DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

14:44 10/5/2016
 
Endamên SES'ê rastî cezayê şermezarkirinê hatin
Ji ber ku Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û êrîşên hikumeta AKP'ê yên li bajarên Kurdistanê protesto kirin, 70 kedkarên SES'ê rastî cezayê şermezarkirinê hatin.
12:35 09/5/2016
 
ÎSÎG: Di dema AKP'ê de 17 hezar 57 karkerî jiyana xwe ji dest da
Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan, duh di 8'emîn Konferansa Ewlehiyê û Tenduristiaya Kar de axivî, ne karsaz, karker sûcdar kirin. Piştî axaftinên Erdogan, berteka Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) dereng nema. ÎSÎG'ê komkujiyên karkeran ên li Soma, Davutpaşa, Ostîm, Torunlar, Isparta, Duzce, Ermenek, Esenyurt, Erzirom, Samsun, Gulluk û Elbîstanê bi bîr xist û aşkera kir ku di dema hikûmeta AKP'ê de herî kêm 17 hezar 57 karkerî jiyana xwe ji dest daye.
09:13 07/5/2016
 
Di nava 4 mehan de 558 karkeran jiyana xwe ji dest da
Di nava 4 mehên dawî de ligel şerê li Tirkiyeyê dijwar bûyî di kargehan de zext û zordarî zêde bûn û cînayetên kar zêde bûn e. Di 4 mehên sala 2016'an de herî kêm 558 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di cînayetên kar de di rêza yekemîn de Stenbol heye û di 4 mehên dawî de 79 karkeran jiyana xwe li bajar ji dest dan.
13:00 03/5/2016
 
Di Nîsanê de 168 bi qezayan mirin
ÎSÎG'ê rapora nîsanê ya cînayetên kar a meha nîsanê aşkere kir. ÎGÎS'ê anî ziman ku di nîsanê de 168 karker û di 2 mehên ewil ên 2016'ande 586 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
11:48 03/5/2016
 
Zarokên Amedê di şahiya bafirokan de kêf kirin
Şahiya ku ji hêla Şaredariya Bajare Mezin a Amedê ve ji bo zarokên dibisanên seretayî hat li darxistin, 275 zarok beşdar bûn û di şahiya bafirokan de zarok têra dilê xwe leyistin.
09:13 03/5/2016
 
Destên ku 50 sal in qafikan çêdike: Cerkir Şêxmûs
Esnaf Şêxmûs Kaynak 50 sal in li Mêrdînê cerkiriyê dike û cerê avê, beroş, qapaxên pelan, qafikan çêdike. Kaynak, qurretiyê li salan dike û li dikana xwe ya li taxa Îstesyona Artuklu li benda hezkiriyên amûrên axînî ye.
17:46 01/5/2016
 
Li Serhedê dirûşmên ked, têkoşîn û aşitiyê bilind bûn
Li Wan, Colemêrg, Agıri û Bedlîsê bi hezaran kedkar û karker 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi dirûşmên têkoşîn û berxwedanê pîroz kirin. Di axaftinan de polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê bi tundî hate rexnekirin û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê hate kirin.
17:36 01/5/2016
 
Li herêma Marmarayê hêrsa li hemberî polîtîkayên Qesrê
Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê de, polîtîkayên AKP û Qesrê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku divê têkoşîna wekhev û demokrasiyê bê mezinkirin.
17:11 01/5/2016
 
Kedkarên herêma Anatoliya Navîn bertekên tund nîşanî AKP'ê dan
Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê yên li Enqere, Sêwas û Çorumê de bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwazên xwe yên mafên azadiya ked, azadî û demokrasiyê anîn ziman. Kedkarên daketin qadan, nerazîbûnên xwe yên li hemberî AKP'ê anîn ziman û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê dê nikaribe kolanan li wan qedexe bike.
16:57 01/5/2016
 
Xwerêveberiyên cewherî hat silav kirin
Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li gelek bajaren Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin tên pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Kurdistanê de xwerêveberiyên cewherî hatin silav kirin.
15:56 01/5/2016
 
Kedkaran banga 'bloka kedê' kir
Rêxistinên kedê yên bi sed hezaran tevli mitînga 1'ê Gulanê bûn, banga têkoşîna hev beş hat kirin. Axaftinên ji hêla berdevkên saziyan ve hatin kirin de, êrîşên qirkirinê yên ji hêla AKP-Qesrê ve li Kurdistanê tên meşandin, hatin şermezarkirin. Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko bal kişand ser têkoşîna hev beş ya li dijî AKP-Qesrê û ev tişt got: "Teqes divê em li vî welatî aştiyê pêk bînin. Divê em di nava bloka demokrasiyê ya ku dê zilmê bide rawestandin de cihê xwe bigirin."
14:59 01/5/2016
 
Li Qada Îstasyonê dirûşmên berxwedanê tê berz kirin
Bi hezaran kedkar li Qada Îstasyonê ya Amedê li hev kom bûn, girseya ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li hev kom bûn, dirûşmên berxwedanê berz kirin.
13:56 01/5/2016
 
Qada Bakirkoy bi rengên ked û azadiyê xemilî
Bi hezaran kesên ku ji bo 1'ê Gulanê roja ked, azadî û demokrasiyê meşiyan qada Bazara Gel a Bakirkoy, xwe gihandin qadê. Qada ku bi girseyê tije bû, dirûşmên "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Dê zincîrên koledariyê bişkên" bilind dibin.
13:54 01/5/2016
 
Deh hezaran kedkaran qada Kolejê hêjand
Bi 10 hezaran kedkar û karkerên li Enqereyê li gel tirsa di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat avakirin ji dîsa li qada Kolejê bi coş û kelecanek mezin 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Piştevaniyê piroz kirin. Bi deh hezaran kedkarên hatin qadê, rastî astengiyên polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku pankart û dowîzên der barê Serokomar Erdogan de têxin qadê û desteser kirin. Kedkar li qada mîtîngê daxwazên aştî û demokrasiyê berz dikin. Dîsa bertekên xwe yên li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê tînin ziman.
12:01 01/5/2016
 
Li Rihayê 1'ê Gulanê hat betalkirin
Piştî teqîna li Dîlokê hat diyar kirin ku mitînga 1'ê Gulanê ya li Rihayê hatiye betalkirin.
10:38 01/5/2016
 
Girse ji bo meşa 1'ê Gulanê li hev kom bûn
Rêxistinê kedê û saziyên pîşeyî ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Kekdarên Cihanê ya li qada Bazara Gel a Bakirkoyê dê bên pîrozkirin, li hev civiyan.
10:14 01/5/2016
 
Saziyên kedê bi girseyî herikîn 1'ê Gulanê
Îro di saetên serê sibehê re hemû riyên ku diçûn Qada Kolejê hatin giritn. Her wiha bi rojan bû li Enqereyê baran dibarî û 1'ê Gulanê bi sayî dest bi rojê kir û rojê bi tîrêjên xwe Enqere germ kir.
11:55 30/4/2016
 
Dê zilma li Kurdistanê di 1'ê Gulanê de bê şermezarkirin
Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo 1'ê Gulanê xebateke awarte tê meşandin, ji van bajaran ku xebatên 1'ê Gulanê tê meşandin jî Sêrt e. Kedkar û karkerên ku dê 1'ê Gulanê de li qada Newrozê li hev bicivin, li gel daxwazên çîna karkeran, dê zilma li Kurdistanê jî bê şermezarkirin.
09:14 30/4/2016
 
Karkerên Şîşe-Camê berxwedanê dibin qada mitîngê
Karkerên Şîşe-Camê yên ku ji ber endamên Sendîkaya Krîstal-Îş'ê bû ji kar hatin derxistin diyar kirin ku dê berxwedana dan destpêkirin bibin qadên 1'ê Gulanê. Karkeran wiha bang li hemû kedkaran kir: "Em hemû kesî dewetî roja berxwedanê 1'ê Gulanê dikin."
09:04 30/4/2016
 
Stenbol ji 1'ê Gulanê re amade ye
Kedkarên Stenbolê, ji pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Bazara Gel a Stenbolê re amade ne. Her çendî cihê pîrozbahiyan wekî Bakirkoy hatibe destnîşan kirin jî Qada Taksîmê nihav de ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN