînan ve hatiye hedefgirtin. Demîrtaş di axaftina xwe de beşek girîng li ser Serokomar Erdogan rawestiya û wiha got: "Piştî Erdogan demeke Erdogan tuneye. Mirovekî ku sîstemekî mayînde înşa bike nîne. Dema ku jiyana siyasî ya Erdogan biqede dê dema Erdogan jî biqede lê tenê birînên ku hiştiye dê bimîne."
|
13:28 17/5/2016 |
|
Ji welatên cuda yên ewropayê 67 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bang li Meclîsê kirin û xwestin nebe amûrê hewldana rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê û hişyariya "Ev hewlda dê Tirkiyeyê ji YE'yê dûr bixe û şer kurtir bike" kirin.
|
12:28 17/5/2016 |
|
Bi minasebeta 100`emîn salvegera Hevpeymana Sykes-Picot, komek welatî li herêma Girkê Legê û Dêrikê li pêşiya Deriyê Sînor ê Sêmalka xwepêşandanek lidarxistin û girtina deriyê sînor şermezar kirin.
|