DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

12:35 10/9/2016
 
Wêjevanên kurd jî ji peywirê hatin dûrxistin
Derket holê ku di nava 11 hezar û 285 mamosteyên ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve ji kar hatin dûrxistin de wêjevanên navdar ên Kurd jî hene.
11:22 10/9/2016
 
Li Dêrsimê nîvê mamosteyan ji kar hatin derxistin
Derket holê ku zêdehiya mamosteyên ji kar hatin dûrxistin mamosteyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê peyvirê dikin in.
13:30 09/9/2016
 
Meclîsa Giştî ya KESK'ê bi awayekî awarte dicive
Endamên Meclîsa Şêwirê û Giştî ya KESK'ê, piştî qirkirina li dijî kekdkarên cemaweriyê, biryara civîneke awarte da.
09:07 09/9/2016
 
Karker deyn bi deynan digirin
Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy ya CHP'î li hemberî ji kar avêtinê berxwedana xwe didomînin. Karkerên di berxwedanê de ji ber nêzîkbûna cejnê bi gotina, "Cejn tûne, deyn bi deynê digirin" banga piştevaniyê kirin.
09:03 09/9/2016
 
Karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn
Bulam bi titûna xweya pêçayî tê nasîn, ji ber şer karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn. Xwediyê kar Huseyîn Demîrcî ji ber erzanbûnê bi gazin e.
15:26 08/9/2016
 
Xebatkarên tenduristiyê kampanya dan destpêkirin
Şaxa SES'ê yê Mêrsînê piştî hewla darbeyê ji bo ji kar avêtina kedkaran protesto bike bi şîara 'Ji xebatkarên tenduristiyê hevdîtinên ked û demokrasiyê' kampanya da destpêkirin.
09:23 08/9/2016
 
Masîvan: Bila Derya Ege nebe Soma
Masivanên Derya Egeyê ku ji ber xizaniyê li dervê qeydan dixebitin, hikûmet hişyar kir û xwest derya nebe Somaya duyemîn û rê li pêş facîayan bigirin.
10:48 07/9/2016
 
Pirsgirêkên îsotê jî wekî tama wê tûj e
Îsota Rihayê ku bûye remza Rihayê bi keda jinan digêje ser sifreya malan. Jinên bi saetan di bin germa zêde de îsotên tûj paqij dikin û dikin salçe, kedek gelek mezin didin û bi hefteyan nikarin destê xwe bidin zarokên xwe. Jinan anîn ziman ku bi qasî tûjiya îsotê pirsgirêkên wê jî tûj e.
09:00 07/9/2016
 
Mamosteyên kurd dikin hedef
Serokê Şaxa 6'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Mustafa Gokmen Dogan gotina Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim a dê 14 hezar mamosteyan ji kar bigirin rexne kir. Dogan, diyar kir ku bi taybetî mamosteyên kurd hedef tên girtin û got: "Dixwazin derî nîşanî hemûyan bidin û bêjin xwe ker bikin."
14:52 04/9/2016
 
KESK: Em li pêş sirgûn û îxracan serî natewînin
Platforma Şaxan ên KESK'ê yên Amed û Bedlisê bertek nîşanî sirgûn û îxracan dan û diyar kirin ku ew tu carî serî li hemberî sirgûn û îxracan danînin.
09:07 02/9/2016
 
Di dema Soylu de hezar 319 kedkaran jiyana xwe ji dest da
Di dema Wezaretiya Ewlehiya Civakî û Xebatê ya Suleyman Soylu yê ku şûna Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, weki Wezîrê Karê Hundir hate peyvirdarkirin de, herî kêm hezar 319 karkeran jiyana xwe ji dest da.
12:19 01/9/2016
 
Nûçegîhanên dildar rastî astengiyê hatin
Nûçegîhanên Dildar Mizgîn Ozer û Hakan Şimşek, xwestin nûçeyên 60 karkerên turîzmê yên li Otela Mardan Palace dest bi grevê kirine bişopînin. Lê rastî astengiyê hatin.
11:16 01/9/2016
 
Karkerên di berxwedanê de ofîsa şirketê dagir kirin
Karkerên Emaar Suqaare yên di bin banê Endezyariya Deltayê de dixebitin, ji bo mafên xweyên cewherî ev 6 roj in di berxwedanê de ne herî dawî karkeran ofîsa firotinê ya Emaar Suqaare dagir kir.
09:17 27/8/2016
 
Sotemeniya gelê Wanê sergînên xwezayî ne
Welatiyên Wanê ji niha de dest bi komkirina sotemenî û arduyên zivistanê kir. Gelê Wanê ji bo demsala zivistanî xwe ji sermayê biparêze sergînên xwezayî kom dikin.
09:04 15/8/2016
 
Hêza Yekgirtî dê di 1'ê Îlonê de dakeve qadan
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku li Tirkiyeyê pêkanînên nedemokratîk ew di bin navê Hêza Yekgirtî ya ji bo Ked û Demokrasiyê aniye cem hev. Beko da zanîn ku li dijî pêkanînên nedemokratîk ên li Tirkiyeyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê dakevin qadan.
09:00 15/8/2016
 
'Qanûna Tûrikî li dijî ewlehiya jiyanê êrîş e'
Nûnerên sendîkayên kedê yên Mêrsînê li hemberî "Qanûna Tûrikî" ya ku ji Meclîsê hat qebûlkirin nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku dewlet li ser pişta kedkaran xwe dide jiyandin û ev qanûn li dijî ewlehiya jiyanê ya mirovan êrîşek e.
14:06 09/8/2016
 
KESK bo endamên xwe yî ji peywirê hatin dûrxistin bertek nîşan da
Platforma Şûbeya KESK'ê ya Colemêrgê ya ku di baregeha lêpirsînên hewldana derbeyî de gellek endamên wan ji peywirê hatin dûrxistin, diyar kir ku ew dê vê nêzîkatiyê tu carî qebûl nekin.
09:13 08/8/2016
 
Xwîşkên dêrîkî bi zebeşê debara xwe dikin
Leyla Başaran û Hamdiya Başaran ên ku ji Mêrdînê hatine li Dersimê zeviyek kirê kirine bi zebeşên ku çandine û niha kom dikin debara malbata xwe dikin.
14:11 03/8/2016
 
Di 7 mehên destpêka salê de hezar 49 karker jiyana xwe ji dest da
Rapora meha tîrmehê ya mirinên kar ji hêla ÎSÎG'ê ve hat aşkerakirin. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 133, di 7 mehên salê de hezar 49 karkerî jiyana xwe ji dest daye.
17:27 30/7/2016
 
Piştgiriya ji bo kedkarên ji kar hatin avêtin zêde dibe
Karkerên paqijiyê yên ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin. Platforma Piştgiriyê ya bi Berxwdêrên Avcilarê re, piştgirî dan karkerên paqijiyê û aşkera kirin ku heta berxwedan bidome ew ê jî piştgirî bidin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN