DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

14:42 31/10/2015
 
Heyetên navneteweyî wê hilbijartinên li Kurdistanê bişopînin
Li ser banga HDP'’ê nêzî 300 çavdêrên siyasî yên navneteweyî wê sibe hilbijartinên 19 bajarên Kurdistanê bişopînin.
13:51 31/10/2015
 
Turê li Qoserê dest pê kir li Nisêbînê bû lehî
Parlementer û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê di roja dawî ya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi slavkirin tura navçeyan didomînin. Karwanê wesayîtan a parlementeran li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kes ve hate pêşwazîkirin.
09:08 31/10/2015
 
Ji bo ewlehiya hilbijartina Îzmirê 15 hezar welatî amade ne
HDP'ê li Îzmirê ji bo ewlehiya hilbijartinê 15 hezar welatî peywirdar kir. Zêdeyî 80 parêzeran jî dê li ser maseyên kirîzê ji bo parastinê sindoqan amade bin.
09:05 31/10/2015
 
Jinên Îzmirî banga xwedîderketina sindoqan kirin
Ji hilbijartina 1'ê mijdarê re rojek ma. Berî hilbijartinê jinên Îzmirî bang li hilbijêran kirin û xwestin hem li HDP'ê û hem jî li sindoqan xwedî derkevin.
09:03 31/10/2015
 
'Ji bo şehîdên Enqere, Pirsûs û Zergelê herin ser sindoqan'
Heyeta Tevgerî Azadî Komelgayî Kurdistan a ji Başûrê Kurdistanê hat Amedê, piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re eşkere kir. Endamê heyetê Azad Qadir diyar kir ku ji bo gelê kurd hesabê şehîdên Pirsûs, Enqere û Zergelê ji Erdogan bipirse, divê dengên xwe bide HDP'ê.
18:40 30/10/2015
 
Namzetên HDP'ê bang li gel kir ku biçin ser sindoqan
Namzetên HDP'ê di ziyareta esnaf, gund û navçeyan de bang li gel kirin û xwestin her kes biçin ser sindoqan.
16:34 30/10/2015
 
Ji bo ewlehiya sindoqên Mêrsînê heyeta ji 80 çavdêran hat avakirin
Komeleyên ÎHD û ESHİD ên Mêrsinê bi boneya di hilbijartina 1'ê Mijdarê de li dijî hîleyan sindoqan biparêzin, heyeta ji 80 kesan pêk tê ava kirin.
16:26 30/10/2015
 
Xebatên ewlehiya hilbijartinê li Şirnex û Êlihê berdewan kir
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê perwerdehiya ewlehiya dibistan û muşahîdan da xebatkarên xwe. Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî diyar kir ku dê bi komîsyona ji 125 kesan pêk dê li qada hilbijartinê bin.
15:46 30/10/2015
 
Yuskekdag: Jiyana jinê jiyana azad û birûmet e
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de jin ziyaret kirin û bertek nîşanî Serokê Trabzonsporê Îbrahîm Haciosmanoglu yê têkildarî jinan de daxuyaniyên zayendî dayîn da û wiha got: "Li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî ya zilam bi hişmendiya desthilatdar jiyana jinê weke sûc dibîne. Jiyana weke jinê ya bi rûmet, azad jiyana hilberîner e."
14:33 30/10/2015
 
HDP'a Wanê bi 4 hezar û 38 kesî dê sindoqan biparêzin
Lijneya Muşahidên Sindoqan a HDP'a Wanê di hilbijartinê 7'ê hezîranê de bi organîzsazyoneke mezin sindoqên xwe parastin û niha jî bi 4 hezar û 38 kesî dê sindoqan biparêzin.
13:14 30/10/2015
 
Ji bo dengê xwe nedin HDP'ê di 1'ê mijdarê de wan derxin operasyonê
Li Şirnexê hate îdiakirin ku leşker bi cerdevanan re civîn pêk aniye û ji bo dengê xwe nedin HDP'ê li herêmê operasyona leşkerî pêk bînin. Cerdevanê bi navê S.A. got ku rayedarê leşkerî gotiye ew çiqasî bibêjin jî zanin wê dengê xwe bidin HDP'ê ji ber vê yekê di 1'ê mijdarê de wan derxin operasyonê.
12:44 30/10/2015
 
Yuksekdag: Nebin keyayê qesrê bibin keyayê gel
Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê bi keyayan re civiya û banga "Nebin keyayê gund bibin keyayê gel" li keyayan kir.
12:38 30/10/2015
 
Gengeşiya hilbijartinê rê li ber mirina rêveberê HDP'ê vekir
Li Bahçelîevlerê ya Stenbolê 5 kesên ku belavokên reşkirina HDP'ê belavdikirin ji hêla welatiyan ve hatin girtin û dema radestî polîsan hatin kirin rêveberê HDP'ê yê Bahçelîevlerê Mahmut Oztruk (61) qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
10:08 30/10/2015
 
'Bila Erdogan zanibe, dewleta Osmanî xewne' - HATE NÛKIRIN
Heyeta Başurê Kurdistanê ya ji bo piştevaniya HDP'ê hat Amedê hefteyeke tevlî xebatên hilbijartinê dibin. Endamê Rêxrawî Kobanê (Komeleya Kobanê) Şivan Eyub diyar kir ku AKP dixwaze dîsa dewleta Osmanî ava bike lê bila AKP baş zanibe ku dewleta Osmanî xewne.
09:17 30/10/2015
 
Ji Demîrtaş ji bo hilbijêran bangawaziya dawî
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku partiya ku dikare hilbijêran bibe li ser sindoqan dê ji hilbijartinan serkeftî derkeve û xwest hilbijêr bêtirs biçin ser sindoqan. Demîrtaş anî ziman ku HDP a ku alternatîfa hilbijartinê ye bi awayeke cidî û amadekar dê riya xwe berdewam bike û nirxandina "Tirkiyeya pêşerojê em ê înşa bikin" kir.
09:10 30/10/2015
 
Bajar bi bajar di pusulayên dengan de cihê HDP'ê
Di pusulayan dengan a ku HDP 1'ê Mijdarê li 85 herêman dikeve hilbijartinan de cihê wî cuda ye.
09:08 30/10/2015
 
Geverî: Rengê dengên xwe neguherînin
Li Geverê ku piştî rêveberiya cewherî hate îlankirin bi êrîşên hêzên dewletê ve rû bi rû ma 6 kes hatin qetilkirin diyar kirin ku dê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de rengê dengên xwe neguherînin, biçin li ser sindoqan û ji AKP'ê heseb bipirsin.
09:07 30/10/2015
 
'Ji pirsgirêka li geliyê Doskî derkeve dê berpisyar dewlet be'
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê ji bo ku pêşiya nehiqûqiyên ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bigire bê navber xebatên xwe didomîne. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Matîn Besî diyar kir ku dê 2 hezar xebatkar li sindoqan bin û li geliyê Doskî yê ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve "herêma ewlehiyê" hate îlankirin pirsgirêkek derkeve dê berpirsyar dewlet be.
09:06 30/10/2015
 
Yuksekdag: Em ê bi hêza xwe ya cewherî ve sindoqan biparêzin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de di serî de qatlîama Enqereyê ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê AKP'ê ve gelek provokasyon ketiye dewreyê û ji ber vê yekê jî ji bo hilbijartinan ev çend roj mane hemû kes baldar bin. Yuksekdag bang li hemû kesan kir û xwest ji bo ewlehiya hilbijartinan seferber bibin û nirxandina "Em ê bi hêza xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî ve sindoqan biparêzin" kir.
09:02 30/10/2015
 
'Sindoqan bibin kû derê bila bibin gelê me dê dengên xwe bi kar bîne'
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen tekildarî polîtîkayên dewletê yên hilbijartinê û sindoq birina cihên din diyar kir ku sindoqan bibin kû derê bila bibin gelê me dê biçin sen sindoqan û dengên xwe bikarbînin, xwedî li dengên xwe jî derkevin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN