14:43 19/4/2016 |
|
Li Rojava piştî dawîkirina rêzecivînên komkirina nêrînên der barê Hevpeyamana Civakî ya Federaliyê de, Komîteya Hevpeymana Civakî dest bi nivîsandina pêşnûmeya Hevpeymana Federaliya Demokratîk dike.
|
14:38 19/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de axivî di nirxandinên xwe de li ser pirsgirêkên karker û kedkaran sekînî. Demîrtaş bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedayînên wekîlan jî û got ku divê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dafika ku AKP dixwaze bîne baş bibîne û wiha axivî: "Tu hevalek me jî dê bi xwe neçin îfade nedin. Ew ê wisa ne hêsan be. Vî komî nîvî emrê xwe li girtîgehan derbas kir, hûn kesên ku dema li cem goristanê derbas dibin ji tirsê stranan dibêjin in."
|
10:31 19/4/2016 |
|
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku ji ber ew polîtîkayên AKP-Qesrê yên şer teşhîr dikin ji meclîsê tên dûrxistin û wiha got: "Di sedsala dawî de komkujiya herî mezin ji aliyê AKP'ê ve li Cizîrê pêk hatiye.
|
17:40 18/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Çewlîgê di Kongreya Awarte a pratiya xwe de axivî. Demîrtaş derbareyê mijara destnedayînê û îstîsmara zarokan a li Weqfa Ensarê de axivî û wiha got, "Gelo ya muhîm weqf e yan zarok e? Kî dipejirîne bila bipejirîne, bi awayekî zelal û fesîh dibêjim. Ji partiya me yan jî ji partiyeke din, qethiyen em qebûl nakin. Dê her kes hedê xwe bizanibe û li gor wê tevbigere."
|
16:19 18/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de axivî. Demîrtaş li hemberî gefên destnedayînê yên arasteyî HDP'ê de wiha got, "Dê me têxin hundir, serê me jî biçe em dê neheqiyeke bi vî awayî qebul nekin. Em ne sewdaserê qoltixê yê azadiyê ne."
|
12:38 18/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, berî 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê ku di 22'ê Gulanê de bê lidardxistin civîna çapemeniyê pêk anî. Yuksek, anî ziman ku rêya demokratîkbuna Tirkiyeyê xurtkirina vîna herêmî ye û ji bo li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixin dê li dijî yekperestiyê xweseriya demokratîk pêş xibin.
|
12:01 18/4/2016 |
|
Hikûmeta AKP'ê piştî li dijî siyaseta kurd şer da destpêkirin, bi awayekî derveyî makeqanînê, destnedana li hemberî HDP'ê sewqî meclisê hat kirin û bi guhertina makeqanûnê HDP'ê bê bandor dike. Her wiha AKP ji hêlekî ve jî kesên piştgiriyê nedin wê jî, bi gotinên "alîgirên terorê" wan beralî dike.
|
09:08 18/4/2016 |
|
Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş, ku bi kongreyê dest bi kar kirin, diyar kirin ku dê li Stenbolê berxwedana demokratîk pêş bixin û li her derê xwe bi rêxistin bikin.
|
17:53 17/4/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de tu pîvanên exlaqê nemaye û wiha axivî: "Sûcê li dijî mirovahiyê ji hêla hikûmeta AKP'ê û Qesr ve tê kirin. Bi Serfermandariya Giştî û emniyetê re vî sûcî dikin. Dê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin."
|
14:08 17/4/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Konreya HDP'ê ya Manîsayê de axivî û bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedîyanan û wiha got: "Dîktatoriya îxtidara 13 salan înşa dikin. Tevgerekî darbeyê heye. Bi mîlîtarîzmê re li hev kirin. Îro bajarên kurdan bi tankar xira dikin. Li hemberî parlamentoyê darbeyê pêk tînin. Ji ber fikrên me, ji avêtina meclîsê me tehdîd dikin. Dema ku li hemberî fikr û nasnameya we darbe pêk tê hûn şewqeyên digirin û direvîn lê em bi vî rengî nakin. Li hemberî darbeya we em ê tu caran nerevin. Gotina me çi be zelal e. Em ê her tim rastiyan bibêjin."
|
13:46 17/4/2016 |
|
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi tevlêbûna Endamên Meclîsa Giştî civîn pêk anî. HDP'ê di civîna xwe de diyar kir ku dê Stenbolê bikin navenda xebatên siyasî.
|
13:04 17/4/2016 |
|
Berdevkê Hevserokê HDK'ê Ertugrul Kurkçu di civîna Meclisa Giştî ya HDK'ê de axivî, bal kişand ser mijara rakirina destnedana li dijî HDP'iyan û aşkera kir ku ew dê li hemberî vê pêkanînê bêdeng nemînin dê ji bo her kursiyekî şerê qadê bidin meşandin. Berdevka Hevserokatiya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku heta ku desthilatdarî derbasî pergala serokatiyê nebe dizane ku dê berdêla wê bide, ji bo wê dixwaze rewşeke aloz û şidetê bide avakirin û aşkera kir ku vîna li Kurdistanê tekane hêza li dijî pergala serokatiyê ye.
|
09:12 17/4/2016 |
|
Hindekarê Zanîngeha Başkentê Menderes Çinar ê ku bi xebatên xwe yên der barê AKP'ê de dike ve tê naskirin têkîldarî refleksa AKP'ê ji bo Weqfa Ensarê nirxandina "derûdorên ku di rewabûna xwe bide qebûlkirin de zehmetiyê dikişîne heye" kir û got ku ji bo ku vê winda neke jî hemû pîjvnana datîne aliyeke. Çinar wiha got: "AKP kîjan nirxan diparêze di vî mijarê de guman derketine holê."
|
09:11 17/4/2016 |
|
Hinûqnas li hemberî pêşnûmeya guhertina destnedayînan a ku HDP'ê hedef digire û ji aliyê AKP û CHP'ê ve tê rojevê nerazîbûn nîşan dan. Hiqûqnasên qanûna esasî nirxandina " bênîqaş li dijî qanûn û qanûna esasî ye" kirin wiha gotin: "Heke ev guhertin bê kirin dê ewlehiya tu kesan nemîne. Daxuyaniya CHP'ê ya di vî mijarê de îflas e. Divê CHP'ê erd ûezman bihejanda."
|
17:11 16/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Sêrtê de axivî û bal kişand li ser destnedayînan û wiha got: "Niha hesabên zirav ên kesê li Qesrê heye. Ji bo ku li welat dîktatoriyê ava bike HDP'ê li hemberî xwe asteng dibîne. Heta ku HDP'ê ji holê raneke dê dilê wî rehet nebe. Ew ê nikaribe dîkatoriyê ava bike. Ji bo vê em tenê man. Partiyên muxalefetê li hemberî Qesrê çok danîn. Li polîtîkaya şer de li hev kirin."
|
15:58 16/4/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê de axivî û wiha got: "Gelek caran bibiryarbûna me ceribandin. Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Hûnê dîsa têk biçin." Yuksekdag têkîldarî lihevkirina AKP, CHP û MHP'ê ya di mijara rakirina destnediyînan de jî nirxandina "dibêjin qey 3 şaşîtî bên cem hev dê rastiyetî bibe, lê HDP'ekî rast dê 3 şaşîtiyan berteref bike" kir.
|
12:07 15/4/2016 |
|
Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî civîna MYK'a partiya xwe axivî û der barê helwesta CHP'ê ya der barê "Rakirina destnedanê" de agahî da. Demîrtaş diyar kir ku divê partiya muxalefetê xefikên erzan baş hesab bike û wiha got: "Pêşnayareke li dijî hiqûqê bi awayekî vekirî beyî ku bê nîqaşkirin destekirin bi fikar e."
|
16:07 14/4/2016 |
|
Parlamentoya Ewropa (PE) paroka Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE'ê hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund şermezar kir. PE'ê bi yek dengî ev rapora Tirkiyeyê qebûl kir. Raportorê PE'ê yê Tirkiyeyê Katî Pîrî, diyar kir ku rakirina vîzyan nagêje hezîranê.
|
14:48 14/4/2016 |
|
Operasyonên siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd hatin şermezarkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di sala 2009'an de jî bi operasyonên KCK'ê xwestin wan ji siyaset û tekoşînê dûr bixin, lê bi operasyonên qirkirina siyasî nikarin wan ji doz û têkoşinê dûr bixin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku di sala 2009'an de di operasyonên KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin, lê dîsa nekarîbûn serê kurdan bitewînin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ligel hemû hewldanên xwe nikare kurdan ji daxwaza wan a statuya azadiya kurdan paşve bixe.
|
12:58 14/4/2016 |
|
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya Rojnamya Azadiya Welat de bal kişan ser polîtîkayên AKP'ê û diyar kir ku AKP dê di nava têkoşîna kurdan de tune bibe û bihile.
|