DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

10:48 08/10/2016
 
OHAL'ê zerar da rençberan
Li Tirkiye piştî şer dest pê kir û li 81 bajaran OHAL hat îlankirin, çotkar û rençberên herêma Egeyê jî zerar dîtin. Rençberan diyar kirin ku piştî OHAL'ê nikarin berhemê çandiniyên xwe bifiroşin. Li zeviyê bi 900 qurişî li marketan bi 3. 5 tl tê firotin. v
09:55 06/10/2016
 
Cureyê tiriyê 3 hezar salan tune dibe
Cureyê mêwênê tiriyê ku li cihanê tenê li Erdîşê tê çandin û xwedî dîrokeke demdirêj e ji ber nezaniyê û xemsariyê tune dibe.
09:31 05/10/2016
 
Li gor barema Moody’sê Tirkiye 24 sal e bi ser Baa3’yê neketiye- ANALÎZ
Li cîhanê her çiqas gelek saziyên derecekirina krediyê hebin jî, lê di tevgerîna sermayeya navneteweyî de ji van saziyan bandora biryara saziyên wek Moody’s, S&P û Fîtch zêdetir e. Ku di 23’yê îlonê de dema Saziya Derecekirina Krediyê Moody’s ji barema notan, notê Tirkiyeyê ji radeya “Baa3”yan daxist radeya “Ba1”ê, piştî çend rojan tesîr li ser piyaseya Tirkiyeyê kir û yekeya lîreyê tirk, li hemberî dolarî qels kir û piyase serobino kirin.
09:12 05/10/2016
 
Aborînas: Dê biryara Moody’s bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike
Aborînas daxistina pûnên Tirkiyeyê yên ji aliyê Saziya Pileyî ya Krediyê Moody’s ve nirxandin û rewşa aborî ya ku Tirkiye di nav de ye dest nîşan kirin û gotin, biryara ku Moody’s daye, dê bandoreke neyînî li aboriya Tirkiyeyê bike.
17:21 04/10/2016
 
Piştî taloqkirina OHAL'ê dolar difire
Piştî taloqkirina OHAL'ê sekn ji dolar re tuneye, her diçe buha dibe.
09:16 04/10/2016
 
Esnafên Rihayê: Qeyrana aborî heye
Esnafên rihayî sedema têkçûn û qeyrana aborî, şer û pevçûna li Tirkiye û Kurdistanê dest nîşan dikin û diyar kirin ku, Rihaya ku wargeha turîstan bû, ji ber şer û pevçûnan êdî turît lê naxuyên.
09:21 03/10/2016
 
Esnafên Îzmirê îflas dikin
Esnafên Sûka Kemeraltiyê diyar kirin ku ji er polîtîkayên şer ên AKP'ê îflas dikin û xwestin îktîdara AKP'ê demildest dev ji van polîtîkayan berdin.
08:59 01/10/2016
 
Ked û komun bereketa birinca Qerejdaxê zêde dike
Li gundê Qîlwan ê girêdayî Çinara Amedê, 38 malbat bi awayekî komunî ji bo ku çandiniya birinca Qerejdaxê bikin kom bûn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo çandiniya birincê bidome, ji bo gund gola avê çêkir. Welatiyên gund bi kedek mezin û komunê çandiniya birincê berdewam dikin.
09:11 29/9/2016
 
Ligel qeyûm xizmet didome
Ligel gefa tayînkirina qeyûm li Şaredariya Akdenîzê ya DBP'î li ereziyên aydî şaredariyê ji bo gel vedike û koperatîfan vedike, piştgiriyê dide aboriyê.
09:04 28/9/2016
 
Ji Şaredariya Westanê ya AKP’î nelirêtiya 14 tirilyonî! - DOSYA 5
Di Şaredariya Westanê ya AKP’î de Serokê Şaredariyê ya dema borî Nazmî Sezer ê 14 tirilyon nelirêtî kiribû di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de ji ber ku careke din nebû namzet beriya 5 roj hilbijartinê nelirêtiya dawîn jî kir.
09:07 27/9/2016
 
