DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

14:06 26/6/2015
 
'Heta ev pêkanînan hebin dê xwekuştinên nû çêbibin'
Nûnertiya Cihê Kar a SES'ê ji bo bal bikişînin ser rewşa xebatkarê tenduristiye Alî Bakça yê ku li Huzureviya Darulacezeyê dixebite ji ber heqaretên serhekîm hewl da xwe bikuje çalakî li dar xist û ragihand ku heke ev pêkanîn bi dawî nebe dê xwekuştinên nû çêbibin.
09:09 25/6/2015
 
Ji serê sibê heya êvarî dixebitin
Li navçeya Bismîlê jinên piranîna wan zarok in ên ku li zeviyên pembû heye êvarî di bin tava rojê de dixebitin neçar dimînin êvarî li malê jî bixebitin. Jinên di kaseyên kamyonan de diçin kar ji bo tevkariyê bidin aboriya malbata xwe li gel hemû zehmetiyan di zeviyan de dixebitin.
15:12 23/6/2015
 
Li ODTU’yê konê berxwedanê hate vedan
Kedkarên ku ji bo Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmar 5 Enqereyê û lêkolînerê ODTU’yê Mert Kuker û Endamê Lijneya Kontrolkirinê ya Şaxê Bariş Çelîk ên ku ji aliyê rektoriyê ve bi gefa ji karavêtinê re rû bi rû ne û li hemberî pêkanînên kêfî yên li ODTU’yê li ber rektoriyê kon vedan, bang li raya giştî kirin û xwestin piştgiriyê bidin berxwedanê.
14:51 22/6/2015
 
Ji DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê serlêdana sûc
DÎSK, KESK, TTB û TMMOB bi hinceta mafê welatiyan ê 1'ê Gulanê bi zorê hat astengkirin û sûc hat kirin dê derbarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Hûndir, Waliyê Stenbolê û Midûrê Polîsan ê Stenbolê jî di nav de derbarê peywirdarên cemaweriyê de serlêdana sûc bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku kesên welat û bajar rêvedibin ji bo sûc bikin bi israr in û wiha got: "Di her şert de em dê sala bê li Taksîmê bin."
15:22 20/6/2015
 
Ji bo mamoste Yuksel ketin greva birçîbûnê
Endamên Eniya Kedkarên Cemaweriyê ji bo piştigiriyê bidin mamoste Hatîce Yuksel a ku ji ber tevlî daxuyaniyê bû ji kar hat derxistin rojekê ketin greva birçîbûnê.
14:46 17/6/2015
 
Şaredariya Serêkaniyê kesên ku ne AKP'î ne ceza dike
Zext û jikarderxisinên Şaredariya Serêkaniyê ya AKP'î didomin. Rêveberiya şaredariyê heya niha 150 xebatkar ji kar avêtine û bi hincetên cur bi cûr ên wekî di hilbijartinên 7'ê hezîranê de deng nedane AKP'ê hin beşên xebatê yên karkeran guhert û ew dan karê paqijiya navçeyê.
15:19 16/6/2015
 
'Kakerên malan hêj jî bêyî qeyd dixebitin'
Sendîkaya Îmeceyê ya Karkerên Malan bi bîr xist ku hêj jî ewlehiya karkerên ku li malan dixebitin tune ye û bêyî qeyd tên xebitandin. Sendîkayê xwest ku ewlehiya karkeran bi zagona kar bê misogerkirin.
08:52 15/6/2015
 
Li Bedlîsê ji bo kooperatîfbûnê gava yekemîn
Platforma Şaxên KESK'ê ya Bedlîsê li ser qada 3 hezar metrekareyê şitilên sebez çandin û bi vê yêkê gava yekemîn a kooperatîfbûnê avêt.
11:51 11/6/2015
 
Karkerên BEDAŞ'ê di roja piştgiriyê de tên cem hev
Karkerên BEDAŞ'ê ev çar demsal in li ber xwe didin bi şîara 'Berxwedana me di demsala 4'emîn de ye' di 13'ê hezîranê de li Daristana Kent Sînanê ya li Gaziye ye roja piştgiriyê li dar bixe.
09:05 11/6/2015
 
Şener: Niha hêviyekî me ya nû heye
Ji derderên desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan bêzar bûn a sereke kedkarên tendûrîstiyê ne û ji encama hilbijartinê keyfxweş in. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Ozden Şener balkişand ser texrîbatên di qada tendûrîstiyê de pêk hatin û wiha got: "Niha hêviyekî nû heye. Êdî em li benda parlementoyekî alîgiriya gel dike ne. Em dê alîgiriya kesên polîtîkayên rast pêk bînin bikin."
09:06 05/6/2015
 
Hikûmetê prîmên cotkaran desteser kir!
Li Bismîlê cotkaran diyar kirin ku ew bi ava çem û kanalên avdanê zeviyên xwe av didin lê AKP bi hevkariya DEDAŞ’ê ve prîmên wan desteser dike.
14:36 04/6/2015
 
SES'a Êlihê daxwaza mafê xwe kir
Şaxa SES'ê ya Êlihê bi boneya pirgirêkên nexweşxaneyan bên çareserkirin û polîtîkayên li ser kedkarên tenduristiyê tên meşandin bên rawestandin daxuyanî da çapemeniyê.
14:51 02/6/2015
 
SES: Heta daxwazên me pêk bê, wê berxwedana me bidome
Şaxa Sendîkaya Xizmetên Tendûrîstî û Civakî (SES) ya Amedê bi daxuyaniyekê xwest ku daxwazên wan û pirsgirêkên wan bên çareserkirin.
09:09 02/6/2015
 
Karkerê di medya civakî de got ‘HDP’ ji kar hat qewirandin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê karker Mehmet Kilinç ku di Kampa Penaberan a Tel Hamutê de wekî karkerê taşeron dixebitî ji ber di metya civakî de got "HDP" ji kar hat qewirandin. Xwediyê Şîrketê jî diyar kirin ku Kilinç neheqî li Serokomar Erdogan kir û ji ber vê yekê wan ew ji kar derxist.
18:06 01/6/2015
 
Ji bo hempîşeyê xwe daketin qadan
Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê ji bo balê bikêşin li ser polîtîkayên tenduristiyê yê hikûmetê û qetilkirina bijîşkê bi navê Kamîl Furtun şermezar bikin çalakî li dar xistin.
15:46 01/6/2015
 
Tendûrîstîvan li hemberî şîdetê di grevê de ne
Xebatkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê li hemberî êrîşa çekdarî ya li dijî Op. Dr. Kamîl Furtun ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê pêk hatî û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdan û li gelek navendan meş û daxuyanî li dar xistin. Xebatkaran çelengên reş danîn ber midûriyetên tendûrîstiyê yên bajar. Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Beyazid Îlhan diyar kir ku cînayeta pêk hatî di encama polîtîkayên AKP'ê pêk hat.
08:54 01/6/2015
 
Karkerên demsalî rojê rastî mêtingeriya axayan şevê jî ya pêşiyan tên!
Karkerên demsalî yên hatin Herêma Çukurova rojê 33 TL pere zêdehî 10 seatan tên xebitandin. Karkerên di konan de di nava şertên neşa de têkoşîna jiyanê didin gotin, "Di nava rojê de axa û şevê jî pêşî wan mêtinger dikin."
14:26 31/5/2015
 
Xebatkarên tenduristiyê sibê naçin ser kar
SES û doktorên demokrat ji bo Dr. Kamîl Furtun ê li Semsûnê ji hêla xizmên nexweşikî hatibû qetilkirin şermezar kirin sibe ew xizmetê nakin û ew ê dakevin qadan.
09:03 31/5/2015
 
Karkerên PETKÎM'ê: Heta daxwaza me pêk bê em li vir in!
Karkerên Tesîsa Petro Kimya Holding A.Ş. (PETKÎM) a ji sala 1984'an heta niha li navçeya Alîaga ya Îzmirê hilberîna petrolê dike, bi daxwaza mafê wekhev û zema ji sedî 15 di 28'ê gulanê de ketin girevê. Serokê Şaxa Petrol Îş'ê ya Alîaga Ahmet Oktay, anî ziman ku heta karsaz daxwazên karkeran qebûl bike dê çalakiya xwe berdewam bikin.
16:25 29/5/2015
 
Berxwedana karkerên BEDAŞ'ê bi ser ket
Karkerên BEDAŞ'ê yê ku ev 292 roj in li ber xwe didin, bi midûrê BEDAŞ'ê Mehmet Îslamoglu û rayedarên BEDAŞ'ê re hevdîtin pêk anîn. Hat ragihandin ku ji roja yekşemê şûnde karkerên ku dixwazin vegerin ser kar dê dest bi kar bikin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN