DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

18:12 28/4/2016
 
Li meclisê dîsa pevçûn qewimîn, wekîlên HDP'ê birîndar bûn
Di dema hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê de, ji be provakasyona AKP'ê niqaş derket û veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de lêva Welîlê HDP'ê Erdal Ataş teqiya û ji pozê wî xwîn hat, di buyerê de jinên HDP'î jî hatin derb kirin.
17:55 28/4/2016
 
Baluken: Li Meclîsê pêvajoya darbeyê dest pê kiriye
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdris Baluken, têkildarî pêşnûmeya "Destnedayîna wekîlan" a li ser daxwaza AKP'ê hat Komîsyona Makeqanûnê ya meclîsê, diyar kir ku li meclîsê pêvajoya darbeyê dest pê kiriye. Baluken, anî ziman ku ev pêvajo darbeya li dijî vîna gel û perçebûna meclîsê ye.
13:42 28/4/2016
 
Li dijî vîna gel mudaxaleya polîsan
Li ser fermana Serokomar Tayyîp Erdogan pêşnûmeya guhertina makeqanûnê ya tê xwestin destnedaya wekîlên HDP'ê bê rakirin şandin meclisê, Komîsyona Makeqanûnê li hev civiya. Di salona ku hevdîtinên pêşnûmeya derbeyê tê de dihat dîtin de, polîs ket dundur û xebatkarên çapemeniyê bi zorê ji hundur derxist.
10:50 28/4/2016
 
Berî niqaşan destnedayîna HDP'iyan rakirin jî!
Niqaşên destnedayîna ku wekîlên HDP'ê wekî hedef hatine girtin îro dê dest pê bike. Lê hêj niqaşan dest pê nekir, wekilên AKP'ê bi kulm û hilmiskan êrîşî HDP'iyan kirin.
13:22 27/4/2016
 
Demîrtaş çû DYA'yê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hevdîtinan çû DYA'yê. Demîrtaş û heyeta pê re dê li DYA'yê hevdîtinên payebilind pêk bînin.
09:09 27/4/2016
 
Destnedayîna siyasetmedarên kurd 22 sal şûnde dîsa hat rojeva meclîsê
22 sal berê di sala 1994'an de destnedayîna Wekilên DEP'ê hat rakirin û ji meclîsê hatin avêtin. Piştî 22 sal şûnde partiyên AKP, MHP û CHP bûne yek û dixwazin destnedayîna wekîlên HDP'ê rakin û wan ji meclîsê derxin. Di sala 1994'an de dema destê Wekîl û siyasetmedarê kurd Orhan Dogan hat kelepçekirin, bertek nîşan da û got: "Em ji kelepçeyan natirsin. Em ji hesapdayîna gelê xwe û dîrokê ditirsin. Niha jî ev sekn û helwesta gel didome.
15:03 26/4/2016
 
Yuksekdag: Ji ber ku nûçegîhanên DÎHA ne li cem tangan in hatin girtin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna Koma HDP'ê de bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a têkildarî Mutabakata Dolmabahçe ya "Mutabakata çi?" da û diyar kir ku di bin nivîsa mutabakatê de îmzeya Erdogan jî hebû. Yuksekdag, bal kişand ser girtin û binçavkirinên nûçegîhanên DİHA'yê û wiha got: "Nûçegîhanên DÎHA ji ber ne li cem tangan in û li cem gel in hatin girtin. Ji ber ku di bin guleyan de ji rastiyan tawîz nedan hatin girtin. Yuksekdag, bi minasebeta 101'emnin salvegera komkujiya Ermeniyan lêborîna xwe ji ermeniyan xwest.
11:18 26/4/2016
 
'Divê Tirkiye tercîha xwe bike: An demokrasî an otorîtebûn'
Nîqaşên der barê rakirina destnedana parlamenteran di rojevê de cihê xwe digire, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku divê Tirkiye an demokrasî de an jî di otorîtebûnê de tercîha xwe bike. Parlanetera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi lêv kir ku navenda siyasetê ne tenê mecist e.
19:47 25/4/2016
 
Heyeta YNK'ê çû serdana HDP’ê
Heyeta Berdevka Çapemeniyê ya YNK'ê ya di serokatiya Yadîgar Caf de, ji bo der barê êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê tên meşandin de, çû serdana HDP'ê û der barê geşedanan de agahî girt.
10:11 25/4/2016
 
Turkdogan: Destnedan bê rakirin dê şidet kûr bibe
Serokê Giştiyê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistane de, daraza Tirkye û Ewropayê di polê de maye û hişyar kir ku heke destnedana li ser wekîlên HDP'ê bê rakirin dê şideta li Tirkiyeyê hêj kûrtir bibe.
18:07 24/4/2016
 
Demîrtaş rexneya 'DAIŞ li Kîlîsê dixe' deng ji te nayê' li Erdogan kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di kongreya HDP'ê ya Îzmirê de helwesta Serokomar Erdogan a li hemberî êrîşên DAIŞ'ê ku li Kîlîsê pêk tîne rexne kir û got: "Çendîn carin DAIŞ bi roketan li Kîlîsê dide, lê deng ji te nayê. Gelo ji ber ku tu xwe ji wir xwedî dike tu dengê xwe nake? Ji ber li Cizîrê bi sedan kes hatin kuştin, bi hezaran ciwan derketin çiyê. We di sala 1980'ê de jî şaşî kir. Em behsa siyaseta demokratîk dikin. Lê ew çiya nîşanî me didin.
16:53 24/4/2016
 
Yuksekdag: Ji mere her der meclis e
Hevseroka Girştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya partiya xwe ya Êlihê de axivî, diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê vir ve qasî 2 hezar rêveberên partiya wan hatiye girtin. Yuksekdag di axaftinên xwe de diyar kir ku 23'yê Nîsanê salvegera avabûna meclisê ye û wiha got: "Kesên ji bo avabûna meclisê şahî li dar dixin, bi derbeya rakirina destnedanê ya li dijî HDP'ê re, dixwazin hebûna fîlî ya meclisê ji holê rakin. Ji mere her der meclis e. Ka lê mêze kin meclisên meyên herêmî û taxan hene. Em ne mehkûmê wan meclisa ku we veguherandine qefesan ne."
15:13 23/4/2016
 
Ji Yuksekdag bangawazî: Werin em komarê demokratîk bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di kongreya PSAKD'ê de axivî û bang li hemû kesan kir ku li dijî komara ku AKP dixwaze bike dîktator têbikoşin û demokratîk bikin. Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku ewelî bi gelek aliyan ve di bin dorpêç û êrîşan de ne.
14:37 23/4/2016
 
Yildirim: Em dê tu carî serî netewînin
Alîkarê Hevserkê Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, di kongerya partiya xwe ya Dêrsimê de axivî û diyar kir ku ew dê li hemberî eniya "faşîstên-mîllî" li her qadê têkoşînê mezin bikin û wiha axivî: "Bi ruhê yekitiya gelan em dê tu carî serî netewînin û dest ji têkoşînê benedin. Rê heval Mehmet Tunç ev li Cizîrê bi zelalî nîşan da."
12:04 23/4/2016
 
Hedefa DBP'ê ji sedî 80 guhertin e!
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Salîh Yildiz têkîldarî kongreya awarte ya DBP'ê ku dê di gulanê bê lidarxistin de anî ziman ku di kongereyê de ji sedî 80 guhertin bê kirin.
10:12 21/4/2016
 
Welatiyan bang li CHP'ê kir û xwestin nebin hevkarê sûc
Welatiyên Mêrsînê bal kişandin ser "rakirina destnedana" parlamenterên HDP'ê û hevkariya hikûmeta AKP'ê ya bi paretiyên wekî CHP, AKP û MHP'ê û nerazîbûnê xwe dan nîşanî. Welatiyan dan zanîn ku ev hewldan êrîşeke li dijî vîna wan e û bang li partiyên muxalefetê kirin ku "nebin hevkarê vî sûcî".
16:51 20/4/2016
 
Demîrtaş: Yên hêjayî xelatê girtî, yên hêjayî ceza serbest in
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, "Nobeta Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî hatiye destpêkirin ziyaret kir û diyar kir ku niha yên pêwiste girtî bin serbest in û yên pêwiste xelatê bistînin û hêjayî xelata aştiyê ne girtî ne. Demîrtaş, anî ziman ku niha 4 akademisyen girtî ne û dixwazin bi tirsê akademîsyenan têxin bin bandora xwe û wiha got: "Dibêjin me xelas kir. Divê êdî hûn gel nexapînin. Yek jê kurê wî di darbestê de ye, yek jî kurê wî li ser masa kumarê ye."
12:13 20/4/2016
 
DBP amadekariya Kongreya Awarte dike
Xebatên 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê dê di 22'yê Gulanê de bê li darxistin, beriya amedekariyên kongreyê, komîsyonek hat avakirin. DBP bi vê kongreyê dixwaze di aliyê naverok û rêveberiyê de gelek guhetinên nû pêk bîne, dê berî kongreyê di navbera 25'ê Nîsan û 5'ê Gulanê de li gelek bajaran civîn bên li darxistin.
09:15 20/4/2016
 
'Divê CHP bibêje na'
Seroka Baskê Jinan a CHP'ê ya Başûrêrojhilat Îlknur Savci têkîldarî nîqaşên rakirina destnedayînan, berovajî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yê ku aşkera kir dê piştgiriyê bidin, got ku divê CHP bibêje "na". Savci anî ziman ku heke destnedayîn bên rakirin dê tiştên xirabtin biqewimin.
16:09 19/4/2016
 
HDP'ê ji bo kesên ji firotina jinên êzîdî berpirsiyarin bên darizandin pirsname da meclîsê
Wekîlê HDP'ê yê Dilokê Mahmut Togrul, ji bo kesên ji firotina jinên êzîdî berpirsiyar bên dîtin û darizandin pirsname da Wezîrê Dadê Bozdag.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN