09:12 07/5/2016 |
|
Wekîlê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, êrîşên AKP'ê yên li hemberî HDP'ê nirxand û diyar kir ku ji ber HDP'ê rûpoşê ruyê wan xist erdê êrîşî wan dikin.
|
09:14 06/5/2016 |
|
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Semra Demîr a ku bi sedan endamên wan hatine girtin û du kes ji hatiye qetilkirin têkîldarî hewldanên rakirina destnedayînên diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji her demî zêdetir xurtin bikin û li ber xwe bidin.
|
15:38 05/5/2016 |
|
Lijneya Giştiya Navendî ya HDP'ê, ji bo peşketinên nû derbeya li dijî meclisê binirxîne, li hev civiya.
|
14:21 05/5/2016 |
|
Rojnamevan Veysî Sarisozen der barê krîza di navbera Erdogan-Davutoglu de nirxandin kirin û da anîn ku Qesra ku bi lezgîn ber bi rejîmeke yek kesî ve dimeşe, tenê muxalefeteke piçûk jî li hemberî xwe qebûl nake, destpêkê Gul, piştre Arinç û herî dawî dor hatiye Davutoglu û ev tişt got: "Wer dixwiyê ku di nava pergalê de krîzeke kûr xwe daya nîşan. Ev krîz di heman demê de li dijî Qesrê rê li eniyeke nû re jî vedike.
|
13:31 05/5/2016 |
|
ODP'ê bal kişand ser kongreya awarte ya AKP'ê û diyar kir ku dê hêza şoreşgerên li welat Erdogan bide rawestandin.
|
12:42 05/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattin Demîrtaş, di civîna deklerasyona saziyên sivîl ên civakî ku li dijî darbeya AKP'ê pêk anîn de diyar kir ku ew dest bi kampanya "Li dijî Darbeyê na" dikin û dê vê kampanyayê li hemû Tirkiyeyê belav bikin.
|
12:36 05/5/2016 |
|
252 Hevparên HDK û KCD'ê bi deklerasyona dîrokî ya aşkera kirin ve gotin "Dest nedin îradeya gel û dengê min ê Meclîsê" û li hemberî planên tasfiyekirinê ya AKP ya siyaseta demokratîk hikûmet hişyar kirin.
|
10:52 04/5/2016 |
|
Feslekeyên ji bo wekîlên HDP'ê ji meclîsê bên avêtin hatin amadekirin, bi naverok û delîlên xwe skandal in. Wêneyê wekîlên HDP'ê yên di pêvajoya çareseriyê de bi agahî û destûra hikûmetê li Qandîlê bi rêveberiya KCK'ê re hevdîtin kirin hatine kişandin. Bi van wêneyan der barê wekîlan de bi îdîaya "Destekvanê rêxistinê û propaganda rêxistine" fezleke hat amadekirin. Daxuyaniya Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a girtina rojnameger Can Dundar û Erdem Gul şermezar kir jî bi îdîaya "Heqaret li serokomar kiriye" fezleke hat amadekirin.
|
10:51 04/5/2016 |
|
Wezîrê berê Ziya Halîs bal kişand ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û diyar kir ku ev tê wateya cezakirina gelê kurd, di heman demê de tê wateya vegera şaşitiya 1994'an û ev tişt got: "Desthilatdariya siyasî ya ku di heman şaştiyê de israr dike, dê berdêla vê yekê bide. Divê CHP jî nebe hevkarê vî sûcî."
|
18:02 03/5/2016 |
|
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê bi eslê xwe ermenî, di dema hevdîtinên rakirina destnedanê li meclisê dihatin dîtin, bi hevalên xwe yên di civînê de ji hêla AKP'iyan ve hatibûn derb kirin. Paylan der barê êrîşên AKP'iyan de nirxandin kir û da zanîn ku nasname û kesayetiya wî heder hatiye giritn û ev tişt got: "Faşîstan tirsonek in, lê dema hejmara wan zêde be êrîş dikin."
|
15:38 03/5/2016 |
|
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di koma partiya xwe de axivî û der barê geşedanên dawî û bi teybetî der barê rakirina destnedanên li hemberî parlamenterên HDP'ê de nirxandinên girîng kirin. Demîrtaş aşkera kir ku meclis vîna gel ê û dê vîna gel heta dawiyê biparêzin û wiha pêde çû: "Lê belê heke hevalên me bên girtin, parlamenteriya me bê xistin, wê demê dê her alternatîf bikeve rojeva me."
|
16:13 02/5/2016 |
|
Hevdîtinên ku hefteya derbasbûyî diviya bû ki Komîsyona Makeqanûnê de bihatana dîtin, lê ji ber buyerên ku qewimîn hat taloqkirin, dê ji nûve dest pê bike. Berî hevdîtina Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken axivî û bal kişand ser axaftinên Devutoglu yên wekî "Dê êdî li ber deriyê meclisê re derbas nebin" û ev tişt got: "Kesê ku dê sibê nikaribe li ber deriyê partiya xwe re derbas be, nikare gefa hûn dê nikaribin li ber deriyê meclisê re derbas bin li me bixwe."
|
14:22 02/5/2016 |
|
Heyeta CHP'ê ya li Cizîrê lêkolîn pêk anî, rapora ku amade kir ji raya giştî re parve kir. Rapora ku hatiye amadekirin, ji mirin û hilweşandinên ku ji hêla deweltê ve pêk hatine, ji berpirsiyariyên dewletê zêdetir, pêşniyar tede cih girtine. Di raporê de tê gotin ku divê navçe wekî "Herêma Afedê' bê dest giritn û ev tişt hat gotin: "Peywîrdarên ewlehiyê yên li dijî mafên mirovan û li dijî hiqûqê derketibin, divê der barê wan de lêpirsîn bên dest pê kirin."
|
12:15 02/5/2016 |
|
Amîrê Îdarî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ber tek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu ên wekî "Dê careke din li ber meclisê re derbas nebin" da û aşkera kir ku ew wekîlên ji hêla gel ve hatine hilbijartin in û wiha pêde çû: "Kesên divê li ber vê meclisê re derbas nebin, ew kesên ku meclisê wekî bostanê bavê xwe dibînin in." Onder mijara rakirina dest dedanê jî nirxand û da zanîn ku AKP ji bo nakokiyên di nava xwe de veşêrê, êrîşê HDP'ê dike û bi vê êrîşê dixwazin nakokiyên di nava xwe bixumînin.
|
09:14 02/5/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek da zanîn ku li Îngilistanê rojeva wan a esasî kampanyaya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xweseriya demokratîk bû û got "Dê ev kampanya li hemû Ewropayê belav bibe. Emê bi vê kampanyayê azadiya Ocalan bigihînin hemû cîhanê."
|
13:12 01/5/2016 |
|
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Dê nekevin wê civînê" û piştre Rêveberiya Meclîsê biryar girt ku polîs jî têkevin civînê. Rêveberiya Meclîsê di lehê AKP'ê ku hem di civîna Lijneya Giştî de û hem jî di hevdîtina komîsyonan de erîşî wekilên HDP'ê kir de biryar girt ku di hevdîtinên komîsyonê ya duşemê de polîs li ber derî rawestin. Her wiha lîsteya kesên têkevin meclîsê jî bê diyarkirin.
|
11:26 01/5/2016 |
|
Berî ku hevdîtinên rakirina destnedanên ku HDP'ê hedef digirin dest pê bikin, pevçûn û buyerên ku li Lîjneya Giştî dest pê kirin û wekî sedema vê jî dîsa ji hêla AKP'ê ve HDP berpirsiyar hatin nîşandan. HDP'ê bertek nîşanî vê yekê da û aşkera kir ku buyerên li meclisê rû dane, ne ew, AKP berpirsiyar e û wiha got: "Meclis ne dayreya fermî ya AKP ye û em jî ne memîrên wê ne."
|
09:29 01/5/2016 |
|
Dîroknasê kurd Prof. Dr. Jabar Kadîr, diyar kir ku riya şer a ji hêla hikûmeta AKP'ê ve hatiye hilbijartin, riyeke şaş e û aşkera kir ku destkeftiyên kurdan dewleta tirk aciz dike. Kadîr got ku bi hilweşandina bajaran dê aştî pêk neyê û bi hovîtî û zordariyê dê pêvajo nemeşe û ev tişt got: "Divê bi kurdên navxweyî û derve re pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin."
|
14:42 30/4/2016 |
|
Prof. Dr. Abbas Valî, bal kişand ser êrîşên demê dawî û aşkera kir ku Tirkiye ditirse ku 3 parçeyên Kurdistanê bibin yek û ji ber wê êrîşên xwe zêde kiriye û "pêvajoya çareseriye" bi bîr xist. Velî da zanîn ku Erdogan dixwast PKK çekan dayne û li gorî hemû daxwazên wan tevbigere û ev tişt got: "Lê beyî ku dewlet tu gavî bavê je, qebûlkirina daxwazên xwe ne pêkan e. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP'ê siyaseta xwe gihererand. Ji ber ku HDP'ê di 7'ê Hezîranê de serkeftineke mezin bi dest xist û AKP'ê bi şerê ku da destpêkirin re xwest dengên xwe paşve bîne. Heke pêvajoya aştiyê dewam bikira, de AKP hêj zêdetir winda bikira."
|
14:07 29/4/2016 |
|
Berdevkê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen Têkîldarî buyerên di rojên dawî de daxuyanî da. Bîlgen diyar kir ku ji aliyekî bazirganiya penaberan li meclîsê tê kirin û ji aliyê din ve jî dixwazin darbeyê pêk bînin û wiha got: “Em tenê bimînin jî em ê destûrê nedin ku ev pêvajo rehet derbas bibe. Di rojên pêş de dê rewş hîn bi ser êşî bidome” Bîlgen diyar kir ku li hemberî meclîsê darbe tê kirin.
|