Hilberînerên îsotê zirar dikin
Li Edeneyê hilberîner û firoşkarên îsotan beramberî keda xwe nikarin bigirin.
10:09 26/9/2016
 
Aborînas Yilmaz: Aboriya Tirkiye dê bi dawîkirina şer baş bibe
Aborînasa rexnegir Gaye Yilmaz, diyar kir ku piştî Moody’s pûan û rewşa aboriya Tirkiye diyar kir, dê qeyran û tundiya aborî zêde bibe. Yilmaz, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka aboriya Tirkiye rakirina OHAL'ê û dawîlêhatina şer e.
09:07 26/9/2016
 
Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî - DOSYA 3
Derket holê ku Şaredarê AKP'î yê Westanê yê berê Nazmi Sezer û Midûrê Xizmeta Malî yê Şaredariyê Osman Kiziltaş, bi sed hezaran tl pere ji Şîrketa Lîmîtedê ya Bazirganiyê ya Kandaşoglu İnş. Nak. Sanê ku aydî Bernamzetê AKP’î Zahîr Kandaşoglu re razandiye û hemberî vî pereyî malzemeyê înşatê winda ye.
09:10 25/9/2016
 
Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî - DOSYA 2
Şaredarê Westanê yê AKP'ê yê berê Nazmî Sezer û Midûrê Xizmetên Aboriyê Osman Kızıltaş ji bo hesabê şîrketa Kandaşoglu Înş Nak. San. û Tîc.Ltd. Ştî ya aydî Zahîr Kandaşoglu yê ku bernamzetê parlamenteriyê ya AKP'ê bû bêyî îmzeya Midûriyeta Karên Fenê bi hezaran TL pere dan.
09:19 24/9/2016
 
Li Şaredariya Westanê nelirêtiya 14 tirilyonê DOSYA-1
Li Şaredariya Westanê ya AKP'î di navbera 2009 û 2014'an de derket holê ku 14 tirilyon nerlirêtî hatiye kirin.
09:05 23/9/2016
 
Ji bo narinciyeyê tekane hêvî îxracat e
Li Çukurovayê sezona narinciyeyê dest pê kir, hilberîner û bazirganên ku par zirar kirin îsal hêviyên xwe bi îxracatê ve girêdane.
09:06 20/9/2016
 
Mêşvanên Pilûrê dest bi komkirina hingiv kirin
Mêşvanên hingiv ên li gundê Xanuşagî yê Pilûrê mêşan xwedî dikin bi hatina payizê re dest bi komkirina hingivê kewarên mêşan kirin. Mêşvanên ku mêşan di kewarên axînî de xwedî dikin bi tam û ekla hingivê xwe navdar in.
09:17 14/9/2016
 
Rûyê esnafên Enqere di cejnê dejî nekeniya
Esnafên Enqerê ku bi xemgînî Cejna Qurbanê derbas kirin, diyar kirin ku ligel Cejna Qurbanê jî dîsa nekarîbûn alavên cejnê bifiroşin. Esnafan anîn ziman ku êdî nikarin kar bikin û top davêjin.
10:35 10/9/2016
 
Li peravên Antalya ne turîst, polîs hene!
Polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yên derve û hundirîn turîzmê anî asta tunebûnê. Li gorî zanyariyên Banqaya Turîzmê, di 8 mehên ewil ên sala 2016'an de 3 milyon û 700 hezar turîst kêm hatin bajarê Antalyayê.
09:46 10/9/2016
 
Aborînas Kozanoglu: Kaniya Serokwezîr li kû ye?
Aborînas Prof Dr. Hayrî Kozanoglu tekîldarî pakêta razemeniyê ya Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim li Amedê aşkere kir, diyar kir ku di nava pakêtê de pereyekî pir pir zêde heye û got: "Em dipirsin; kaniya Serokwezîr li kû ye?"

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN