09:04 16/4/2016 |
|
Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku di 1'ê Gulanê de navnîşana karkeran Taksîm e. Beko bang li karkeran kir ku bi hêzeke mezin beşdarî 1'ê Gulanê bibin û li dijî polîtîkaya şer a desthilatdariyê, li dijî şert û mercên bê ewle dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman.
|
13:45 15/4/2016 |
|
Biryara pîrozkirina 1'ê Gulanê ya rêxistinên kedê ên wekî KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê ji hêla Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko ve bi daxuyaniyekî hat parvekirin. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de li Qada Taksîmê, dê li çar aliyên Tirkiyeyê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Beko bang li hikûmetê jî kir û got cihê Qada Taksîmê li kedkaran re qedexe bike, bila piştgiriya amedekariyan bike.
|
20:01 13/4/2016 |
|
Şaxa SES'ê ya Rihayê, diyar kir ku li Rihayê 2 hezar karkerên tenduristiyê yên bi SGK'ê re peyman çêkirine ji kar hatin derxistin û betal hatin hiştin.
|
11:16 11/4/2016 |
|
Ji ber polîtîkayên AKP'ê di salên dawî de 1'ê Gulanê her sal tê qedexekirin, ji bo bernameya 1'ê Gulanê dê Lîjneya Serokatiya DÎSK'ê îro bicive. DÎSK, dê di vê civînê de cihê pîrozkirina 1'ê Gulanê dê li Taksîmê be an na diyar bike.
|
14:48 01/4/2016 |
|
Li Îzmîrê li fabrîqeya Dost Camê piştî bi hinceta "preformansa kêmyar" karkerê bi navê Şenel Kinik ji kar hat derxsitin, 130 karkerên fabrîqeyê li hemberî vê pêkanînê bi devjêberdana kar bertekên xwe dan der.
|
09:10 01/4/2016 |
|
Hêjmara karkerên betal ên li Bazara Karkeran a Ulusê ya dîmenên bazara koleyan tîne ber çavan di serdema hikûmeta AKP'ê de zêdetir bû. Karker bi taybetî piştî AKP'ê şer da destpêkirin êdî kar nabînin. Karkeran bi gotinên "Dema di zikê Enqereyê de bombe biteqin em dê çawa kar bibînin" rewşa betaliyê anîn ziman. Karkeran anîn ziman ku hikûmeta AKP'ê berî her hilbijartinê soz dide wan, lê piştî hilbijartinê rewşa wan xerabtir dibe.
|
09:03 29/3/2016 |
|
Li Dêrsimê Gulikên li çiya û zozanên bilind şîn dibin, bi hatina baharê de mezin bûn û ji xwarinê re amade ne. Welatiyên Dêrsimê li gel qedexeyên zozan û çiya dîsa diçin Gulikan kom dikin li ser dezgehan dest bi firotinê dikin.
|
09:14 26/3/2016 |
|
Li Mûşê ji ber pêkûtiyên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî xebatên sendîkayan di saleke de 300 lêpirsîn li kedkaran hate vekirin û 7 kes jî hatin sirgunkirin. Sekreterê Hiqûqê yê Egîtîm-Sen'ê Neşet Baltaş biryarên ku hatine girtin wekî biryarên nehiqîqî û bi nifrînê hatine girtin nirxand.
|
09:24 23/3/2016 |
|
Bi giştînameya ku di 17'ê Sibatê de hate derxistin a ku rê dide xebatkarên cemaweriyê yên muxalîf ji kar bên derxistin, heta niha der barê 10 hezar kedkarên perwerdehiyê de lêpirsîn hate vekirin. Sekretera Giştî ya E
|
13:57 03/3/2016 |
|
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) rapora meha sibatê a cînayetên kar aşkere kir. ÎSÎG'ê diyar kir ku herî kêm 140 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
|
09:00 23/2/2016 |
|
Sendîkavan, têkildarî giştînameya Serokwezîr Ahmet Davûtoglu ya bi sernavê "Derbarê Xebatkarê Cemaweriyê yên gefan li Hebûn û Rêxistinên Ewlehiya Neteweyî dixwe de" diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê bi tundî û zextan dixwaze civakê têxe bin kontrola xwe. Sendîkavanan, anîn ziman ku ev giştîname êrîşî mafên keda karker û kedkaran dike û xwestin li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.
|
09:04 18/2/2016 |
|
Li hala Mersînê saetên destpêka kar zelal e lê saetê dawîbûna kar ne diyar e. Jinên ku li vir dixebitin kengê kar biqede wê demê diçin mal û ji mafên bingehîn ên karkeriyê jî bêpar in.
|
15:59 12/2/2016 |
|
Platforma Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê ku 51 rojin li dijî dorpêça Sûrê û êrîşên li ser Kurdistanê nobetê digirin, diyar kirin ku ew çalakiya nobetê bi dawî dikin, lê dê têkoşîna wan berdewam bike.
|
11:25 12/2/2016 |
|
Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê ya AKP'ê Suleyman Soylu, di civîna Lijne Giştî ya DÎSK'ê de rastî bertekên karkeran hat. Ji ber dirûşmên "Destên dirêjî Cizîrê bibin dê bişikên" û "Kujer û dizek Erdogan" a karkeran Soylu neçar ma ku ji salonê derkeve.
|
09:06 31/1/2016 |
|
Komkerên kaxizan li hemberî sererastkirina ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê rêziknameya di 2011'an de hincet nîşan da û pêk anî, bi hezaran kesên ku bi vî karî dikin bêtal dihêle nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku hikûmet bi navê wan ve dilîze.
|
14:09 05/1/2016 |
|
Li gor daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di 2015'an de herî kêm 1730 karker, di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dan.
|
09:14 21/12/2015 |
|
Karkerên camê yên li Mêrsînê ev 44 roj in di çalakiyê de ne ji ber ku heya niha ji hevdîtinan encam negirtine dest bi greva birçîbûnê dikin.
|
09:02 19/12/2015 |
|
Nêçîra masiyên Încî Kefalî ya tenê li hewza Gola Wanê de dijîn dest pê kir û masîvanan torên xwe avêtin Gola Erçekê. Masîvanên serê sibê heya êvarî li golê masiyan digirin pişt re jî masiyan li ser riya Wan û Qelqeliyê difiroşin.
|
09:25 11/12/2015 |
|
Ji ber ku gubreyê parastinê nehat bikaranîn û bandora barana zêde barî piyasaya pîvanan jî bi bandor kir. Pîvazên 2 mehin di depoyan de tên girtin û li ber rizînê ne bazirgan û sîmsaran mexdur kirin. Bazirgan û sîmsaran got zirara wan gelek mezin e û wiha gotin: "Piranî li herêmên weke Konya, Enqere û bajarên derdorê rewşa pîvazan wisa ye. Ji ber vê yekê pîvaz kêm dibin û buhayê wan zêde dibe."
|
09:13 04/12/2015 |
|
Pîspora Ewlehîya Kar Dîlan Aygun, derbarê zagonên ku li ser navê ewlehî û tenduristiya karkeran têne derxistin axivî û got zagonên ku têne derxistin tenê li ser kaxizan dimînê û li Tirkiyeyê hesabê canê karker û kedkaran na, hesabê mal û pereyê karsazan tê kirin.
|