DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

09:02 02/6/2016
 
Hikûmet înkar dike lê nikare tune bike
Îxtîdara AKP'ê her çend kêl û pîneyên xwe veşerê û qrîza xwe ya aborî înkar bike jî, bi sedan kesên li pêş malên xwarinê yên li Rihayê dikevin dorê, înkara AKP'ê pûç dike.
09:19 28/5/2016
 
Asîta kanên madenê çandinî têk bir
Li Gundê Sarilar ê navçeya Turgutluya Manîsayê asîta ku ji kanên madenê yên li Çiyayê Çalê derdikeve holê hemû çandiniya herêmê zuha kir. Rençber û çotkarên herêmê bertek nîşanî van Kanan didin û dixwazin ev kanên madenê ku çandiniya wan hişk dike bê girtin.
09:15 28/5/2016
 
Karkerên rastî êrîşên nijadperestan tên bi fikar in
Her sal di demsala baharê de bi sed hezaran karkerên demsalî berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Karkerên ku îsal dîsa berê xwe dan rêyên bajarên Rojava rastî astengî û êrîşên nijaderest tên.
09:16 26/5/2016
 
Hêviyên cotkaran nemaye
Cotkarên ku di bin krîza aboriyê de ne li ber îflasê ne. Coktarên Turgutluyê diyar kirin ku hilberîna ku saleke ked dane di destên wan de maye. Cotkar Ata Demîr yi hemberî polîtîkayên dewletê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Her sal em hêviyên xwe dihêlin sala bê, lê rewşa me xirabtir dibe."
09:18 22/5/2016
 
Piştî koçberiya demsalî koçberiya esnafan destpê kir
Li Riha ya ku bi hezaran karkerên demsalî diçin bajarên Tirkiyeyê, esnafên ku li pey karkeran dimînin jî tên ber îflasê. Esnafên ku dikanên xwe kilît dikin û digirin bi hezaran welatiyan berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê.
10:07 20/5/2016
 
Gundê Norkoxê Seraya hevpar ava kirin
Gundê Norkoxê yê Payizavayê ji bo çandiniya hevpar, "Seraya Komîn" ava kirin. Welatiyan di vê serayê de îsot, bacan, xiyar, fireng çandin û bi hevre sûdê ji berhemên wê digirin.
10:10 17/5/2016
 
Qeyrana Rûsya li kulîlkên rengîn jî xist
Qeyrana Rûsya ya bazirganiyê ku li dijî Tirkiyeyê dest pê kiriye, hemû hilberînên axê yên wekî fêkî, team û nebatan xist bin bandorek neyînî. Hilberînerên kulîlkên rengîn yên ku serayan bi rengên xweşik dixemilîne jî xistin bin bandorek neyînî. Ji ber qeyranê êdî kulîlk jî nayên firotin.
09:17 16/5/2016
 
Piştî kepçe derketin, hemalê li bazara genim bê kar man
Karkerên li Bazara Genim a Qoserê dixebitin, piştî ku kepçeyên barkirina zadî derketin piyasê, karkerên zadî bardikirin, bê kar man. Bi dehan karkerên li bazara genim dixebitîn û debara xwe dikirin, piştî karê kepçeyan, betal man.
11:03 14/5/2016
 
Komîteya Çandiniyê ya Kobanê plansaziya çandinî û sewalkariyê ya 5 salan amade kir
Komîteya Çandiniyê ya Kantona Kobanê raporekî derbarê çandinî û sewalkariyê plansaziya xwe ya 5 salan amade kir. Li gor plansaziyê dê gelê Kantona Kobanê di hêla hilberîna çandinî û sewalkariyê de têra xwe bike û dê êdî zêde hewceyê derve nebe.
09:10 12/5/2016
 
'Daxwaza Erdogan a serokatiyê me ber bi îflasê ve dibe'
Ji ber krîza abariyê ya ku bi şerê ku AKP'ê da destpêkirin ve derket holê gelek esnafên ku li Agiriyê derabeyên dikanên xwe girtin yên vekirî ne jî ji bo derabeyên xwe negirin li ber xwe didin. Esnafê ku diyar kir li gorî par karê wan ji sedî 50 kêm bûye bi gotina "Ev ne çûyînekî baş e" li hemberî îxtidarê nerazîbûn nîşan da.
09:14 11/5/2016
 
Esnafên Antalayê îflas dike!
Esnafên Antalyayê ku bi destpêkirina sezona turzîmê ve amadekariyên xwe temam kir, di nava du mehan de bi hejmara turîstên ku hatin vi miradê wan di ber wan de man. Esnafan diyar kirin ku hejmara turîstan bi awayeke ber bi çav kêm bûye û bi xetereya girtina kargehan re rû bi rû mane.
11:57 10/5/2016
 
Dê li her tax û gundan projeya 'Bostanê Bajar' belav bikin
Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê bi projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" armanc dike ku rê li pêşiya koçberiya demsalî bigire û her li her tax, navçe û bajarî vê projeyê têxin meriyetê. Meclîs bi vê projeyê armanc dike ku ji her bostanekî 60 malbat debara xwe bikin.
09:09 09/5/2016
 
Li Sûrê di 160 rojan de 600 mîlyon TL zirar
Li Sûrê ji ber dorpêç û qedexeyan di 160 rojan de bi sedan kargeh îflas kirin bi sedan dikan jî di êrîşan de zirarên mezin dîtin. Alîkarê Serokê DTSO'yê Metîn Aslan da zanîn ku ji ber qedexe û dorpêçê 600 milyon TL zirar heye, Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal jî anî ziman ku ji ber vê rewşê 40 hezar kes mexdûr bûne.
10:36 05/5/2016
 
Kartol û pîvaz di zeviyan de man
Serokê Odeya Endezyarên Zîreatê ya Edeneyê Semîh Karademîr diyar kir ku li gorî daneyê 4 mehên dawî rewşa çandiniyê ne baş e, krîza bi Rûsyayê re bandoreke neyînî li ser hilberîner û îxracatê kiriye. Karademîr anî ziman ku dema ku mirov li Edeneyê palehiya nûberê binêre ev rewş dê bê fêmkirin, kartol û pîvazên ku hatine komkirin li di zeviyan de mane.
09:19 05/5/2016
 
Mehê carekê Bazara Pevguhartinê
Bazara Pevguhartinê ya ku bi armanca pêşxistina karbeşî, hevgirtin û parvekirinê ji aliyê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ve cara yekem hate danîn dê li ser daxwaza gel ji niha û pê ve mehê carekê were danîn.
09:10 04/5/2016
 
Tûrîzma Antalyayê ji sedî 60 felç bû
Şerê li Tirkiyeyê didome bandora neyînî li ser turîzmê kir. Ji ber şerê heyî hêjmara tûrîstên bajarên Akdenîz û Egeyê ziyaret dikin gelek kêm bû. Li Antalyayê hêjmara tûrîstan ji sedî 60 daket. li Kemerê kolan û plaj xalî û bêdeng in.
09:06 03/5/2016
 
'Tûrîstan Tirkiye ji nexşeya seyrana xwe derxistine'
Piştî li Kurdistanê şer pêş ket, bandora xwe li ser bazirganiya kendavê jî kir. Li Kendava Alsancak a Îzmirê di 3 mehên ewil ên sala 2015'an de 7 hezar û 317 turist bi 7 keştiyan hatin kentavê, lê îsal heta vê meha Gulanê hêj keştiyek jî nehatiye peravê Kendava Alsancakê. Esnafê Alsancakê diyar kirin ku ji ber polîtikayên AKP’ê yên şer êdî turîst nayên Tirkiyeyê.
09:59 01/5/2016
 
Esnafê Amedê îflas dikin
Serokê Rêveberiya DESOB'ê Alican Ebedînoglu, diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên şer li Amedê di salek dawî de gelek kargerî û şîrket hatin girtin. Ebedînoglu, anî ziman ku ji bo krîz bêtir mezin nebe, divê bi lezgîn gavên çareseriyê bên avêtin. Endamê Rêveberiya Odeya Muşavirên Malî Osman Ozsat jî anî ziman ku dermanê qrîza aboriyê aştî ye.
17:07 30/4/2016
 
'Berî pere, pevguhartin hebû'
Meclîsa Ekolojîk ya Amedê, bi şîara “Pevguhartin(teqes) ne dayîna tiştên bêkêr e" Bazara Pevguhartinê ava kir. Endama Meclîsa Ekolojîk a Amedê Çîlem Akkaya da zanîn ku yek ji mebesta wan ew e ku, ji dêvla ezperestiyî çanda komunal bi pêş bikeve.
15:11 29/4/2016
 
Li dijî turîzmê derbeya şer
Piştî hikûmeta AKP'ê konsepta şer da destpêkir, di qada aborî de herî zêde tektora turizmê têk çû. Li gorî daneyên Amîrîya Îdarî ya Mulkî ya Balafirgeha Antalyayê di meha Adardê de hêjmara tûrîstên ku hatin Antalyayê li gorî Adara 2015'an ji sedî 18 kêm bû. Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrzîmê jî welatê herî zêde kêm tûrist şandine Tirkiyeyê ji sedî 58,9 Rûsya ye.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN