16:27 29/4/2016 |
|
Sendîkaya Karkerên Hunerên Xweşik û Buroyê, Perwerde, Kooperatîf, Bazirganiya Tirkiyeyê (Tez Koop-Îş) bi minasebeta "28'ê Nîsanê Roja Bîranîna Karkerên di Qezayên kar de Jiyana xwe ji dest dane ya Cîhanê" de daxuyaniyek da û bal kişand ser ewlehî û tenduristiya karên li Tirkiyeyê, hat aşkera kirin ku li Tirkiyeyê di nava salekî de hezar 500 karekerî jiyana xwe ji dest dane.
|
13:19 29/4/2016 |
|
Rêxistina HDP'ê û Koordînasyona HDK'ê bi daxuyaniyekî aşkera kirin ku dê di 1'ê Gulanê de li dijî hilweşandin, şer û qedexeyan bi ruhê Newrozê li qadan bin.
|
14:06 28/4/2016 |
|
Li Semsûrê der barê 600 endamên KESK'ê de bi hinceta tev li daxuyaniya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne der barê wan de lêpirsîn hat vekirin. Sekretera Jinê ya BES'ê ya Semsûrê Tulay Ersonmez jî ji ber daxuyanî xwend hat sirgûnkirin.
|
14:05 28/4/2016 |
|
Serokê Meclîsa Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Geverê Nedîm Selçûk, diyar kir ku bi hezaran esnafên girêdayî odeyên wan ji ber dorpêçkirinê mexdûr bûne û got divê çareserî ji van pirsgirêkan re bê dîtin.
|
09:16 28/4/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, têkildarî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Bakirkoyê diyar kir ku wan dest ji vîna Taksimê bernedaye, ji bo dengekî xurt yê li hemberî zordariya Şer a AKP'ê derxin û karibin vî şerî rawestînin, xwest her kes di 1'ê Gulanê de dakevin qada Bakirkoyê.
|
09:02 28/4/2016 |
|
Îsal jî bi mîlyonan karker û kedkar dê li hemberî mijokariyê û bi daxwaza jiyaneke bi rûmet dakevin qadên 1'ê Gulanê û li Amedê jî dê bi dehezaran kes li Qada Îstasyonê ji bo bilindikirina daxwaza karkeran bicivin.
|
15:59 27/4/2016 |
|
Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê, ragihandin ku ew dê di 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de bi girseyî li Bakirkoyê bin.
|
10:13 27/4/2016 |
|
Rêxistinên kedê yên li Amedê, Platforama Demokrasî û Kedê avakirin. Rêxistinan destîşan kir ku ew dê ji bo demokrasî, azadî, wekhev û kedê li qadan têkoşînek hevbeş bidin meşandin. Platformê aşkera kir ku ew dê bêjin, "Ji şer û metîngeriyê re na" têkoşînê mezin bikin û wiha got: "Em bang li gelê Amedê dikin ku di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê dengê xwe tevli dengê me bikin."
|
09:15 27/4/2016 |
|
Hevseroka Partiya Ji nûvce Rizgariya Sosyalist (SYKP) Necla Kurul, diyar kir ku amadekariyên wan ên 1'ê Gulanê Roja Cejna Ked û Piştevaniyê ya Cîhanê bi dawî bûye û ew dê bi sed hezaran dakevin qadan û bibin xewna tirsê ya îxtîdarê. Kurul, destnîşan kir ku ew dê li dijî şer, komkujî, destdirêjî, kedxwarî û kuştina jinan dakevin qadan û wiha got: "Qêrîna 500 hezar mirovan dê guhê îxtîdarê bizingirîne."
|
15:56 25/4/2016 |
|
Li Girê Sor di nava du rojan de 2 karker ji ber qezaya ceryanê jiyana xwe ji dest dan.
|
15:31 25/4/2016 |
|
Şûbeya 3'yemîn a Amedê ya Sendikaya Çapemenî Weşan Ragihandinê û Kedkarên Posteyê, ji bo şermezarkirina êriş û zextên dewletê yên sirgûnkirinê yên li hemberî endamên wan daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
|
11:00 24/4/2016 |
|
Ji 1'ê Gulanê re her çendî demek kin ma jî dê gelek rêxistinên kedê û karkeran li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Hat diyar kirin ku dê di 1'ê Gulana îsal de kedkar û karker bi xwe ewlehiya xwe bigirin. Piştî teqînên li Sirûc, Amed û Enqereyê, êdî baweriya rêxistinên kedê bi ewlehiya dewletê nayê, di 1'ê Gulanê de 500 karker ewlehiya qada mitîngê digirin.
|
19:24 23/4/2016 |
|
Di înşaeta avahiya xizmetê ya Şaredariya Koçarli ya Aydinê de hilweşîn pêk hat. Hat diyar kirin ku dema betona qata duyemin dihat avêtin, hilweşîn pêk hatiye, yek jê giran 4 karker birîndar bûn.
|
13:32 22/4/2016 |
|
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Amedê, ji bo banga beşdarbûna mîtînga ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kir.
|
14:52 21/4/2016 |
|
Li Enqereyê sendîka û rêxistinên kedê biryar dan ku 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi hevre pîroz bikin girtin. Bi tevlêbûna şaxên TURK-ÎŞ'ê dê sazî, rêxistinên ked û pîşeyî bi hevre 1'ê Gulanê pîroz bikin. Endamên sendîkayan diyar kirin ku piştî komkujiya 10'ê Cotmehê dê yekem car bi hevre bernameyekê amade bikin.
|
13:25 21/4/2016 |
|
Endamên jin ên sendîkayên li Amedê ku xebatên 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê dimeşîne, diyar kirin ku dê îsal di 1'ê Gulanê de bi ruhê berxwedanê li dijî kedxwarî û mêtîngeriyê li qadan bin.
|
09:20 21/4/2016 |
|
817 kedkarên perwerdehiyê yên li Hatayê ji bo aştiyê rojekê dest ji kar berdan û der barê wan de lêpirsîn hat vekirin, di dorpêça Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) de ne. Der barê mamosteyan de bi îdîaya "Perwerde asteng kirine" lêpirsîn hat vekirin.
|
09:19 21/4/2016 |
|
Kedkarên li Edeneyê têkildarî 1'ê Gulanê Roja kedkarên cîhanê dê bi silogana "Li dijî şer aştî" dakevin qadan. Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê Gulşen Topal, diyar kir ku ew jiyanek mirovane ku nayên kutin dixwazin. Topal, da zanîn ku ew ji yanek bi aştî dixwazin û ji bo wê dadikevin qadan.
|
13:42 18/4/2016 |
|
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şerê li Kurdistanê re jîngeha kedê jî di bin pêkûtiyê de ye ji bo ku îtirazî vê yekê bibin di serî de li Taksîmê û li her derê welat di qadên 1'ê Gulanê de bin.
|
09:13 17/4/2016 |
|
Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Sendîka û Ked û Jihgeha Kedê Berpisyar Serpîl Kemalbay diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes jibilî di bin şertên newele de dixebitin di bin pêkûtî û êrîşan de 1'ê Gulanê Cijna Karkeran pêşwazî dikin û bang li hemû karker û kedkaran kir du bi ruhê berxwedana yekgirtî li Qada Taksîmê bin.
|