DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

09:07 23/10/2016
 
Wekîlê CHP'ê Erdem: Divê Eniya Demokrasiyê bê avakirin
Wekilê CHP'ê Eren Erdem ku di panela bi mijara "Serokdewletîyê" ya baskê ciwanên CHP'ê û kamoleyekê de rastî êrîşa lincê ya komekê hat, diyar kir ku ji aliyê medya hawiz û hin wekîlên AKP'ê ve bûye hedef. Eren, anî ziman ku li dijî êrîş û aloziyan divê Eniya Demokrasiyê bê avakirin.
12:13 22/10/2016
 
Ji siyaseta kurd bangawaziya seferberiyê: Em bi berxwedanê bi ser kevin - FLASH
Hevparên siyaseta kurd ên bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê ve bi şîara "Em bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê bi ser kevin" li Amedê kom bûn peyama "Em li dijî êrîşkariya qirkirinê ya dawî seferberiya tevahî îlan dikin. Roj ev roj e ku yan em ê bi ser kevin an jî sedsalekî din jî wina bikin" dan.
11:16 22/10/2016
 
Ebadî: Enqere dixwaze xwe zêdetir li Iraqê bicih bike
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku Enqereyê di dema pêwîst de alîkariya Bexdayê nekir û niha jî şer dike ji bo ku xwe zêdetir li Iraqê bicih bike.
09:14 22/10/2016
 
‘Ji bo Mûsilê çareserî Ocalan e'
Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji bo mijara Mûsilê “Modela Cizîrê” pêşniyar kir û got: “Tenê çareserî, pêşniyarên ku bi sala ye Birêz Ocalan pêşniyar dike ne.”
13:10 21/10/2016
 
Onder: Êdî lîmîta zilmê jî xelas dibe
Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî binçavkirina li ser endam û rêveberên HDP'ê pêk tên civîna çapemeniyê pêk anî. Onder, diyar kir ku lîmîtek zilmê jî heye û êdî ev lîtîma zilmê jî xelas bûye û hikûmet hişyar kir.
13:09 21/10/2016
 
KNK: Li dijî êrîşên dewleta tirk têkoşîna hevpar divê
Kongreya Neteweya Kurdistanê têkîldarî êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Başûr û Rojava daxuyand ku dewelata Tirkiyeyê li dijî kurdan eniyên şer vekiriye ji ber vê yekê jî divê kurd li dijî van êrîşan têkoşîna hevpar bidin destpêkirin.
14:21 20/10/2016
 
Konca: AKP'ê hikûmet kiriye rêxistina dijzagonî
Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, diyar kir ku îktîdara AKP'ê hikûmet ji hikûmetê dûrxistiye û kiriye rêxistina dijzagonî.
12:13 20/10/2016
 
Li Qesrê ji bo 'îmhayê' 'odeyên qanîkirinê' tên avakirin
Serokomar Tayyîp Erdogan, bi "konsepta îmhayê" ya li hemberî HDP'ê hatiye destpêkirin hin navên kurd vedixwîne Qesrê. Ev nav jibilî HDP'ê "rêxistinên kurd ên girêdayî Qesrê" dê bên qanîkirin.
09:16 20/10/2016
 
Yekûneya siyaseta hundirîn û derve ya Tirkiyeyê, dijiminahiya bi kurda re ye
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît dest nîşan kir ku, çavê Tirkiyeyê di xaka Mûsilê de heye, lê belê ev hemû hêviyên badilhewa ne û di yar kir ku, Tirkiye siyaseta xwe yî hundurîn û derve li ser dijminahiya bi kurdan re pêk tîne.
14:07 19/10/2016
 
HDP: Bila Wezîrê Dadê ji peyvirê bê girtin
HDP'ê ji ber li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye der barê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag de pêşnûmepirs da meclîsê. HDP'ê diyar kir ku Wezîrê Dadê sûcê Qanûnî kiriye û xwest ji peyvirê bê girtin.
11:28 19/10/2016
 
Turk: Armanca Tirkiye dijberî kurdan avakirina tamponê ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, têkildarî hewldana Tirkiye ya beşdarî operasyona Mûsilê bibe diyar kir ku heza Tirkiye ya beşdarî koalîsyonê bibe tune ye. Turk, anî ziman ku sedema daxwaza Tirkiye ewe ku li dijî kurdan herêma tampon ava bike.
11:01 19/10/2016
 
Catalina Diaz: Ji bo aştiyê çavê sêyemîn şert e
Cataliana Diaz a ku bi nasnameya xwe ya jinê ve tevlî muzakereyên aştiyê yê di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê bû di pêvajoya muzakereyan de bal kişand li ser bi biryaribûna îradeya siyasî û aliyê sêyan. Diaz diyar kir ku di referandumê de encama "na" ya ku derketiye nayê wateya şer.
10:33 19/10/2016
 
Samerayî: Heke Erdogan vî siyasetê bidomînê dê qedera wî wekî Sedam be
Şewirmendê leşkerî yê Iraqê Wefîq Samerayî têkîldarî polîtîkayên Tirkiyeyê ya Iraqê diyar kir ku li Iraqê tu dostên Tirkiyeyê nemaye û wiha got: "Heke Erdogan bi vî awayî siyasetê bike wê qedera wî weke ya Sedam Huseyîn be."
14:58 18/10/2016
 
Demîrtaş: Ger îla tu bibe serokê dewletekê bibe serokê Devlet Bahçeli
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, helwesta Serokomar Erdogan a li dijî Mûsilê rexne kir û wiha got: "Tu berê biçe Dilokê ji DAIŞ'ê paqij bike." Demîrtaş der barê helwesta Erdogan a serokdewletbûnê de jî wiha got: "Ger ku îlla dibêje ez bibin serokê dewletekê bibe serokê Devlet Bahçelî"
10:19 18/10/2016
 
Erdogan ket nava hewldana hilbijartina pêşwext
Tirkiye li aliyekî bi hewldana darbeyê re mijûl dibe, li aliyê din bi pergala Serokdewletîbûnê re mijûl dibe. Bi fermana Serokomar Erdogan li ser 170 hezar kesan anketa hilbijartina pêşwext hat amadekirin. Derket holê ku dibe di Nîsan-Gulana 2017'an de biryara hilbijartina pêşwext bê dayîn.
09:40 18/10/2016
 
Ji Îbadî ji Erdogan re: Ma we mafên kurdan daye?
Serokwezîrê Iraqê Haydar Îbadî ji Tirkiyeya ku dixwaze li Başîkayê bimîne peyamên nû şand û pirsa "Gelo we mafên kurdên Tirkiyeyê yên siyasî û leşkerî daye?" kir.
13:16 17/10/2016
 
Muslim: Li Sûriyeyê tenê Kurd çareseriyê dixwazin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di pîrozbahiya salvegera damezrandina PYD'ê ya li Kîelê dê de axivî û diyar kir ku tenê Kurd dixwazin xwîna li Sûriyeyê tê rijandin bê sekinandin û çareseriyek pêk were.
09:21 17/10/2016
 
Karakoç: Xelasbûyîna Tirkiyeyê bi federaliya demokratîk pêkan e
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Refîk Karakoç bertek nîşanî qanûna bingehîn a ku ji bo pergala serokatiyê tê amadekirin da û got, tu wateya qanûna bingehîn yek alî tuneye. Ger qanûna bingehîn ku di nav de parastina mafê hemû gelan neyê amadekirin tu caran demokrasî nayê vî welatî.
09:17 17/10/2016
 
Altan: Tirkiye ber bi pergala dîktatoriyê ve diçe
Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, bertek nîşanî pêşnûmaya pergala Serokdewletiyê ya AKP û MHP'ê da û diyar kir ku ev ne pergala Serokdewletiyê ye, pergala dîktatoriyê ye û Tirkiye ber bi pêvajoya dîktatoriyê ve diçe.
21:18 16/10/2016
 
Dê li Mereşê navenda AFAD’ê bê avakirin
Alîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak diyar kir ku, ibe ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê re ber bi Tirkiyeyê ve pêleke koçberiyê dest pê bike û got, ew ê li Mereşê navendeke AFAD’ê ava bikin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN